26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşangeha Ş. Herekol a pêncemîn pêk hat

Mihemed Seyid

Pêşangeha şehîd Herekol a pêncemîn di 29’ê tîrmeha 2021’ê de dest pê kir. Pêşangeh xwedî çil û çar baskên pirtûkan bû. Di her beşekî de hemû ziman peyda dibin. Çi zimanê biyanî bin, çi jî ereb, farisî, kurdî tevlî hemî zaravayên xwe. Nêzî 125 hezar pirtûk hatine pêşkêş kirin. Di nava wan çalakiyên wêjeyî û nivîskariyê de ev çalakî jî xwedî rolekî gelekî mezin e. Qîmetdayîna herî mezin didin çanda xwendin û nivîsandinê. Bi taybet jî weşanxaneya Şilêr jî gelek pirtûkên bîrdozî, polîtîk, civakî û cur bi cur çap kirin. Ev yek jî gavekî hêja ye. Yek ji wan pirtûkên ku hatin çapkirine ew jî cilda duyemîn a Rûpelên Jînê bû, nivîskara wê jî Nêrgiz Ismayil e. Li ser naveroka pirtûkê wiha vedibêje:

Nêrgiz Ismayil: Dayik ne tenê nirxê herî buha di jiyanê de ye. Dayika jiyan bi xwe ye, kaniya jiyanê ye. Dema min dest bi nivîsandina jiyana dayikan kir ev mîna pirojeyekê min girte dest. Jiyana dayikan nebe nivîsdin mîna ku dîrok wê neyê xwendin. Di hundurê her dayikekê de jiyanek, çîrokek û dîrokek veşartî heye. Taybetî dayikên Mezopotamiyayê. Ne tenê ên kurdan. Gelekî xemgîn dibûm gava dayik diçûn ser dilovaniya xwe û jiyana xwe bi xwe re dibirin bin axê, tenê xizm û malbata wê hinek ji jiyanê wê dizanîn. Ev yek cihê mixabiniyê ye.

Pêşengha şehîd Herekol jî derfetên gelekî binirx ji bo nivîskar û xwendevanan vedike ku berhemên nirxdar derkevin. Di pêşengeha çaremîn de cilda 1 mîn hate çapkirin, di ya pêncemîn de jî cilda 2 mîn çapû. Ev yekî dide diyarkirin ku şoreşa rojavayê Kurdistanê ne tenê nirx da rizgarkirina leşgerî di heman wextê de nirxa hêja daye pênûsê, nivîsandinê û xwendinê. Civakên bê berhem ew civak sêwiyê zanebûnê ne, di nava cehaletê de dimînin. Bêguman her berhmeke helwesteke, di her helwestê de şînkirina dîrokê ye.

Di hizira min de her pêvajoyê de ew wêjeya devokî ku hîna jî dayik pê dipeyivin gelekî bi nirx e. Weha jidilê xwe dipeyivin, bi zelalî, bi hest, bi raman, dizanin zimanê, hizir û hestên xwe bikin yek. Ev taybetmendî li gel mirovên ku xwe pêşketî dibînin ango nûjen dibînin nemaye. Lewra ew kilam, helbest û çîrokên wan divabe bibin malê dîrokê. Di êşa dayikan de berxwedaniyên gelekî hêja hene. Dîrokek zindî heye lewma hetanî bikaribim ez dê xwedî li wê dîrokê derkevim ev yek ji bo min mîna erkekî dîrokî ye ku tenê bikaribim deynê şevekê ji wan şevên sar gava ez qêriya me û dayika min ji xewê rabû û lêvên min bi şîrê xwe şil kiriye.