26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sembolên fantastik ava dike

Hunermenda Elman-Pakîstanî Jasmin Siddiqui, bi navê xwe yê din Hera, bi gelek dsîplînên hunerî re mijûl e. Jasmîn yan jî Hera, bi berhemên xwe yên grafîtîyê tê naskirin û wê gelek karên îllostratorî jî kirine. Her wiha di warê helbestkariyê de jî xurt e. Jixwe, tabloyên wê yên dawiyê encama helbestkariya wê ne. Wê sembolên fantastîk ava kirine û çîrokên xwe yên helbestî bi rêya van sembolan tîne ziman. Fîgûrên wê, xasma mirov in, mirovên ku postê heywanan li ser serê wan hene, nîşan dide. Hera li bin van tabloyên xwe çend rêzikên helbestên xwe jî parve dike û eşkere dike ku helbest bandorê lê dike.

Berhema wê ya bi navê “Bijî û hîn bibe” afirînerî û tabolyên wê yên helbestî çêtir nîşan dide. Di tabloyê de zarokek heye, rasterast li çavên temaşevanan dinihêre, weke ku ruhê me dixwîne û hestên me meraq dike. Herayê, tiliyên zarokê di feqa mişkan de xêz kiriye û li ser serê zarokê jî serê mişkekî heye. Herayê li bin tabloyê wiha nivîsiye, “Jidil jî ez baş im.” Lê ev îronî ye, mirov dibîne ku zarok ne baş e û xemgîn e. Hera, dixwaze bi van sembolan bibêje, bi çavekî ne baş li jinê mêze dikin û dixwazin bi vî awayî ji jinê xelas bibin û ji lewre weke çareseriyê feqa mişkan bi kar tînin.

Ew bi van tabloyên xwe vê helwêstê rexne dike.

Xebatên Herayê, nêzîkatiya wê û helwêsta wê jî derdibirin. Hera dibêje, “Ez herî zêde ji kesên ku di tarî û tengasiyê de tiştên xweşik diafirînin, hez dikim. Ez ji çanda grafîtiyê têm, berê ez li kolanan li nav çopan li tiştan digeriyam da ku ji bo hunerê xwe bi kar bînim. Ez jî weke mişkekî li kolanan di nav çopan de bûm û min dixwest ji wir tiştan derxim ji bo hunerê xwe.”

Hera gelek dspîplînên hunerî tîne gel hev (grafitî, îllustrasyon, helbest) û bi van jî berhemên xwe diafirîne. Ew bi berhemên xwe yên xweşik xwe ji feqê rizgar dike û nakeve destê kesên dûrî hunerê.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka