3 Mayıs, Cuma - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 1657

Hestpêkirina suriştî

0

Ziman wekî diyardeyekê ji hêla zimannasan ve wekî berhemendîyeke mirovan, wekî kargînî û berhemeke mêjîyê mirovan tê pênasekirin. Her wekî çawa balinde dişên bifirin, mirov jî dişên bipeyivin, ev şiyan û şekirina mirovan, xisleteke wan a suriştî ye. Ev behremendîya xweserî cisnê mirovan, di nava hawirdora zimanekî da dema ew kes tûşî deng, bêje û hevokên zimanekî dibe, îcar li gorî zimanekî teşe digire. Lewre jî dema yek zimanekî piştre hîn bibe, çendî hewl bide jî nikare bi qasî zimanê(n) xwe yê(n) pêşîn rewan û pehtî bipeyive. Xencereya wî li gorî denganîya zimanekî teşe girtîye, lewre jî dengên zimanên nû wisa bi hêsanî nikare derxe.

Ji ber vê yekê zimanwergirî û fêrbûna zimanî ji hev tên cudakirin. Zimanwergirî bi awayekî suriştî, di derdoreke zimanî da pêk tê, heçî hînbûna zimanî ye, ew li dezgeheke fêrkirina zimanî da pêk tê. Kesê ku ziman ji derdorekê werdigire, mêjîyê wî pêşî rêzikên wî zimanî tomar dike, piştre peyv, qalib û şayesên zimanî tên tomarkirin. Lewma jî mirovek bi peyv û rêzikên sînordar dişê, hejmareke bêsînor qalibên derbirînê (peyv, komepeyv, hevok û riste) hilberîne.

Kesên ku bi zimanekî mezin bûbe, dikare ji alîyê dengrêzî, peyvsazî û hevoksazîyê ve tiştên aîdî zimanê xwe û yên ne aîdî zimanê xwe ji hev cuda bike. Her wiha dişê ji hev derxe ka kîjan hevok û riste li gorî rêzimana zimanê wî rast e, yan ne rast e, anku kîjan hevok û riste rêzimanî ye yan ne rêzimanî ye. Ji vê rewşê ra hestpêkirin tê gotin. Axêverên resen ên zimanekî her çi qas bi awayekî teorîk rêzikên rêzimana zimanê xwe nezanin jî ji ber vê hestpêkirinê dizanin ka kîjan deng ê zimanê wan e, kîjan peyv li gorî dengrêzîya zimanê wan pêk hatiye, her wiha kîjan komepeyv, hevok û riste rast e, kîjan ne rast e.

Temasa bi zimanê din ra bandoreke neyînî li vê hestpêkirina suriştî dike, lê belê, serdestîya zimanekî li ser zimanekî din bi rêya bernameyên zimanî yên desthilatdaran, vê hestpêkirina suriştî pêşî qels dike, pirî caran jî ji holê radike. Tiştê ku îro hatiye serê me jî ev e, îro êrîşeke tund li ser vê hestpêkirina me ya suriştî ya zimanî heye. Bo nimûne zimanê kurdî ku zimanekî nîv-ergatîf e, di bin bandora tirkî da ber bi akûzatîfbûnê ve tê dehfdan. Bala xwe bidin zarokên ku li bajaran di bin bandora tirkî da hînî zimanê kurdî dibin, rêzikên ergatîfîyê wernagirin, li şûna wê rêzika akûzatîfîyê ya tirkî transfer dikin anku li şûna ku bibêjin, “Min taştê xwar”, dibêjin, “Ez taştê xwarim”. Ev rewşeke balkêş e, divê mirov baş balê bidê. Ji ber ku axêverên nû yên kurdî di hawirdoreke bi tirkî dorpêçkirî da ji hejmareke kêm a axêveran zimanê kurdî werdigirin, nikarin hemû rêzikên kurdî bi awayekî rast wergirin, hingî radibin wan rêzikan ji zimanê serdest vediguhêzin kurdî. Dîsa bi heman bandorê hestpêkirina zayenda bêjeyeke nûhatî her diçe bi mirovan ra qels dibe.

Hin caran jî nivîskarên me bi nezanî rêzikên zimanê me xera dikin, bo nimûne, hinek nivîskarên me dest pê kirine, hevoksazîya kurdî xera dikin û hevokên li gorî rêzimana tirkî saz dikin. Her wekî, li şûna ku bibêjin, “min got, ‘ez îro nayêm malê” dibêjin, “Ez îro nayêm malê’ got”.

Ev mînak jî nîşan dide ku hestpêkirina suriştî ya zimanê me ji gelek alîyan ve tûşî êrîşên pişaftinê dibe.

Erd heye, deng jî kurdî ye

0

Radizêm jî folklor di devê min da ye û di serê min da ye. Weka gundekî, li ber te baxçê şengîn vedibe; her naz û nîmet tê da heye û geşayî tê da heye. Tebîet jiyandar e, dewlemendiyek ecêb e

Prof. Dr. Celîlê Celîl di rêya zanist, dîrok, wêje û folklorê da gelekî xizmet kiriye. Lê heyvpeyvîna me dê li ser qonaxa folklorê be. Serê ewil em malavahiya we dikin ku we deriyê pirtûkxaneya Prof. Dr. Casimê Celîlî li me vekir.

 Ji ber ku em niha li pirtûkxaneya Casimê Celîlî ne, pirsa me ya ewil li ser Prof. Dr. Casimê Celîlî ye. Hûn dikarin ji me ra hinek behsa bavê xwe û avakirina pirtûkxaneya wî bikin?

Ez zanim ji gund revîyane û piştî revê jî di sêwîxaneyê da mezin bûne. Bavê min tim behsa zaroktiya xwe dikir. Bavê min heşt salî bûye, berxvan bûye, bilûrê jî lê daye. Bavê min pêşeka elektrîkê distîne, piştî xilas dike. Îcar komsumol dişîne Bakûyê. Dibistana leşkeriyê çar salan dixwîne. Ji wir jî dişînin Tîflîsê ji bo zabitiyê. Wexta li Bakûyê bû elfabeya kurdî çêdibe û dixwazin kitabên resmî yên kurdî amade bikin. Kadro tune bûn. Yên ku elîfba çêkir bavê min nas dikir. Ji bavê min re name şandibû. Bi vî awayî bavê min dest bi xebatên kurdî dike û hîmên wan xebatan datîne. Paşê weşanxane vekirin û gazî bavê min kirin ku bavê min kitêban çap bike. Ji rewşenbîran ê ku mala wan hebû mala me bû, mal dabûn bavê min. Çimkî weşanxane spartin bavê min.

Wê çaxê min li sê ciyan kar dikir; hem unîversîte, hem akedemî hem jî enstîtuya pedagojiyê. Min hinek tişt dan hev heta du salan kişand. Her carê min tiştek dikir, tişta din dima. Paşê jî ev tişt, ev tişt. Hêdî hêdî min ava kir. Min çêkiriye, min hazir kiriye, ev e privat e. Kes nikare bibêje min pere daye û çêkiriye kadro jî ji malbatê ye. Heta min par jî kevirê dîwêr daniye. Dîwarê lê kir. Min tonek, hezar kîlo kitêb ji Yêrîvanê bi teyarê şand û ez hatim, min girt. Arşîva min pir e; mektûbên gelek girîng hene; salên 60’î Bedirxan ji min ra name nivîsiye, yên din nivîsîne.

Niha jî ez li ser înternetê li kitêban dinêrim û dikirim. Lê kitêb gelek in lazim e, hûn bigihînin me. Li ser kurdan çi kitêb çap dibin, hûn bigihînin min. Ez îro heme sibê tune me. Lê bira li vir hebe tijî be. Ez têm dibêjim; çi qas giran be ew qas çetîn e xerakirin.

 Prof. Dr. Casimê Celîlî ne tenê pirtûkên zimên û folklorê çap kirine. Yên der barê sîyasetê de jî çap kirine û yek ji wan “Manîfestoya Komînîsta” ye. Gelo ew pirtûk jî bi kurdî hatibû çapkirin û ew jî li vir e? Dibe ku îroj mirov ji nû ve çap bike?

