26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike

Raportorê NY’yê Mary Lawlor, banga berdana parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku Tirkiye azadiya raman û rêxistinbûnê binpê dike.
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Têkildarî Rewşa Parêzvanên Mafên Mirovan Mary Lawlor, derbarê zextên li dijî parêzvanên mafê mirovan û girtina wan daxuyaniyeke nivîskî da. Lawlor diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûnên ji bo têkoşîna li dijî terorê ji bo bêdengkirina parêzvanên mafên mirovan tên bikaranîn û got ku ew ji vê rewşê bi fikar in.
Lawlor da zanîn ku parêzvanên mafên mirovan û parêzer ji ber nêrinên wan ên muxalîf polis tundî û îşkenceyê li wan dikin û wiha got: “Tirkiye, gelek caran parêzvanên mafên mirovan û parêzeran ji azadiyê kiriye û mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê û bi awayekî qanûnî sazkirina pîşeyê xwe ya kesan bin pê dike.”