Rojnameya Heftane

Rengê parastinê; şînok

Li gorî baweriyên Mezopotamyayê dayik ji bo zarokên xwe yên nû hatine dinê ji xirabiyan û îblîsan biparêzin, nivişteke şîn ku dişibe çavên rengşînok ên xwedawend Îştarê bi kar dianî

Navande Nûçeyan

Di roja me ya îro de di nav gelek civakan de bi taybetî jî di nav jinan de baweriyên gelek xweş ên xwe dispêrên baweriya xwedawendan hene. Yek ji wan baweriyan jî şînok e.

Baweriya şînokê ku xwedî dîrokeke kevnar e û di nav jinan de bêyî ku bê zanîn ka şekl û rengê wê xwe dispêre kîjan rastiyê, gelek zêde ye.

Li gorî tê bawerkirin şînok rêbazeke xweparastina ji xirabiyan e. Li gorî baweriyê kesên şînok pêve be tu xirabî nêzî wan nabe. Bi taybetî ev bawerî di parastina zarokan de xwe dide der. Dayik ji bo parastina zarokên xwe yên hatine dinê şînokekê bi wan ve dikin û bi vî awayî zarokên xwe diparêzin.

Ev bawerî di gelek çand û olan de heye. Bi gelemperî şiklê şînokan dişibe çavan. Li gorî baweriyê mirov bi çavên xwe cîhanê nas dike û çav çavkaniya destpêka derketina her cure fikrên xirab û baş tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ji bo parastina ji çavan şînok tê bikaranîn. Jixwe di dema me ya niha de, hema bêje di hemû malan de şînok hene.

Dîroka hezaran salan

Li gorî lêkolînên hatine kirin baweriya şînokê xwe dispêre 3 hezar 300 sal Beriya Zayînê (B. Z.) û li kolanên Tell Berakê ku yek ji bajarên herî kevn ê Mezopotamyayê ye û niha bi ser bajarê Hesekê ve ye, şînok hatine dîtin. Şînokên di wan lêkolînan de hatine dîtin naşibin şînokên dema me ya niha.

Jixwe mirov dema bala xwe dide wêneyên li ser dîwaran hatine çêkirin, dibîne ku gelek şiklên çav ên bi rengê şîn hene. Di her serdem û şaristaniyê de şikl û çîroka çavan cuda ye lê dawiya dawîn hemû tişt tê li ser parastinê disekine. Bê îstîsna, di her serdem û şaristaniyê de çav xwedî wateya parastinê ye.

Şînok rengê xwe yê şîn ji ku digire?

Li gorî baweriyên Mezopotamyayê dayik ji bo zarokên xwe yên nû hatine dinê ji xirabiyan û îblîsan biparêzin, nivişteke şîn ku dişibiya rengê çavên xwedawend Îştarê bi kar dianîn. Wekî ku tê zanîn xwedawend Îştar her çiqas wek xwedawenda evîn û bereketê bê naskirin jî di taybetmendiya wê de parastin jî hebû. Li gorî baweriya jinan divê rengê niviştê şîn bûya, ji ber ku rengê çavên xwedawend Îştarê şîn bûye.

Yanî rengê şîn nîşaneya xwedawend Îştarê bû. Heta ji ber vê yekê peresgeha Îştarê ya dema Babîlan jî bi rengê şîn hatiye xemilandin.

Ev rengê şîn ê xwedî dîrokeke kevn e, bi demê re piştî derketina baweriya yekxwedayî û li nav civakê avakirina serdestiya mêr, wek şirîk hat dîtin. Tenê ne şînok gelek baweriyên ku xwe dispêrên çanda xwedawendiyê ji aliyê mêran ve yan aydê mêran an jî wekî şîrik hatine dîtin.

Domandina çandekê

Wekî di baweriya şînokê de jî em dibînin jin tevî hemû êrîşên baviksalariyê (bi taybetî mêr ji bo tunekirina civakbûnê her tim berê êrîşên xwe dane nirxên ji aliyê jinan ve hatine avakirin) baweriya xwe ya xwedawendan bi rêyên cuda domandine. Her çiqas di roja me ya îro de, rastiya van baweriyan neyê zanîn û wek baweriya bêbînî bê dîtin jî, ew bawerî bi awayekî xwe didin domandin.

Divê ev baweriya ku çand, ol û sînorên erdnîgariyan derbas kiriye û her çiqas bi awayekî baş neyên zanîn jî tenê wekî moriyek ango modayê neyê dîtin. Şînokê di destpêka şaristaniyê de hebûna xwe parastiye û baweriya mirovahiyê dide der. Ji ber ku di bin her baweriyê de rastiya mirovahiyê ya ku li dor jinan hatiye avakirin heye.

Divê em ji bîr nekin di her çend û baweriyên ku ji aliyê jinan ve tên domandin de şopa xwedawendan heye. Heta di baweriyên yekxwedayî de ku her çiqas di roja me ya îroyîn de ji aliyê pergala serdestan ve bê înkarkirin jî çanda xwedawendiyê her hebûye û heye.