Erê, gelek kitêbên bi kurdî hene; ya Marx, ya Engels, Kapîtal jî heye lê şaxek biçûk e çimkî Kapîtal mezin e. Robînson Crusoe, Tolstoy ji wan tiştên biçûk dîsa bi kurdî hene, hatine çapkirin. Lê îroj bazara wan tune ye lewma kes ji nû ve çap nake, kesekê ku xwe bide berê hebe, ez ê bihêlim bira çap bikin. Heger weşanxaneyek hebe çap bike, dê baş bibe.

 Di arşîvên Osmanîyan û hin arşîvên biyaniyan de li ser nexşeya dinyayê cihê Kurdistanê heye. Prof. Dr. Casimê Celîlî jî yekemîn bi kurdî nexşeya dinyayê çêkiriye. Hûn dikarin ji me ra behsa vê nexşeyê bikin? Di vê nexşeyê da jî cihê Kurdistanê heye?

Ev nexşeya dibistanê bû, ji bo zarokan, şagirtan bû. Zarok jê cografiya hîndibûn. Bavê min nikaribû Kurdistanê nexş bike. Çimkî ermenan wê çaxê digot, ew erdê me ye. Ew dewlet bûn, em bindestê wan bûn. Tiştên wisa nedihiştin. Sovyetê jî nedihişt nasyonalîzm çêbibe.

 Bingeha avakirina vê pirtûkxaneyê li ser kîjan esasan e? Pirtûkên ku di vê pirtûkxaneyên de ne, tev li ser kurd û Kurdistanê ne?

Du şertên girîng hene; yek bi zimanê kurdî her tişt heta kitêba dibistanê, ji bo dersan. Bira încîl be bira quran be. Ya din jî; bi hemû zimanan li ser kurdan çiqas pirtûk, rojname, kovar hebin li vê kitêbxaneyê hene.

Me dil kir ku em biçin Erîvanê, mala Prof. Dr. Casimê Celîlî û serdana Cemîla Celîl ku xebat û keda wê jî nayê gotin, lê li hev nehat. Em dixwazin hûn ji me ra hinekî behsa wê jî bikin?

Her du xwişkên min jî di meşa me da ne, Zînê jî gelek kar kiriye. Tercûman e; li Unîvesîteya Moskovayê li ser navê Maksîm Gorkî xilas kiriye. Vê çaxê ji kurdan sê kes vê derê xilas kiribû; Mikaîl Reşîd, kurê Emînê Evdal û Zîna xwişka min. Kitêb ji kurdî wergerandine rûsî û zimanê lîtovî. Kitêbek ku efsûn û çîrokên kurdî bûn, Zînê wergerandibû rûsî û me ew çap kir. Paşê ji rûsî wergerandin şeş zimanên din û çap kirin. Zînê par kitêbek din jî çap kir. Cemîle zaten muzîkolog e û di radyoya Yêrîvanê da xebitiye. Bîst û pênc kitêbên wê hene. Wexta ez klaman tînim, Cemîla dike nota. Niha jî xebateke wê heye; 13 stranên botî bi nota dike.

 Hûn dibêjin ku, ‘Di mirovan da mora qederê ziman e ‘ û ‘ya ku ziman xwedî dike folklor e.’ Hûn dikarin ji me ra behsa vêya bikin?

Folklor çi ye, dengê kal û bavê me ye. Wextê çîrok dibêjin, çawa bihîstine na, ne tenê deng. Bi çi merîfetî dibêjin. Kulfetek hebû, min jê dinivîsî paşê kurê wê mezin bû. Digot ‘ez jî çîrokan dizanim bibêjim, dêya min ji me ra digot. Dêya min ji bîr kiriye lê tê bîra min.’ Dest pê kir û got lê helbet çawa dêya wî digot wisa nikaribû. Digot û digot lê dêya wî navbêrî kir û got ‘tu çawa dibêjî? Hinekî zindî bibêje, xweş bibêje.’

Çîrokek ku min qeyd kiriye û nivîsiye, di arşîvê da heye. 35 rûpela A4 e. Wisa têr û tije û dagirtî ye. Lê Cemîla xwişka min wê çîrokê rûpel û nîvek qeyd kiriye. Way min got ev çi derb bû, xençerek bû, ciwaniya vê çîrokê tune ye. Gotiye: ‘Dêw hat, dît yek rûniştiye, şûrê xwe derxist û lê da…’ Lê çîroka din dibêje: ‘Ha haaaaa! Çêjikê kurîşanooo! Waa çend sal e, ez li hêviya te me. Birîna diranê mi naka wê qenc bibe. Ti dikevî ber diranê mi, ez texmîn jî nakim ti ketiye ber derê min jî. Toz û dûman rabû, firtûne rabû, dinya li hev ket. Gotin çi bûye çi nebû, dinya xera bûye? Gotin filankes e hatiye…’ Çîrok, çîrokbêjî hûner e, hûner nema ye. Ziman feqîr bûye, fantazî tune ye.

Tiştek din jî ku di destanan da jî heye. Wexta dengbêj distran, xanim jî li jorê di odeyên xwe da dibihîstin, kulfet hene, qîz in, met in, qîzmet in, cînar in lê nikarin werin civata dengbêjan. Ew jî ji mêrê xwe ra dibêjin ‘Îcar dora me ye, bira bê ji me ra bistrên.’ Îcar ew dengbêj rojek du roj jî diçû cem wan bistrê. Îcar zarokên me hişyar bûne û dibêjin folklor lê folklor nemaye. Ew fîlosofiya ye, zimanê kurdî ye, helbest e. Li Colemêrgê derwêşek hebû min ji wî gelek tişt qeyd kirin; yên sûfiyan bûn. Kurdî ne, helbest in, zarkî ye, zardîlî ye.

Erd heye, deng jî kurdî ye. Dayik erd e û dengê dayikê ziman e, ziman jî kurdî ye. Dê erd e ku şîr dide me, şîr ji bo zarokan çi ye; av e, xwarin e, jiyan e. Zarok heta mezin dibe hezar tişt dixwe. Ew jî ziman e ku dîsa ji dayikê tê digihijê. Ew tişt heta silsilê diçe lê dayik dimîne.

 Hûn dibêjin ku “Em li ser xezîneyê ne û ew winda dibe, binax dibe û mişk dixwe.” We têra xwe berhevkariya folklorê jî kiriye. Lê gelo hûn dîsa jî bi vê diêşin?

Haaaah! Pê diêşê hindik e. Xewa min direve. Ez niha dizanim, mesele tê ser kîjan mijarê, birîna min vedibe. Ez îro jî şiyar bûm û min got Kurdistan li wir e, kurd li wir in, folklor li wir û ez li vir ji xew şiyar dibim. Dîsa pê êşiyam. Xelk êdî xwe bi xwe ra nastrê, civak(t) tune ye, perçe heye. Berê bindarok hebûn, diçûn malên hev, ber tevnê rûdiniştin hezar gilî hezar gotin. Min digot ez ê li vê derê, li baxçe tendûrek çêbikim bira kurd, kulfet werin. Ew ê arê min jî hebe, nanê xwe bipêjin, li gorî min ji min ra jî bipêjin. Îcar ew ê baş bibe. Min ji kê ra got lê kes xwe nade berê, hewl nedan. Dê hinek şabûn jî hebûya. Lê wekî tendûr hebe, nanê kurdî hebe. Ka ji viya çêtir çi heye. Yanî tune ye, tune ye.

Ez xwe hêsan dikim li ser folklorê. Radizim folklor di devê min da ye û di serê min da ye. Weka gundekî, li ber te baxçê şengîn vedibe, her naz û nîmet tê da heye û geşayî tê da heye. Tebîet jiyandar e, dewlemendiyek ecêb e. Folklor jî ji bo min wisa ye. Wextê dicivin, ez dibêjim ya rebî ez nagihînim. Ev jî zane, ew jî zane. Ez zanibim, ciyekî xezîneyek hebe ez ê herim, li wir bimrim jî ez ê herim.

Em dizanin ku hûn piştî sovyetê cara ewil çûne rojavayê Kurdistanê û berhevkariyê kiriye. Niha jî hûn dixwazin berhevkariyê bikin û her carê keysa we çêdibe, hûn berê xwe didin bakurê Kurdistanê û berhevkariyê dikin. Dema mirov ji aliyê folklorê ve bide ber hev, her du alî cudahiyan dihewînin gelo?

Suriye, weka wextê yek nexweş dikeve dişînin rehabîlîtasyonê, ji bo ku bê ser hişê xwe û bi derman birînên wî bikewitînin. Suriye rehabîlîtasyon bû ji aliyê çanda kurdî, zimanê kurdî ve. Tije bû, xurt bû, poet jî hebû; helbestkî bûn, bi kafî bûn. Îcar min sê cild hazir kiribûn. Yek jê jî pexşan bû. Tradîsyonên wan hebûn. Heta salên 90’î, ji wir pê ve êdî yanî di sedsala 21’emîn de gelek awayên siyasî çêbûn.

 We gelek destanên kurdî ji zarbêjan guhdar û qeyd kirine. Destana ku herî zêde tesîrê li we kiriye, ya hûn herî zêde ji hez dikin kîjan e?

Tu zanî çi ye, (dikene) ev pirseke balkêş e lê bersiv lazim e. Îcar nas û cînaran ji dêya min dipirsîn; ‘Xanim tu herî zêde ji her çar zarên xwe ji kîjanê hez dikî?’ Dêya min digot ‘Ew çar tilî ne, her çar zarên min in. Tu yekî jê bikî, birîn bikî ferqiya êş û xwîna wan çi ye? Êşa wana gişka yek e. Heger birîn bûn, her çar tilî jî weka hev diêşin. Zarokên min jî wisa ne.’ Naka her destanek cewahirek e. Wan cewahiranan torekê çêdikin. Awa zengîniyek pir mezin a çandê ye. Tu yekî derxî; Mem û Zîn derxî kêm e, Cembelî derxî kêm e. Destanên mêrxasî û evîniyê hene û tev bûyer in.

 Hûn dikarin behsa projeya xwe ya “Bîst û Pênc Cildên Zargotina Kurdan” bikin? Dê her cûreyên zargotinê tê da cih bigirin? Yan jî ew ê berhevkariya we ya salên dawîn jî dê têda hebin?

Me civandiye û naka ez ê 25 cildan çap dikim. Me heşt cild çap kirine, naka dîsa du-sê cild amade dikim. Zû zû dikim çimkî êdî ji min ra wext nemaye. Ez bigihînim 25 çap baş e. Ku zêde be hê baştir e. Destan in, hem navên dengbêjan hem fotoyên wan ên bi rengîn hene. Ji bo ku her kes gelê kurd nas bike; welatê wan, cografiyaya wan. Mesela destana kela dimdimê bi fotoyên rengîn e. Bira mîmariya Kurdistanê zanibin. Wêneyên Keleha Colemêrgê dused sal berê û wêneyên dewra me jî hene. Dixwazin şopa kurdan hinda bikin lê wisa şopa kurda hinda nabe. Du cild, stranên mêraniyê û şeran, du cildên kamil çîrok in. Cildek heyranok jî, du cild jî govend, cildek ya şînê jî heye.

[accordions]
[accordion title=”CELÎLÊ CELÎL kî ye?” load=”show”]Nivîskar, lêkolîner, zargotinzan û dîroknas Celîlê Celîl, di sala 1936’an de li Êrîvanê hatiye dinyayê. Celîl li Zanîngeha Yêrîvanê û rêkxistiya rojhilatnasiyê ya Lenîngradê xwendiye. Di sala 1963’an de profiya xwe ya di warê kurdnasiyê de wergirtiye. Paşê ew li welatê Nemsa bi cih bûye û li Akademiya Zanistî ya Nemsayê xebitiye. Celîlê Celîl heta niha nêzîkî 40 pirtûk nivîsandine. Ji van pirtûkan 20 heb bi zimanê kurdî nivîsandine. Pirtûkên wî li zimanên rûsî, ermenî, erebî, tirkî û zaravayê soranî hatine wergerandin.[/accordion]
[/accordions]

Şerê Vîrusa Coronayê

0

Di dîroka mirovahiyê de piştî pergala dewletiyê hat avakirin, şerê di navbera serdest û bindestan de bi hezaran salin didome. Dewlet, ji bo serdestiya xwe xurt bikin, her tim serê xwe li ser taktîk û rêbazên şer pir êşandine. Her tim armancên wan ên ku li hember ‘Ên Din’ serbikevin, bêtir axê têxin serweriya xwe, kole û xulamên xwe zêde bikin hene. Gelek dewlet hatin avakirin û hilweşiyan. Gelek împarator hatin û çûn. Sultan, paşa, beg û mîr hatin û çûn. Lê civak her heye.

Ev şer şerê serdest û bindestan e. Şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê serweriyê îro bi çekên cuda, rêbazên cuda û polîtîkayên cuda yên taybet tê meşandin. Hin caran El Qaideyê, hin caran DAIŞ’ê, hin caran bi hêzên wekî HTŞ, OSO, hin caran bi GDO, hin caran bi Esrar, Eroin, hin caran bi nexweşiyên Şewb, Vîrus Veba û niha jî bi Vîrusa Corona şer dikin. Di hefteyên dawî de jî Vîrusa Corona pêş xistine. Lê weki ku ji mar û mişkan belav bûbe nîşan didin. Gelo bi rastî ev nexweşî çawa belav bû. Çima li Çînê belav bû. Bi rastî jî dermanê wê tuneye?

Şer, serdestî û bindestiyê, zilm û zordestiyê, înkar û îmhayê tîne. Şer koçberî, talankirin, wêrankirin, xerakirin, kuştin, îşkence û êşan tîne holê.

Nexweşiyan zêde dike. Êşên bêtarîf ava dike. Malbat tar û mar dibin. zarok tên kuştin, mirov tên şewitandin, xanî tên xerakirin. Bombe û gule dibin baran û ji ezmanan dibarin. Çav û guhên welatên cîhanê kor dibin. Bi koranî temaşe dikin. Her ku şer geş dibe bêtir gule tên firotin. Her ku şer pêş dikeve şirketên bazirganên sîlehan bêtir dewlemend dibin. Betalî, koçberî û bêwarî zêde dibe. Mirov bêtir bêpergal û bê- mal dibin. Bêtir bêdebar û bêyar dibin. Xizanî û nezanîn zêde dibe. Bawerî û bêbiryarî lal dibe. Bazirganên şer dixwazin, mirovan bêper û bêbask, bê- ziman û bêstar û bêparastin bihêlin. Ne dikarin xwe ji nexweşiyan, ne dikarin xwe ji xizaniyê û ne jî dikarin xwe ji şer biparêzin. Lê nizanin ku çavkaniya hebûna xwe tune dikin. Beden û jiyana xwe tune dikin. Nizanin ku bi tunebûna “Ên din” “Xwe” tune dikin. Tunekirina ziman, çand, xweza, av, ax û hewayê, tunekirina hemû mirovahiyê ye. Tunebûna serdestan e. Lê ka ew çav û ziman. Ka ew aqil û hizir…

Ji şerê çekdarî aqil negirtin, ji şerê îqtîdarê, şerê kimyewî, şerê biyolojîk, şerê nukleer aqil negirtin. Çav kor bûn û vê carê vîrûsan belav dikin. Ne El Nusra û El Qaîde, ne DAIŞ û ne jî karasetên cîhanî hişyar kirin. Çav kor kirin û gotin vîrus ji mişk û maran belav bûye. Lê rastî çiye?

Dibe ku îro hêzên serdest vîrus belav kiribin. Çawa ku DAIŞ li Rojhilata Navîn belav kirin û qada şer vekirin, îro jî bi rêya vîrusa Coronayê bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Tenê li Çînê zêdetirî 500 welatî bûn qurbana vîrusa Coronayê. Zêdeyî 24 hezar mirov jî bi nexweşiya vê vîrusê ketine.

Bi taybetî şer li Sûriyê û li ser serê Kurdan zêde dibe. Di vî şerî de herî zêde kurd, tirk, ereb, ermenî, keldanî û suryanî jiyana xwe ji dest didin û koç dikin. Dema mirov pirtûka Nivîskar Jared Diamond a bi navê “Tifing Mîkrop û Pola (Tüfek Mikrop ve Çelik)” dixwîne, fikara ku îro vîrusa Corona bi destê serdestan belav dibe bêtir nêzî aqilan e.

Bobelat xwezayî bin bergirî çi ne?

