26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokan ya Şerzan Kurt dest pê kirin

Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya 11’an a Şerzan Kurt ya sala 2021’ê dest pê kirin. Pêşbazî di çarçoveya çîrokên bi kurdî û tirkî de tê lidarxistin. Dîroka dawî ya serlêdanê 15’ê îlonê ye. Her wiha piştî encaman xelatên pêşbaziyê dê di 15’ê îlonê de bên dayîn.

Îsal di lijneya nirxandinê ya çîrokên kurdî de Çorê Arda, Rengîn Kardelen, Burhan Tek, Mûrad Dildar, Ferhadê Mihemed û Omer Kurt (bavê Şerzan Kurt) cih digirin. Her wiha di lijneya çîrokên tirkî de jî Bîrgul Sevînçlî, Gamze Guler, Suzan Bîlgen Ozgun, Menekşe Toprak, Şengul Can û Nejla Kurt (diya Şerzan Kurt) cih digirin.

Têkildarî pêşbaziyê Serokê Egitîm Sen a Êlihê Nurettîn Şîmşek axivî. Şîmşek di axaftina xwe de diyar kir ku polîsê bi navê Gultekîn Şahîn ê ku Şerzan Kurt kuştibû berê li Êlihê dixebitî û malbata Kurt nas dikir. Piştî ku tayîna wî ji bo Mûglayê derket li wir Şerzan Kurt kuşt.

Şîmşek di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bîranîna Şerzan Kurt a bi rêya pêşbaziyê û wiha got: “Ji ber ku qeyûm hatiye tayînkirin ev 5 sal in beşdariya di pêşbaziya çîrokan de pir hindik çêdibe. Lê belê hêviya me ew e ku em îsal merasîma xelatê bi awayekî girseyî li dar bixin.”

Şîmşek di dawiya axaftina axaftina xwe de got ji ber ku di vê pêvajoyê de herî zêde zimanê kurdî rastî êrîşan tê em ê xêncî kesên di warê çîrokê de bi ser ketine xelatê bidin kesên ku li ser kurdî dixebitin jî. Armanc ji vê yekê piştgirîkirina zimanê kurdî ye.

Şerzan Kurt xwendekarê Zanîngeha Mûglayê bû, di 12’ê gulana 2010’an de di bûyerên xwendekaran de bi çekê hatibû kuştin. Egîtîm Sen a Êlihê ji wê salê vir ve li ser navê Şerzan  Kurt pêşbaziyên çîrokan çêdike.