26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîrus ji ber polîtîkayên şaş belav dibe

Bijîjk Veysî Ulgen, têkildarî vîrusa koronayê diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên tenduristiyê berbelav dibe û got ku polîtîkaya tenduristiyê li şûna parastina civakê ji bo bazirganiyê ye

Vîrusa koronayê ku li Çînê peyda bû, li gorî daneyên dawîn li seranserê cîhanê zêdetirî 120 welatan berbelav bûye. Li tevahiya welatan zêdetirî 130 hezar kes bi vîrusê ketine û nêzî 5 hezar kes jî mirine. Li gel ku vîrus bûye sedema mirina bi hezaran kesî jî ne pêşî lê tê girtin û ne jî çare jê re tê dîtin.

Ji ber belavbûna wê ya li gelek welatan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrusa koronayê (Kovid-19) weke nexweşiyeke pandemî ragihand. Pandemî nexweşiyên li tevahiya cîhanê yan jî li herêmekê belav dibin, pênase dike.WHO’yê ragihand ku kesên bi vê nexweşiyê dikevin % 81 sivik, % 14 cidî û % 5 jî bi giranî derbas dikin û heta niha nêzî ji % 2 yên bi vîrusê ketine jî mirine.

Her diçe hejmar zêde dibe

Li gorî daneyên dawî heta niha welatên vîrus herî zêde li wan belav bûye û gelek kes pê mirine, bi rêzê wiha ne: Çîn, Îtalya, Îran, Koreya Başûr, Îspanya, Fransa, Almanya û Amerîka ye. Hejmara kesên bi vîrusê dikevin û pê dimirin jî her diçe zêde dibe. Îtalya bi tevahî, li Îspanyayê çar herêm di bin karantînayê de ne. Li Amerîkayê çûnûhatina ji bo welatên Ewropayê hat betalkirin û hat ragihandin dibe ku li Amerîkayê ji 70 milyon heta 150 milyon kesan bi vîrusê bikevin.

Li welatên vîrus belav dibe, ji bo parastina ji vîrusê tedbîr tên wergirtin. Li hemû welatên ku vîrus li wan hatiye dîtin; dibistan ketin betlaneyê, çalakiyên girseyî hatin betalkirin, çûnûhatin hatin sekinandin û hwd. Ji ber vîrusê û bergiriyên tên wegirtin, derbeyeke mezin li aboriya Cîhanê

dikeve.

Derbasî Tirkiyeyê jî bû

Vîrus, piştî ku li welatên cîran ên mîna Îran, Bulgaristan, Yewnanistan, Iraq, Sûriye û Ermenistanê derket, derbasî Tirkiyeyê jî bû. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê bi 5 kesan re vîrusa koronayê hatiye tespîtkirin.

Ji bo testa vîrusê li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê tenê  26 nexweşxane weke navend hatin diyarkirin. Wezareta tenduristiyê da zanîn ku ji 26 nexweşxaneyan 10 ji wan li 4 bajaran e û 16 nexweşxaneyên din jî li bajarên cuda ne. Li gorî lîsteya daxuyaniya wezaretê, ji van nexweşxaneyan 4 li Stenbolê, 2 li Enqereyê, 2 li Îzmîrê û 2’yên din jî li Bursayê ne. Di nav nexweşxaneyên wezaretê ragihandine de, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê jî heye.

Çalakiyên komî betal bûn

Demeke dirêj rayedarên hîkumetê hebûna vîrusê ya li Tirkiyeyê înkar kir. Piştî bi fermî ragihandina hebûna vîrusê, tê gumankirin ku heta niha gelek kes pê ketibin. Hefteya borî bi lez û bez ji bo bergiriyê hin biryar hatin dayîn. Ji ber vîrusê, zanîngeh jî di nav de hemû dibistan ji bo 3 hefteyan hatin girtin û biryara perwerdeya ji derve ve hat dayîn.

Gelek wezaretên dewletê destûra xebatkaran betal kir û her hiwa lîstikên werzîşê jî dê bê temaşevan bên lîstin. Ji bilî vê hemû çalakiyên komî û serdanên derveyî welatan ên rayedarên dewletê hatin betalkirin. Pêşniyar li welatiyan hat kirin ku serdanên xwe yên derveyî welat taloq bikin.

Vîrusê Newroz jî betal kir

Vîrusê bandora xwe li pîrozbahiyên Newroza îsal jî kir. Ji ber vîrusê li gel ku amadekariyên wê hatibûn kirin û starta wê jî hatibû dayîn, hemû pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê betal bûn. Heke Newroz nehatina betalkirin dê bi pêşengiya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku gelek partiyên siyasî û pêkhate di nav de ne, bihatana pîrozkirin. Ji bo ku vîrus nebe sedema encamên giran, tifaqê ragihand ku wan piştî guftûgoyên berfireh biryar daye ku hemû pîrozbahiyên gireseyî yên Newrozê betal bikin.

Armanc qezenckirina pere ye

Me vîrusa koronayê ku bûye sedema encamên ewqas giran, bi endamê Odeya Tabîban a Amedê (DTO) bijîşk Veysî Ulgen re nirxand. Ulgen, têkildarî vîrusê nêrîn û pêşniyarên xwe bi me re parve kirin. Ulgen, diyar kir ku ji ber vîrus di demeke pir kurt de mutasyonê derbas dike, parastina ji wê li gorî bakteriyan zortir e û lewma jî heta niha parzan (aşî) jê re nehatiye çêkirin.

Ulgen, anî ziman ku yek ji sedemên belavbûna vîrusa koronayê polîtîkayên tenduristiyê yên şaş in û wiha got: “Polîtîkaya tenduristiyê ne ji bo parastina civakê ye. Armanca pergalê qezençkirina pere ye. Sedema belavbûna vîrusê jî ev pergal e. Ji bo dewletên kapîtalîst tenduristî bazirganî ye û ji ber vê jî metirsî li ser tenduristiya civakê heye.”

Parastina ji vîrusê

Ji bo aşkerakirina nexweşên vîrusê ya rayedarên dewletê jî Ulgen, destnîşan kir ku hejmara nexweşên ji vîrusê ji hejmara hatiye ragihandin pir zêdetir e û ev tişt anî ziman: “Dewlet heya jê tê nexweşiyên wiha vedişêre. Di tibê de tiştekî wiha heye; tu dema di mala xwe de kêzikekê/î bibînî bawer bike ku di mala te de gelek kêzik hene. Gelek kesên nexweş naçin nexweşxaneyê.Ne tenê înkara dewletê, gel jî qels e. Gel jî çend sal in parastina xwe baş nake. Jixwe armanca me odeyên bijîşkan perwerdekirina gel û hişyarkirin e.”

BijîşkUlgen ji bo parastina ji vîrusa koronayê jî çend pêşniyarên girîng û bingehîn kirin;

– Hev hembêz nekin, bi destên hev negirin.

– Dest û rûyê xwe baş bişon û dikaribin her roj serê xwe bişon

– Nekevin stresê lê kontrolên xwe yên tenduristiyê bi rêk û pêk bikin.

– Nîşaneyên nexweşiyê hebin tavilê biçin nexweşxaneyê.

– Çalakiyên girseyî betal an jî taloq bikin.

– Divê her kes bi berpirsiyar tevbigere.

– Bi taybetî divê alîkariya kesên xizan, kal û pîr, nexweşên bi nexweşiyên kronîk (şekir, kezeb, dil, penceşêr, tansiyon), zarok û ducaniyan bê kirin.