6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qaşo xwenda ye

Ez li basê siwar bûm. Li kêleka pîrekê rûniştim. Di rê de pîrê telefona xwe dirêjî min kir û got kurê min navê Fatê derxîne ez lê bigerim. Min li lîsteya navan nerî, min kir û nekir navê Fatê nedît.

Min got dayê wele navê Fatê di telefona te de tune ye. Got çawa tune ye lo, ka navên di telefonê de bixwîne. Min got, Oslam, Eyşê, sosin, Şêxo û kerîmo…..Got ha ew ha Kerîmo.

Min got pîrê ka Fatê tune ye. Pîrê got; Qaşotiro tu xwenda û zanayî kuro mane Kerîmo hevjînê Fatê ye lawo. De îca hesab li ba we, min çiqasî anî bîra xwe di dibistanên min xwendiye de tu caran dersa ku Kerîmo mêrê Fatê ye min nedîtibû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê