Sunday, December 5, 2021

Wek bangewazî û bervêdanê huner

Îlham Bakir

Marksîzm ji parçebûn û rûxandina civakê, pergala bûrjûwayê berpirsiyar digire. Û wisa dinirxîne ku ev rizîn û parçebûn encameke xwezayî ye ku mirov bûye biyaniyê hilberîna xwe, beşeke civakê ji hilberînê dûr ketiye. Ew mirovahiya ku moral û motîvasyona xwe ji nirxên hevpar ên beriya şaristaniya navendî girtiye ji bo ku bikaribe vê parçebûyîn û biyanîbûnê ji holê rake dê bi awayekî rasteqîn bigihije rizgariyê. Şaristaniya navendî û dewrewî ya pêncsed salên dawîn û modernîteya kapîtalîst ji civakbûnê derketin, civakbûneke ji derveyî civakbûna rasteqîn temsîl dike. Wisa be mirov dê çawa bifikire? Gelo hunera ku di nav rewşeke wiha de xwe heyî kiriye parçeyê vê rastiyê ye yan di nav vê rastiyê de dijbertiyeke ontolojîk vedibêje.

Teodor Adorno dibêje ku huner di nav çewtiya pergala bûrjûwayê de pergal û rastiya civakbûnê di xwe de dihewîne. Rastiya civaka bûrjûwayê ji berovajîtî û çewtiya ku pergala bûrjûwaziyê saz dike pêk tê. Lê huner li dijberî vê rewşê, di nav pergala bûrjûwayê de nûnertiya nirxên serdema beriya civaka bûrjûwayê, heta beriya şaristaniya navendî dike. Ev nirx, bingehên xwe ji civakbûnê, parçenebûnê, biyanînebûnê digire. Ku mirov di vê çarçoveyê de li hunerê binihêre gotina “huner neynika civakê ye” yan jî “huner divê rastiyên civakê vebêje” çiqasî bi niyeta baş bê gotin jî di nav xwe de çewtî û nakokiyeke mezin dihewîne. Xwediyên van gotinan dixwazin bibêjin ku huner divê li gor civakê rola xwe bileyîze û rastiyên civakê bîne ziman. Lê mirov divê bibîne ku di rewşa heyî de rastiya civakê ne rastiya xwemal e. Rastiya civaka modernîteya kapîtalîst e. Ji ber vê yekê jî ev gotin encax xizmeta ji nû ve afirandin û berdewamiya civaka bûrjûwayê pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku erka hunerê, dayîna rastiya civakê ya heyî nîn e. Erka hunerê ew e ku ji rewşa civakbûna heyî re îtîraz bike û ji bo civakbûna rast a beriya parçebûnê hişyariyê bike. Mirov ji gotinên Adorno derkeve rê, huner, di eslê xwe de di nav çewtiyê de lêgerîna rastiyê ye. Gotina Adorno ya ku dibêje ‘jiyana çewt, rast nayê jiyîn’ mirov dikare biguherîne û bibêje ‘huner di nav jiyana çewt de, jiyana rast vedibêje.’ Rexnegirên bûrjûwayê dema ku dibêjin huner divê rastiya civakê bîne ziman, mebesta wan ne rastiya civaka hevpar û wekhev e. Civaka ku rexnegirên bûrjûwayî vedibêjin civaka bûrjûwayê ye. Ev gotin dixwaze bibêje ku civaka bûrjûwayê bêdawî ye, divê huner vê civakê û rastiya vê civakê bîne zimên û qeyranên, qirêjiyên vê civakê veşêre da ku civak nebîne. Di civaka bûrjûwayê de huner dijberî rizandina rastiyê çalakiyeke protestoyî ye, li hemberê kapîtalîzmê jî rexnegirî û dijberî ye. Nexwe erka hunerê ew nîn e ku rastiya tê jiyîn bîne zimên, erka hunerê ew e ku li ser nirxên mirovahiyê yên hevpar, li ser hîmên hebûna civaka cewherî mirovan hişyar dike da ku civak li van nirxan xwedî derkeve. Yanê huner ji vî tiştî berpirsiyar e ku li ser rastiya berovajiya civaka îro destwerdaneke rewşenbîrî pêk bîne û vê rastiyê li rastiya xwe ya cewherî vegerîne.

Ew civaka ku heta hemû şaneyên xwe yek bi yek hatiye parçekirin, her parçe him bûye biyaniyê xwe hem jî biyaniyê parçeyên din, di nav vê rastiyê de huner lêgerîneke temambûnê ye di heman demê de. Ji nav yeknesakiya ‘yê/a ku parçe bibe dibe biyaniyê xwe, yê/a ku biyan bibe parçe dibe’ divê çareseriya ‘yê/a ku temam bibe tê ser xwe, yê/a ku tê ser xwe temam dibe, di temamiyê de xwe dibîne’ biafirîne. Ev lêgerîn û çalakiya hunerê ya sereke û cewherî ye. Adorno dibêje, di nav jiyana modernîst de qada ku nehatiye parçekirin û temamiya xwe parastiye tenê qada hunerê ye. Nexwe huner bervêdaneke dengbilind e ku di nav civaka ku bi destê bûrjûwaziyê û şaristaniya navendî hatiye parçekirin û ji rastiya xwe dûr ketiye û bûye biyaniyê xwe, dibe bangewaziya derdorê, gettoyê, gund û hêzên derveyî şaristaniya navendî. Hunera ku xwediyê bervêdanekê nebe û bangî civakê neke, encax dikare bibe payandaya pergala civaka bûrjûwayê.

Ku mirov di van çarçoveyan de binirxîne û lê binihêre di civakeke wek ya Kurdistanê ya ku bi her awayî hatiye parçekirin de, divê huner beriya her tiştî li ser navê bindestan xwe li ser bervêdaneke xurt saz bike, hebûna xwe li ser bervêdan û bangewaziya ji bo azadiyê pêk bîne. Ji nav vê bervêdan û bangewaziyê divê derfetên hilberînên hevpar bên afirandin. Afirandina nirxên komunal, bervêdan û bangewaziyê divê ji bo çîrokên wêjeyî, ji bo çîrokên sînemaya Kurdistanê bibe bingeh û cewhera vegotinê.