26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedat Peker bi berdewamî behsa qirêjiyan dike

Serokmafyayê tirk Sedat Peker vîdeoya xwe ya 9’an jî parve kir û di vê vîdeoyê de jî hin tiştan mikur hat. Di  vê vîdeoya xwe de behsa Metîn Kulunk, Suleyman Soylû, Yildirim Demîroren, Tayîp Erdogan, Veyîs Ateş, Rasîm Ozan Kutahyalî jî kir. Naveroka vîdeoya Peker wiha ye:

Soylû gelek kesan hişyar dike

Peker di vê vîdeoyê de behsa Sezgîn Baran Korkmaz jî kir û got ku hem li Tirkiye hem jî li Amerîkayê li pey Korkmaz in, lê digerin. Peker diyar kir ku gazî Korkmaz dikin da ku bê Wezareta Navxweyî, 45 milyon dolar deynê Korkmaz li ser karsazekî heye û wiha got: “Suleyman Soylû ji Korkmaz re dibêje, der barê te de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derkeve derveryî welat. Haya jorê pê heye, vî pereyî jî jê bibe, dê pirsgirêk derkeve. Jor jî kekê Tayîp e. Rasîm Ozan Kutahyalî jî ji vê ekîbê ye.” Ser vê hişyariya Soylû Korkmaz 45 milyon dolarî qebûl dike û derdikeve derve.

Rê û dirbên bertîlxwariyê li cem şaredaran

Her wiha Peker behsa bertîlxwarî û nelirêtiyên di nav şaredariyan de diqewime jî kir û wiha got: “Dema tu diçî bertîlê didî serokên şaredaran ew disilikin, ji te pere wernagirin, dibêjin belkî bi kamerayeke veşartî vê yekê dikşînin. Dibêjin komeleyeke me heye here li wir vî pereyî wekî alîkarî bexşî wir bike. Tu diçî pere didî wir dû re tu çi bixwazî wê dikî.”

Peker behsa şirketa Soylû jî kir û ev tişt anîn ziman: “Engîn Sîgorta ku şirketa malbata Suleyman Soylû ye 57 qat mezin bûye. Tu yê di dîwana bilind de bêyî darizandin. Palpişt û delîlên min jî hene.”

Peker di vîdeoya xwe de gef li rojnameger Veyîs Ateş jî xwar û diyar kir ku ew di bin xizmeta Soylû de ye û got ku ew ê di demên pêş de bêtir behsa wî jî bike.

Bihêle bila kurê te xeber bide

Peker behsa Bînalî Yildirim û kurê wî Erkan Yildirim jî kir û wiha got: “Bînalî Yildirim derketiye kolanan lawê xwe diparêze. Ne hewce ye tu lawê xwe biparêzî jixwe. Lawê te di nav 15 salan de serweteke bi milyardolaran ji xwe re çêkiriye. Em tenê ya Holandayê dizanin. Ma qey kurê te famkor e, bihêle bila ew xeber bide.”

Demîroren deynê xwe nade

Peker di vîdeoyên berê de behsa Yildirim Demîroren jî kiribû. Di vê vîdeoyê de jî dîsa behsa Demîroren kir û serdegirtina xwe ya rojnameya Huriyetê bi bîr xist û wiha got: “Aydın Dogan tirsiya, ber wê yekê wî ev cih dan. Wî  hemûyan da 750 milyon dolarî. Lê her yek ew qas dikir. Zîraat Bankasiyê 750 milyon dolarî da. Zîraat Bankasi ya kê ye? Ya dewletê? Dewlet ya kê ye? Ya gel e. Vî heqlebazî qurişekî wî pereyî paş de neda.”

Ji bo hilbijartinan pere daye Metîn Kulunk

Peker di vê vîdeoya xwe de behsa îdiaya 10 hezar dolarî ya ku dida parlamenterekî  kir û got ku ne kesek tenê bû, gelek kes hebûn ku min ji wan re pere dişandin. Min ji kesî re 10 hezar dolar neşandiye, min zêdetir pere şandiye. Li gorî îdiaya Suleyman Soylû parlamenterkî AKP’ê ji Peker 10 hezar dolaran distîne. Gelek kesan got ku yê 10 hezar dolar ji Peker distîne Metîn Kulunk e. Metîn Kulunk endamê AKP yê Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî ye û nêzî Erdogan e. Peker diyar kir ku min û Kulunk xeber daye lê dûre ew çûye li pişt min xeber daye. Peker got ku min dema hilbijartinan pere datînî erebeya Kulunk.

Meseleya Sûriyeyê hê jî şolî ye

Ji bilî vê vîdeoyê duh Peker ji ser Youtubeyê axaftina xwe û Serdar Ekşîoglu jî parve kir. Peker axaftina xwe mîna ya Hadî Ozişik tomar kiribû û ji bo rojên xwe teng hiştibû ku ifşaa bike. Peker îdia kir ku Ekşîoglu li pişt wî ketiye nav keftûleftên cuda. Di vîdeoya duh de Peker û Ekşîoglu behsa çekên ku derbasî Sûriyeyê kirine dikirin. Serdar Ekşîoglu zavayê Erdogan tê û xwediyê şirketa belavkariyê ya Lazoîlê ye. Peker got ku dema me çek dişandin tu jî li wir bûyî.

Erê Peker behsa Sûriyeyê dike lê belê hê jî hin hêlên vê mijarê şolî ne. Jixwe tu kes derneket ser îdiayên Peker lêpirsîn neda destpêkirin. Ji ber vê yekê jî hikûmet hewl dide bi rojevine din van kiryarên xwe veşêre û binuximîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê