27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina jinan a Rojava serdena Tunisê kir

Endamên Komeleya Jîn a Jinan û Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star, li Tunisê bi gelek rêxistin û jinên aktivîst re civiyan. Di nîqaşan de jinên Kurd, şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan nasîn û rêbazên xurtkirina xebatên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Seroka Komeleya Jîn a Jinan a Lubnanê û endama Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Zêneb Mihemed di serdana Tunisê de bi gelek rêxistin û kesayetên çalak, aktivîst û saziyên jinan re hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtin û civîn bi Yekitiya Nîştimanî ya Jinan a Tunisê, Komeleya Jinan a Lêkolîn û Geşepêdanê ya Jinan, hevdîtina bi Dr. Emîme El-Cebûnî, bi endama Desteya Rêveber a Weqfa Parastina Mafên Mirovan a Tunisê, endama Komîteya Jinan a Partiya Tevgera Tunis ber bi pêş ve Ehlam Yusif, seroka Komeleya Piştgiriya Însiyastîfên Warê Cotkarî Selwa Kino, çalakvana warê Têkoşîna Jinan Dr. Emal Qiramî, pispora zanistên islamî û mamosteya peymangeha zanistên islamî ya Tunisê Dr. Neciye El-Werîmî, endama Rêxistina Hevbendiya ji bo Wekheviya Mîrasê ya Tunisê Selwa Qîqe re hat kirin.

Di hevdîtinan de pênasekirin û dîtina rêbazên xurtkirina xebatên hevbeş, veguhastina tecrubeyan li ser rastiya têkoşîna jinan, danasîna doza jinên Kurd a bi giştî û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin.

Di serdanê de li navenda Komeleya Jinan a Demokratîk a Tunisê bi tevlêbûna nivîskar Naîle El-Zoglamî û endama desteya rêveber a komeleyê Fethiye Hîzim re gelek çalakî hatin lidarxistin.