26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘PDK çima azadîxwaz û welatparêzên Başûr girêdayî PKK’ê dibîne?’

Nivîskarê Rojnameya Welat Takor Zerdeşt, di quncikê xwe yê rojnameyê de bal kişand ser helwesta PDK’ê ya li dijî welatparêz û azadîxwazan û ev pirs  pirsî: “PDK ji her tiştî û ji her kes û layenî zêdetir bi pratîk û siyaset û plangêrî li hember kê sîstema marjînal kirinê dimeşîne? Li hember kê herî zêde kuştinan dike? Kê radestî dijmin dike? Êrîşên wê li ser kê herî zêde xurt in û bi propagandên sîstemkirî û bi sermayedarî li hember kê herî zêde têdikoşe? Kê li hember vê sîstema binemaleyî şehîdên herî zêde dane û heyanî dawiyê jî qet serî netewandiye? “

Nivîsa Tarok Zerteştî  ya di rojnameya welat de wiha ye:

Rewşenbîrên dirust û welatparêzên rast dê ji yên wêranker û nerast çawa werin ferqkirin? PDK şerê xwe çawa û li hember çi dimeşîne?

Wek tê zanîn çalakvanên Behdînanê hemû bi têkiliyên digel tevgera azadiya gelê kurd ve hatin sûcdarkirin. Bi giştî rexne û nerazîbûn li Başûr ên li ser her mijareke wijdanî û berpirsyarî be, dijberî dagirkariya dewleta tirk be, bi PKK bûnê ve têne girêdan. Sedema vê jî bêguman ev e ku biryardarî û pêngavên azadîxwaziyek cewherî ya herî xurt di nava gelê kurd de ji vê tevgerê çavkaniya xwe digire, ev tevger mirovan, gencan, jinan, zanayên bawerî û her beşeke civakê weke çandek li hev dicivîne û bi hev re girê dide. Lewre jî hewldanên PDK li ser bingeha ji hev pejandina her yekitiyekê di civakê de weke çandekê tim gel ji hevdû dide qut kirin, windakrina zanîn û rastiyan li ber çavên gel ji bo rêxistina wê bûye çand, di heman demê de li hemberî vê bi rengek berfir e, dîmagojiyê di ragihandin û çapemeniyan de pêş dixe. Di qonaxa 30 salan de givaştinên herî zêde ji aliyê PDK’ê ve li ser vê tevgerê bûye, ji êrîşa li ser rêxistinkar û endamên wê bigire heta sempatî û alîgirên wê, heta helgirên zihniyeta wê, yan herçî kesê bi xwendina pirtûk û zanistê vê tevgerê pêşxistin di xwe de dayî avakirin, ji bo PDK’ê dibe hedef. Ez dixwazim bikevim naveroka sedem û çawaniya wê û hem jî hin rastiyên ku pir kêm hatine rojevkirin.

Sîstema vê partiya binemaleyî, hewl da xebatkar û dilsozên rasteqîn bi reşkirinan li ber çavên civakê bide windakirin.

Bi demagojî û ragihandinên xwe yên têkder, welatparêz û aktîvîst ji hev dane pejikandin. Bi navendgeriya xwe nehişt hêzeke yekgirtî, stratejiyetek siyasî, formalîte ji welatparêz û ronakbîran dirust bibe. Bi çanda feodaliya xwe nehişt yekgirtin di nava civakê de pêş bikeve.

Li ku derê çar kes gihîştin hev an komek mirov li ser bingehek neteweyî li hev civiyan, yekser an sîxurek avêt nava wan, an jî vîrusa gumanên sîxurbûnê berda nava wê komê û dost li ber çavên hevdû kirin dijmin, hem jî li kêleka vê bi vehandina belgeyên çewt dest bi reşkirinan kirin. Herî dawî jî bi amûrkirina yasayê di destê xwe de hewl da dengê nerazî bide fetisandin. Li gorî dijmin û dagirkeran bi diruşma bi teror navandina têkoşîna rizgariya gelê kurd, bi gurzê PKK bûna azadîxwazên Başûr, bi girtin, îşkence û kuştinan hewl dan her tawaneka li hember welatparêzan bixîne nava çarçoveya fermiyetek cîhanê.

Gelê kurd divê vê rastiyê êdî bipejirîne ku sedema herî mezin a nakokî yên di navbera hemû gelê kurd de, karakter û siyasetên tevlihevkar û demagojîkar a PDK’ê ye.

Rewşek daye vehandin ku êdî tu nizanî kî ji bo çi dijmin e, kî li kîjan alî dost e, her kesek di qalib û cil û bergê welatparêzî û şerefê de li hember ê din nakok e. Ji bo ku her kes dizane bê maskeya welatparêzî û piştgiriya azadiya gel û civakê yê nikare xwe di çavên gel de bide bicihkirin. Dema bilind û bi nav û bang jî dibin nişkava reng diguherin û asta nirxê xwe diyar dikin û dikevine reşbazarên siyasî. Pir kesên ser bi PDK’ê bi azadîxwaz û rexnegir derdikevin pêş û azadîxwazan li dora xwe dicivînin û herî dawî weke marekê jehra xwe dirêjînin û hemûyan dixin tora çavdêriyên PDK’ê. Ev hemû beşek ji rêkxistina vehandiya PDK’ê ye, di civaka Başûr de ji bo ku her rêyekê li hember serhildana gel bide sebotekirin.

Di vê derê de meydana reşbazaran ji bo oportunîstan jî xweşkirin û ew jî bi maskyan ketin meydana çalakvanî, siyasetvanî, rojnamevanî yan xebatên medyaya civakî…

Hîn kesên pile û paye dixwestin lê sîstema binemaleyî li hember wan rêgir bû, hîn kesên sermaye dixwestin lê sîstema binemaleyî li hember wan rêgir bû, hîn kesên çavnihêra tolvekirinê ji bo rik û kîna li hember xunekê yan ji destdana berjewendiyek xwe li pê derfetekê digerin û neçar in di reng û dîmenê welatparêzî û berpirsyariya neteweyî de dijmintiya xwe bidomînin.

Hîn kesên xwedî potansiyelek taybet bi xwe ne ku armancên wan ji wê sîstemê qirêjtirin lê neçar in bi maskeya azadîxwaz û welatparêzan derkevin meydanê…

Lê heye jî kesên ku dengê heqî û rastî û edaletê nas dikin û tolxazên mafan in, dilsojên gelê kurd in, ji bê dadiyên heyî serbixwe û bê layen dikevine jêr çekuçên bêdadiyê û bê xwedî dimînin ku herî zêde li gorî perwerdeya meydaniya tevgera Apoyî serbixwe derdikevine qadan. Lê bi rastî jî em ê çawa bikarin van hemûyan ji hevdû ferq bikin.

Rewşenbîrên dirust û welatparêz ên rast, ji yê wêranker û nerast çawa were naskirin? Rêyeke wê ya pir hêsan heye!

Beriya vê divê were dîtin û zanîn kê gurzên herî bi bandor ên zîhniyetî, welatparêzî û têgihînî li hember sîstema nezankirinê ya PDK’ê weşandiye?

PDK ji her tiştî û ji her kes û layenî zêdetir bi pratîk û siyaset û plangêrî li hember kê sîstema marjînal kirinê dimeşîne? Li hember kê herî zêde kuştinan dike? Kê radestî dijmin dike? Êrîşên wê li ser kê herî zêde xurt in û bi propagandên sîstemkirî û bi sermayedarî li hember kê herî zêde têdikoşe? Kê li hember vê sîstema binemaleyî şehîdên herî zêde dane û heyanî dawiyê jî qet serî netewandiye?  Guman têde nîne eha ew alî yê herî rast û dirust e!

Va ye ku diyar dibe zihniyeta tevgera azadiya gelê kurd bandora herî sereke li dijberê vê sîstema çewt e! Ew layene yê ku li 44 salên borî baca herî giran a vê rastiyê daye û xebatek herî giran daye meşandin. Helbet ne tenê bi al û dirûşmeyan, ne bi cilûberg û dîmenan, ne bi nav, belku  bi kiryar û bi zanist û perwerdeyek bi kiryar û bê beramber û bê sînor…

Di astek wisa berfireh de jî ku heta hilgirê fikr û ramanên wê hema kê be bi navê wê tê tawanbarkirin û marjînalkirin…

Hanê fermon, binêrin kanê PDK şerê xwe çawa dimeşîne?

