27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peker: SADAT’ê ji El- Nusrayê re çek şandin

Di rojeva Tirkiyeyê de êdî vîdeoyên serokê mafyayê Sedat Peker cihekî taybet digirin û bi milyonan kes bendê ne ku Peker vîdeoya xwe ya nû ya mikurhatinên xwe parve bike. Di demeke gelek kin de bi sedhazaran kes vîdeoyên wî temaşe dikin. Heta niha 8 vîdeo parve kirin û dema mirov vîdeoyên wî dide ser hev lodek mikurhatin ji wan dertê. Axir li Tirkiyeyê girêdayî mikurhatinên Peker tu gaveke şênber û berbiçav nehatiye avêtin.

Peker di vîdeoya xwe ya 7’an de behsa guzergaha anîna tiryak û kokaînê kiribû û diyar kiribû ku kurê Bînalî Yildirim, Erkan Yildirim li ser vî karî ye û ew ji bo kokaînê bîne çend caran çûye Venezuelayê. Her wiha Peker bi ser Soylû de çûbû û gefan lê xwaribû. Ji vîdeoya ewil vir ve Peker qet behsa Erdogan nekiribû û tim wekî “kekê Tayîp” bi nav dikir, digot ku ji teref çend koman ve hatiye dorpêçkirin lewma ew tiştên li ber çavên xwe nabîne. Erdogan heta vîdeoya 7’an jî paç xist guhê xwe û li ser devê xwe rûnişt, girêdayî bûyeran qet tiştekî negot. Piştî demeke dirêj Erdogan axivî û piştgiriya xwe ji  bo Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû anî ziman.

Gelek kesan meraq dikir ka Peker dê li ser piştgiriya Erdogan a ji bo Soylû çi bibêje. Lewra Peker qet nedixwest behsa Erdogan bike û tim wî Erdogan ji her tiştî berî dikir. Piştî daxuyaniya Erdogan, Peker ji ser hesabê xwe yê twîtterê parvekirinekê kir û got ku heke ew bidin zorê û bi ser wî de bên ew ê behsa hin tiştên nû bike. Peker hin tişt gotin û gotinên wî hatin şirovekirin.

Peker û Erdogan jî dê li hev helal bikin

Peker di vê vîdeoya xwe de behsa Erdogan û piştgiriya wî ya bo Soylû kir. Diyar bû ku helwesta Erdogan zora wî çûbû li ser dilê wî rûniştibû. Peker ser vê yekê bi zimanekî sernerm gef li Erdogan jî xwarin û got ku ew ê di vîdeoyên bê de behsa xwe û Erdogan bike. Peker bang li Erdogan kir û wiha got: “Erê kekê Tayîp em ê jî li hev helal bikin”.

Peker di vîdeoyên xwe yên berê de bi tehn û niçan çûbû hin kesan û yek bi yek ew jî îfşa kiribûn. Her wiha Peker niçandibû meseleya Sûriye û Îranê jî. Di vê beşê de Peker behsa meseleya Sûriyeyê kir û hin tiştên muhîm gotin.

Projeya Peker û çekşandina Sûriyeyê

Peker behsa tirên Rêkxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT)kir ku di navbera 1’ê çileya 2014’an û 19’ê çileya 2014’an de li navçeya Kirikhanê ya Hatayê û li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê ji bo hêzên paramîlîter çek û cebilxaneyeke leşkerî dişandin Sûriyeyê. Peker der barê destgîrkirina tirên MÎT’ê wiha got. “Piştî tirên MÎT’ê hatine girtin tiştekî wiha hat bîra min: Ji bo em hestên gelê xwe yê turkmenên Bayirbucakê re bibin bersiv, ji wan re bibin moral em li ser projeyekê fikirîn ku li gorî projeyê me yê gelek ÎHA, kinc, bêtêl, êlekên hesinî, filan bêvan ku bi hejmareke gelek zêde bû bişînin Sûriyeyê. Me ji bo vê projeyê bi hevalekî xwe yê parlamenter re xeber da. Wî daxwaza me ragihand deverên ku diviyabû bo wan bê ragihandin. Pişt re wan got “Em hinek tirên zêde bidin we bila bi tirên we re derbas bibin. Ev tir li ser navê Konvoya Sedat Peker çûn.”

SADATê ji ser min çek ji El- Nusrayê re dişandin

Peker destnîşan kir ku wê gavê wêneyên wan di çapemeniyê de cih digirtin. Peker ji bo tirên ku ser navê wî diçin dibêje: “Me digot qey ew tirên din ên li ser navê min tên ji hinek turkmenên din re diçin. Em nizanin ka di wan tiran de çi heye, ez nizanim lê çek hene, ma qey em zarok in. Ev jî normal e, hewce ye. Lê ev li ser navê MÎT’ê nayê organîzekirin. SADAT vê bi rê ve dibe. Ji teref ekîbeke di nav SADATê ve tê birêvebirin. Yên xwe ez ser navê xwe û bi pereyê xwe distînim, lê tu eleqeya min bi yên din tune ye. Li ser navê min diçin, tu zebt nayên girtin û mudaxele tune ye, qeyd tune ye, yekser derbas dibin. Pişt re min gelek maşîneyên Mîtsubîshî şandin. Wan got “ka hinekî bide me jî em ê bidin çekdarên xwe”, min got temam. Turkmenan bi rêya vîdeoyan spasiya xwe dikirin, digotin me maşînan wergirt. Lê ji nav wan çend heban bi erebî xeber didan û hevalên me yên Turkmen gotin ku ev “çekdarên El- Nusrayê ne”. Erê ev ji ser min diçin. Ez ji dil dikim lê min neşandin. SADATçiyan şandin. We bi Velî Kuçuk veşart ne wisa?”

Serokkomariya xizman bazirganiya Sûriyeyê dike

Peker di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên bazirganiya li Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo hûn li Sûriyeyê bazirganiyê bikin divê hûn çi bikin gelo hûn dizanin? Metîn Kiratli beg heye, serokê karên îdarî yê serokkomariyê, divê hûn biçin kuliyeyê. Lê ne ji bo karên 2-3 kamyonan, karên mezin, qaçaxçîtiya petrola xam, çay, şekir, aluminyom, sifr û erebeyên kevnînû. Pereyeke bi milyardolaran. Kî ji bo têkoşîna Sûriyeyê pere da, dewletê. Kî hat şehîdkirin, milet. Piştî ku we ji wir destûra erêkirinê wergirt, koma MÎTê heye. Murat Sancak, Ramazan Ozturk, hemû hiyerarşî li wir in. Piştî wn jî erê kir û destûr da, berpirsê El- Nusrayê yê îqtisatê heye, Ebû Ebdurehman, carina navê Ebû Şeyma jî diemilîne, niha bazirganî bi vî awayî tê kirin.

Albayrak ji bo vê bazirganiyê serê xwe diêşîne

Peker behsa pereyê petrolê jî kir û wiha got: “Hûn dizanin Berat Albayrak li ku ye, hûn tim lê digerin. Mala Murat Sancak heye, li aliyê Hadimkoyê, Beylikduzuyê, li wir dimîne. Bi  hev re ne. Gelo em têkevin Sûriyeyê, belê divê em têkevinê, gelo em lê bimînin, belê divê em lê bimînin, lê gelo çima pereyên wir qet ji bo dewletê nayên?

Peker di dawiya axaftina xwe de dîsa berê xwe da Erdogan û got ku em ê der barê kekê Tayîp de jî biaxivin, heke ez bixwazim ziyanê bigihînim dewletê dest ra ez dikarim meseleyê zirze bikim kes jî nikare li dijî wê îspatekê derbixe holê.