26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna li dijî çanda tecawizê demdirêj e 2

Xweparastin wek amûra bingehîn a li dijî çanda tecawizê

Bi lêkolîn û îstatîstîkan êdî yekcar aşkera bûye ku rê û rêbazên li dijî çanda tecawizkar a ku ji hêla sazî û dewletan ve qaşo tên meşandin tu encameke serkeftî dernaxînin holê. Lewre hemû lêkolîn û îstatîstîk nîşan didin ku êrîş û şîdeta li ser jinê û bi taybetî destdirêjî li seranserê cîhanê kêm nebûye, heta roj bi roj zêde dibe. Mirov divê bipirse: çawa dibe ku ev polîtîka û stratejiyên ji 50 sal in zêdetir in, li dijî şîdeta li ser jinê tên meşandin tu encameke erênî dernexistine holê. Piştî têkoşîna tevgerên jin û femînîstan piştî salên 1960’î dewlet û gelek saziyên derveyî hikûmetan (NGO) plansazî, peyman û bernameyên demdirêj xistin meriyetê û bi van awayan xwestin rê li pêşiya newekheviya zayendan, şîdeta li ser jin û zarokan bigirin.

Di sedemên têkçûna van bernameyan de çend xalên bingehîn hene. Yek jê û heta ya herî girîng ew e ku tevger û rêxistina jinan ev mijara girîng radestî dewletan û saziyên din kir. Jixwe ev bû sedema esasî ya lawaziya tevgerên jin û femînîstan. Femînîstan di têkoşîna li dijî newekheviyê û hişmendiya mêr de dewletê wek şirîk dît û bi awayekî paternalîst jê çareseriyê hêvî kir. Di vê mijarê de mînaka herî berbiçav ku mirov dikare bide û heta wek yekane rêya serkeftî ya li dijî çanda tecawizê tê dîtin, mijara bikaranîna “xweparastinê” ye. Ev mijar di heman demê de di çarçoveya vê nivîsê de wek têkoşîna şênber û demkin a li dijî çanda tecawizê dê bê destgirtin.

Di salên 1960 û 1970’yî de tevgerên jinan li dijî êrîş û destdirêjiyên ser jinan amûra herî hişk a bi navê “xweparastinê” pêş xistin. Di vê taktîkê de ligel xwebihêzkirina fîzîkî û hişmendî, nasîna hêza zayendperest û serbixwebûn mijarên bingehîn bûn. Di vê çarçoveyê de ligel qursên xweparastina fîzîkî,  atolyeyên xwebihêzkirinê, hatin pêşxistin. Ev qurs û atolye li ser rastiya “kujer nas e” hatibûn sazîkirin. Lewre kesên êrîşkar û tecawizkar ne xerîb in, ji deh êrîşkaran heft ji wan naskiriyên qurbanî ne. Ji ber vê sedemê xweparastina tenê li ser esasa fîzîkî ku dibe li ser kolanan bi kêr bê, di vê rewşê de pirî caran têrî nake. Li gorî lêkolînan bi taybetî jî li Amerîkayê li cihên ku ev qurs lê hatine çêkirin de êrîşa li ser jinan kêmbûn çêbûye.

Dewletan ku amûra “şîdetê” tenê di bin tekêla xwe de dibîne, bi awayekî tund “xweparastinê” krîmînalîze kirin û “edeleta ji qurbaniyan bi xwe tê” mehkûm kirin. Mijar ji hêla newekhev a zayendan û serdestiya zilam derket, bû mijara ewlehiyê. Dewlet û saziyên qaşo pispor hûrbûna xwe li ser ‘fail” kirin. Ango ceza li kiryar hat birîn; da ku fail dîsa karibe bikeve nav jiyana civakî bernameyên başkirinê hatin pêşxistin; ji bo guhertina mêran bername hatin çêkirin û  hwd. Fokûs bi vî awayî li ser mêran ma û jin tenê di çarçoveya “fêrbûna di nav pergalê de xwegirtinê” de hatin tematîzekirin. Ev çend mînak in ku çareseriyê li rêyên şaş geriyan û bûn sedema xwexurtkirina çanda tecawizê. Dewleta ku mijarê bi hin pisporan û ewlehiyê ve girêda, hemû mal û kolanan kir pêşangehên çanda tecawizê.

Di salên dawî de meyla ‘xweparastinê’ di tevger û saziyên jinan de li seranserê cîhanê dîsa zêde bû. Amûrên ku jin pê tên kuştin xwe neguhertin lê jin amûrên xweparastinê di vê der barê de berfirehtir kirin. Ji Srîlankayê heta Hindistanê, ji Kurdistanê heta Meksîkayê jin ji bo xweparastina rewa xwe birêxistin dikin û cihên ku ev rêxistin lê xurt in û jin xuya ne, êrîş dibin mijara raya giştî û ji sînorê ku dewlet lê biriye derdikevin. Peyama jinan hevpar e: Perwerdeya xweparastinê ji bo pêşîlêgirtina şîdeta zayendî stratejiya bingehîn e. Û heta niha tenê bi vê rêyê şîdet karibiye bê kêmkirin. Li gorî çavdêriyên zanist Jocelyn Hollander di vê mijarê de sê xalên ku mirov di serê xwe de divê zelal bike, hene:

Yek jê rexneya ku dibêje bi rêya xweparastina rewa berpirsiyarî ji bo bidawîkirina şîdeta li jinê dikeve ser milê qurbanî/jinê û ne ser milê fail/mêr. Kesên ku vê rexneyê dikin, dibêjin ev neheqiya li jinê zêde dike lê li gorî Hollander di xweparastina rewa de ji xeynî xweparastina li dijî êrîşa fîzîkî, rêzgirtina li hemberî biryara jinê, xwe di ewlehiyê de hestkirin, biryara jiyana xwe bi xwe dayîn esas e. Beramberî vê stratejiyê bêguman divê rê û rêbazên din ên ku divê şîdeta nav civakê ji holê rabikin, bên pêşxistin û ev têkoşîn bi hev re bên meşandin.

Rexneya duyemîn dibêje xweparastina fîzîkî hîn birîndariyên xerabtir dikare çêbike. Hollander dibêje di xweparastina rewa de şîdet ne ji bo zêdekirina êrîşê, ji bo bidawîbûna wê tê bikaranîn. Her wiha jin di kronolojiya şîdetê de ne ji ber ku li ber xwe didin tên birîndarkirin, ji ber ku tên birîndarkirin li ber xwe didin.

Û herî dawî tê gotin ku şîdeta strukturel a li ser jinê nikare bi awayekî din a “şîdetê” ji holê bê rakirin. Hollander li gorî lêkolînan destnîşan dike ku bi rêya xweparastinê normên rojane ku tê de jin bindest û bêhêz tên dîtin yekser diguherin. Lewre xweparastina rewa jinê bihêz, serbixwe û berxwedêr dike.