Bi rêya bikaranîna navên giran, bi peyam û diruşmên pir ji kiryar û niyetên xwe dûr, bi şeklî û bi dîmenan, bi navê dewleta kurdî, bi rojên alayan, rojên cilûbergên kurdî, bi banga piştgîriya gencan, bi banga piştgîriya li hilbijartinên tendirust, bi banga piştgîriya ji edaletê, bi navê xizmeta gelê kurd û xizmeta malbatên şehîdan, bi giştî valatiya cewhera her nirxekê bi nav dîmen û ragihandinên demagojiyê pir dike. Bi gêrandina alayê herêmê li kêleka hevdîtina di gel tirkên faşîst lê bi merca firotina wê xaka ku ew al li ser were daçikandin, bi cilûbergên kurdî lê bi merca firotina kurdî bi xwe, navê pêşmerge li çekdarên xwe dikin lê berê fîşeka wan çekdaran didin sîngê şoreşger û lehengên herî welatparêzên vî gelî, direwên zîq di ragihandinan de ku mirovê welatparêz nizane pê bikene yan bigirî, bi vî awayî bi dehan sal in gelê Başûr dixapîne.

Di vê derê de tevgera azadiya gelê kurd li herêmê fedakariyek berfireh di her aliyan de da meşandin ku beşek ji wê bi berfirehî parvekirina zihniyet û têgeha azadîxwazî û welatparêziyê, hem jî kultur û çanda welatparêziyê û zanistê siyaseta serdemyane ya gelerî bû. Bi belavkirina pirtûkên pir dagirtî û watemend, analîzên siyasî, dîrokî û sosyolojîk, bi govarên pir watemend û perwerdeyî, bê beramber, li jêr hemû astengî û givaştinan, bi her rengê bûyî li navçeya Behdînan û Soranan wate gihandine ber mêjiyên razayî ku ez bi salan şahidê zindî yê vê rastiyê me. Kesek im ku bi salan bi çekdariya di nava leşkerên milê Behdînanê de min cih digirt, lê vê tevgerê ez bi hişmendiya xwe qazenc kirim, weke çanda xwe bi bê ko kesê weke endamekê rêxistinî û rotîn ji bo PKK’ê girê bidin, ji bo ku armanca sereke ya tevgera azadiya gelê kurd weke çanda xwe ya dêrîn hişyarkirina takên civakê ye, bi her rengê bûyî, êca çi di xebata rêxistinî de be yan weke hemwelatiyek azad, têgihandin û bizanîn kirina wan erka xwe dizane.

Vê tevgerê hindek dîrokên tarî ronî kirin ku di tevaya dîroka hebûna van de siyasetmedarên sefseteçî yên serdem, qet tu kesî agahî ji wan dîrokan nebûn.

Hindek kilîlên çareseriyan ku heya niha qet derî lê nehatibûn vekerin, hindek lêgerînên kûr ku bi hêsanî ew valatiya derbas nekirî bi bê lêkolînên berfireh nedihatin vekolandin ku tinê bi hişmendiya tevgerek Apoyî nebûba qet nepêkan e bihatana keşfkirin û pênasekirin. A rast dost û dijminan wec ji vê tevgerê girt, lê tenê ji bo ku ev tevger ne dikaneke bazirganiya siyasî ya meaşan bû û weke partiyên din nebû metayê reşbazaran, lewre herkesê karî bê nav nîşan bi pêlekanên wê xwe bilind bike û herî dawî pir kesên wek birayê serokê vê tevgerê û hizaran mînakên wî di çeperê neyaran de bûne kelemê ber sînga vê tevgerê…

Di dema xwe da faşîstê tirk neçar bû TRT 6 ya kurdî veke, lê çima vekir?! jibo ku neçarî wê bû, ji bo ku hevsengiya di navbera ragihandina xwe û ya PKK’ê de dirust bike, ji bo ku bikaribe cîhanê bixapîne û rewatiyê bide terorîzekirina têkoşîna gelê kurd, kurdan bixapîne û ji şoreşa kurdî veqetîne, kewate ew TRT 6 eger PKK nebûya ew jî nedihat vekirin, her weke çawa bi fermiyet nasîna partiyek kurdî li Başûr jî her mînakek ji vê bûyînê ye.

