Rojnameya Heftane

Strana helbestê: Yûnûs Dîşkaya

Hin kes hen e, ne hewce ye mirov pesnê wan bidin ji ber hunera wan, wan dipesinîne. Lê ji qewlê Ehmedê Xanî, ji Kurdî re: 'çi bikim ku qewî kesad e bazar” Dixwazim çend tiştan li ser dengê Yûnûs û muzîka wî bibêjim. Gava yên cara…

Pirtûka kilamên Radyoya Êrîvanê

Ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurd-Alman (Deutsch Kurdisches Kultur Institut) û Kurdisches Musik Und Kulturerbe E.W. (KMK) pirtûka bi navê ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ ku ji 4 cildan pêk tê…

Şewata di nameyan de

Ji bilî ragihandina rewş û agahiyan, bi min name –xasma jî yên hûbê û yên ku bi tu rê û rêzikan ve negirêdayî– parîyekî jî vebêjeya gilî û gazincan e ya ku hema di henga hinartinê de dil û hinav jî (bêguman yên sotî ku ne bi tenê wek nîgaşî, bêhtir wek veguhastina hestên ku colî ser serê şandyarê/î bûne) pê re diçe. Di rûbirûbûnê de ji wê/wî kesê/î ku jê re ‘name’ tên nivîsandin (şandin qonaxeke din e), arezû û daxwaza ku dibe sedema bingehîn ya name nivîsînê, bo demeke kurt ji holê rake jî, nabe dû û dermaneke heta hetayê. Çi kû name, xasma jî yên nûseran, şer û pevçûneke din e ya ku di cîhana razbar ya peyvan de tê birêvebirin. Êdî ne girîng e wekî bervêderekê/î nameyê hebe, lewre ji bo cîhanê gişî hatiye nivîsandin. Mayakovskî ji Lîlîyê re ta bi derziyê ve dikir; “Roj pê ve bes li tiştekî difikirim, gelo, qasek bi şûn de ez ê ti nameyan ji te werbigirim yan na? Ji ber hindê ye ku bîhna nameyan tê ji yên min.” Kafka Mîlenayê di xewna xwe de didît; “Tu dibûyî ez, ez dibûm tu, paşê, nizanim bê çawan, êgir bi laşê te diket, êgir bi paçekî dihat vemirandin û bi sakoyekî ku ketibû destê min, min radibû li te dixist…”

Gava min nameyên di pirtûka Firat Cewerîyî[1] de xwendin –bi ya min berhemeke gelekî hêja ye–, ji xên heqîqeta kambax û deroderbûnê ya ku Tanîn Molnazadeya Mîdyayî –qasek bi şûn de ez ê behs jê bikim–, bi boneya derketina kovara Jînê, di nameya xwe ya sedsala çûyî de nivîsandî de qal dikir hate bîra min ku bi van nameyan re, heqîqeteke din jî ku mêr ew fena razekî li pişt heft derîyên pola veşartibûn, derdiket mexderê. Ne ku wêjeya kurdî lap di destê mêran de bû û serbara ser jî, tunebûna nivîskar, her weha xwînerên jin bûn, nexêr, ev jî hebû, belam kêşe, di pênasekirina heqîqetê de bû, ku bi çîroka şert û mercên welêt re (reva me ya jênager) rê li ber bişaftineke din re vekiribû.

Jin, katibên me bûn û nusxeyên me yên berbelav li tilînivîskê dixistin. Jin, wêneyên me yên zerhimî berhev dikirin û ew li gorî xebatên me yên giranbuha disenifandin. Jin, dayika zarowan bûn û di nameyan de, bi tenê hêjayî kêfxweşîdaneke ji rêzê dihatin dîtin. Razek wisa bû ku Charles Baudelaire di Diltengiya Parîsê de digot, “Kêlîyekê min hewl da wekî serwext bibim bê ev raza han çi ye ne çi ye; dû re xemsariyeke jênerev xwe da ser dilê min û di bin nîrê wê bêxemiyê de, ji wan yên ku cinawirên xwe hilgirtibûn bêhtir ji çokan ketim.” Wekî ku hebûna wan bi tenê bi vê raza ku ez bixwe jî nizanim bê çi ye, kîp girêdayî be. Dîrok? Nexêr, ev çemka han, di boçûnên Derridayî de weke navekî taybet hatibû bikaranîn. Derrida di berhema xwe ya bi navê Act of Literature’yê de, li ser helbestên Paul Celanî hûr bûbû û di boçûna xwe de sê xalên sereke danîbûn pêşiya me, ku yek ji van jî, hêjayiya nameyê bû, ya ku di nav sînorên sexta remzan de (wek destnîşankirina cî, dîrok û saetê) mabû;“Herkesê/a ku sal, roj, cî, bi kurtayî ya/yê ku mewcûdiyeta ‘li vir û niha’yê tomar dike, di vêkira tomarkirinê de dibe şahidê mewcûdiyeta xwe jî.” Lêbelê a min bêhtir şaşûmetelmanek bû li hember nameya kurt a Rewşen Xanimê ya ku bi tirkî nivîsandibû! Ku em bên ser nameya Tanîn Molnazadeya Mîdyayî, bi gotinên Sylvia Plathê bibêjin; “Belkî jî hemû ew nameyên boçûna hişê qiştik û bizdiyayî, ji nû ve û ji nû ve qal ji vê dilbêjiyê, ji vê rêzeşayîşên ku ji nişka ve derdiketin holê, dikir.”

Di 25’ê rêbendana sala 1918’an de (Qanûn-î Sanî 1335) bi şûnenavê Tanîn Molnazadeya Mîdyayî (Mîdyali Tanîn Molnazade), di kovara ‘JÎN’ê[2] de [Çapxaneya Necm-î îstiqlal, Hejmar 9] nameya mamosteyekê/î hatibû weşandin ku di ‘munderecat’ê (naverok) hejmara navborî de, wekî din çi salix û silûxnehatibûn dayîn. Name ji desteya rêveberiya payebilind a kovarê re hatibû şandin ya ku bi van gotinên bexşînxwaz (ku han dida me wekî em ên têkçûyî, li têfikirîna toreya dab û nerîtên kurdayetiya sedsala bîstan ya li Stenbolê bercestebûyî vebigerin) dest pê dikir; “Ezbenî! Ji tirs û şayîşa ku ez ê nikaribim li ser gotina xwe bimînim, li hemberî komeleya we bi rastî jî fedîkar û dilzîz im. Çend sedem hene wekî rê li ber pêkanîna vê peywirê girtine û hêviya min ew e ku bi pêşkêşkirina van, bexşa we jî bi dest bixim. Ya yekan, şewata ku mal û milkê min pê re çûbû bû, ya ku ez jî bi xwe re têkbirim. Vê karesatê kir ku ez karîna xwe ya hizrî wenda bikim ya ku xwebûna min jî noqî nav reştariyê kiriye. Ya duduyan, bi bandora ruxîner a vê karesatê, ev demek e bi cî ve hatime girêdan. Ya sisêyan (hênceta min a herî mezin ev e) ji bextreşiya min e ya ku dest nade wekî li pêşberî neteweya xwe ya torin û mêrxas, çend rêzikan li xameyê xim.”

Ne Stî Tanînê û ne jî desteya kovarê, di der heqa vê şewatê de çi agahî nedabûn ber destê xwîneran, wekî kîjan şewat bû, di kîjan salê de û li ku qewimîbû. Lêbelê, li gorî agahiyên ku Agirkujiya Stenbolê didan, di sala 1918’an de, ango di nav salekê de li van deverên Stenbolê şewat derketibûn; li Yenikoyê 80 xanî, li Uskudarê 82 xanî, dîsan li Uskudarê 230 xanî, li Cîbalî-Altimermerê 7500 xanî, li Buyukdereyê 78 xanî, li Vefayê 500 û li Kasimpaşayê 381 xanî şewitîbûn. Helbet, em bi esehî nizanin wekî qala şewata li kîjan deverê dikir, ya ku ew bi cî ve girêdabû. Hagop Baronyan, di pirtûka xwe ya bi navê İstanbul Mahallelerinde Bir Gezinti’yê de (Geşt û Gerek Di KûçeyênStembolê De), gava qala Gedikpaşayê dikir, meseleya şewatê jî dianî zimên; “Şênîyên vê taxê ji zimanê hevûdin fam nakin, zimanê wan li nav hev ketiye. Ji şewata dawîn ve ye ku ji hemû taxên Stenbolê û koçberên ku ji Anatolyayê hatine, qesta vir kirine.”

Tanîn Xanê, pariyek di pêş de, qala dûrketina xwe ya ji welêt dikir ya ku bi dû bûyereke diltezin re rû dabû û çaxa bi malbatî terka Kurdistanê kiribû jî, li gorî ku digot, ew hîn zarok bû: “Ez kurd im û bi kurdbûyina xwe jî şanaz im. Mixabin seba karesatekê ku bi mirinê encam da, hîn ez zaro bûm me terka welêt da. Ji ber ku di der heqa neteweya xwe de vekolîn û zanyariyên min nîn in û ji bo rûpelên kovareke payebilind a fena JÎN’ê, bi nivîsarên xwe yên bêvac, pelepûç û paşmayî neherimînim, ji vê rûmetê bêpar mam. Van nivîsarên min yên bêqîmet yên di navbera hilatina bîr û boçûnên ronak û zerengiya berfireh de, dê cîyekî beredayî bigirtana.” Stî Tanînê derdê dilê xwe dirêt, wekî çawan û bi çi hêviyan dest bi mamostatiyê kiribû ku îro ro kesera dilê xwe jê birî be jî, mala felekê bişewite nikarîbû bibe mamosteyeke qewîn ji bo zarokên belengaz yên gelê xwe yî bixîret ku hatibûn jibîrkirin.

A girîng feraset û dilnizmî ye –yan jî diviya wisan bûya– ya ku her ku diçe kêmtir dibe û pozpilindiyeke ku hêza xwe ji famkoriyeke vegir digire, tê û dikeve şûnê. “Ji ber ku ji hêla zanîn û xuypakiyê ve xwe ji we gelek û gelek kêm dibînim, newêrekiya min bibexşînin.” Em ji nameyê têdigihin wekî Stî Tanînê, gelş û gelemşeyên gelê xwe, weke pirsgirêkeke neteweyî û dadmendiyê (hiqûqê) didît.

[1] Name Bo Firat Cewerî, Avesta, Stembol, 2020.

[2]Li gorî zanyariyên birêz M. Emîn Bozarslanî, di xebata xwe ya bêhempa ya li ser kovarê dide me, “Kovara Jînê di payiza sala 1918’an da li Stenbolê dest bi derketinê kiriye. Wisa tê zanîn ku organa neresmî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bûye. Jîn 25 jimare hatîye weşandin.” JÎN, Kovara Kurdî-Tirkî, 1918-1919, Cild II, Wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latînî: Mehmet Emîn Bozarslan. Tarîxa çapê: 1985, Weşanxaneya Deng, Uppsala, Swêd.