PDK roja ala dadine, roja cilên kurdî dadine, navên gelerî û neteweyî bikar tîne, ger vê neke nikare vê hevsengiyê di navbera perwerda tevgera Apoyî de bide honandin û siyaseta kolderiya xwe ya li hember dijminan birêve bibe.

Tirkê faşîst carna rê dide alayê herêmê tevî serokên PDK’ê biçe Tirkiyeyê, çima?  Ji bo ku li ber çavê cîhanê bi wê semîmiyeta sexte bikaribe rewatiyê bide komkujiyên çandî, cesteyî û siyasî li hember kurdên serhildêr jêr navê terorê.

Wata heke ev tevger nebûya ew ala hema nedihiştin hebe heta ku rê biden biçe Enqereyê. Ev hemû bi sîstematîk li gorî xwesteka dagirkeran ji bo vehandina hawsengiyek reş û necwamêrane û tawanbar têne kirin. Îro jî her çalakvanek li Bedînanê ku tên kuştin, îşkencekirin, zindankirin û cezakirin, hemû bi paşnavê layengirê PKK’ê, endamê PKK’ê yan bi kêmahî helgirê fikrê PKK’ê tên darizandin. Ev heqîqeteke ku dema azadîxwaz xwepêşandanan dikin û dikevin cadê û banga mafxwaziyê digerin û çalakiyan dikin, yek ji wan jî qet di rêxistina vê tevgerê de endam nînin û qet jî biryaran li wan wernagirin lê di cewhera zihniyetî de belê, hişyar bûyê rasteqîneyê bi rêya vê fikrê ne ku wisa bi helwest û înîsiyatif tevdigerin. Çawa ku zihniyeta mirovî ya rêxistina vê tevgerê bi bê beramber û bi xwebexşî û fedakarî wek lehyeka têgihîna îradî belavî cîhanê û bi taybet nava gelê kurd bûyî ew jî hişyar bûne û li gor wê bi înîsiyatifek welatparêzî seferber dibin.

Belku di laperên fîsbok û dengê wan de qet rojekê jî yek ji wan behsa piştgîriya PKK’ê nekiribin jî, belku heman kesên bi zanist û fikr û ramanên vê tevgerê bilind bûnî û gihane astekê, dijbertiyê jî bikin, reşkirin û rexnên tund jî li vê tevgerê bigirin, li demekê ku ew bi xwe jî ketine ber çand û zanista vê tevgera mezin a cîhanî. Ew bi xwe hişyariya wan a heyî berhemê vê tevgerê ye bê ku agahî li ser çawanetiya wê hebin, ev heqîqetek bê hasaye.

Ca tu were hindek sefsetegerên ku haya wan li tu dîraseke milê avedanî û pêşxistinî nin e, hildin û bêjin PKK’ê ji bo gelê kurd çi kiriye? Yan bêjin boçî bihostek xak rizgar nekirî ye?  Bê ku bikarin fam bikin azad kirina qewarek û bihosteka her kujiyeke vê xakê bê guman an bi azadiya zihniyetî dikare encam bigire yan jî bi firotina parçeyên mezin ên din ên Kurdistanê nebe qet nepêkan e, çima? Ji bo ku siyaseta ciyopolîtîkî û ciyostratîjî vê dixwaze, tu nikarî li ser beşekê ala şerefê bilind bikî bê ku bedîlên şerefeke mezintir ji wê tu nedî dijminên çar alî! Lewre îro herçî kesê kêmek welatparêzî û helwestek berpirsyarî bigire ber xwe PDK yekser bi PKK bûnê sûcbar dike, helbet ev selmandinek pir aşkera li ser astê bilindiya kiramet û welatparêziya vê tevgerê û vê zihniyetê ye ku herçî kesê bi rûmet bi endamtiya PKK’ê were tometbar kirin, ji aliyekê jî êdî şerefek pir mezin e PDK’ê dijminê mirov be.