0

Ji hêla dewletê ve tespît tên kirin ku bobelat xwezayî ne. Heke tespîta xwezayîbûna bobelatan bê kirin, gelo pewîst nake ku tespîta peywir û bergiriyên ji bo van bobelatan jî bê kirina

Li bakurê Kurdistanê ji ber mehên zivistanê rojên gelek zor û zehmet derbas dibin. Li gelek deveran berf dibare û şertên jiyanê zehmet dike. Di rojên dawîn de ji ber ku berf zêde dibare, rêyên gelek gundên bakurê Kurdistanê hatine girtin û têkiliya bi kesên ku li gundan dijîn re qut bûye.

Di van rojên zor û zemet ên bi sir û seqem de piştî bobeleta erdhejê ya li Xarpêtê, li navçeya Miksê ya Wanê jî bobelata aşûtê pêk hat. Aşût, li heman cihî 2 caran pêk hat. Aşût, destpêkê di 4’ê Sibatê de bi ser dolmîş û wesayîteke kar de ket. Gelek kes di bin aşûtê de man. Di xebatên lêgerînê de 5 kes mirî û 7 kes jî sax ji bin aşûtê hatin derxistin.

Bi dehan kes mirin

Roja din ango di 5’ê Sibatê de dema ku hê xebatên rizgarkirinê didomiyan, cara duyemîn aşût ket. Ji ber ku bi awayekî bêkontrol xebatên rizgarkirinê dihatin kirin, gelek kesên ku tevlî xebatên rizgarkirinê bûbûn, di bin aşûtê de man. Dema ku rojnameya me çû çapê, cendirme, cerdevan û kedkarên agirkujê jî di nav de bi gîştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyên wan ji bin aşûtê hatin derxistin.

Weke erdheja Xarpêtê, li vir jî bobelat nebû sedema mirina mirovan, bergiriyên ku di dema xwe de nehatibûn girtin, bû sedema mirina bi dehan mirovan. Bi salan e Desthilata AKP’ê bi rê û gêdûkên (tunel) ku çêdike propagandaya xwe dike. Lê li gel ku navçeya Miksê gelek bilind e û mehên zivistanê çûn û hatina wê zehmet e jî, ji bo pêşîgirtina xesarên bobelatên mîna aşûtê tu bergirî nehatine girtin.

 Çay belav kir!

Raste rêya ku diçe navçeyê, li gorî salên berê hatiye nûkirin. Lê li gel ku her zivistan li herêmên ku rê di wan re derbas dibe aşût pêk tê jî ji bo pêşîgirtina encamên giran ên aşûtê, teddbîrên pêwîst nehatine girtin. Rê li gorî vê yekê nehatiye sererastkirin. Ev yek jî weke erdheja Xarpêtê, bû sedema êşên gelek giran!

Di saetên ku xebatên lêgerîna kesên di bin aşûtê de mabûn, dihatin kirin de, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li bajarê Kirikkaleyê yê Tirkiyeyê mitîng li dar dixist. Di mitingê de weke ku li welat li laşê mirovan nayê gerîn, Erdogan propagandaya partiya xwe dikir û çay li beşdarên mitînga xwe belav dikir.

Balkeş bû, televîzyonên Tirkiyê yên ku qaşo qenalên nûçeyan în jî weşanên xwe yên zîndî yên li cihê aşûtê qut kirin û berê xwe dan mitînga Erdogan. Li gorî xwediyên van qenalan axaftina Erdogan ji gerîna laşê mirovan girîngtir e. Lewre, axaftina Erdogan heta dawiyê dan.

Televîzyonên ku li ser çûyîna Şaredare Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya kaşûnê ya dema erdheja Xarpetê, bi rojan nîqaş kirin û dersa sincê dan, ji bo Erdogan sinc ji bîr kirin.

Peywir û bergirî jî hene

Her çiqas dewlet bi bêdengiya xwe û televizyon jî bi weşanên xwe bixwazin ku bobelatan weke bûyereke xwezayî nîşan bidin jî, êdî tu tişt ji gel nayê veşartin. Kesên ku ji ber negirtina bergiriyan birîndar bun û xizmên xwe di van bobelatan de winda kirin, baş dizanin ku, bobelat çi ne. Heke tespîta xwezayîbûna bobelatan bê kirin, gelo pewîst nake ku tespîta peywir û bergiriyên ji bo van bobelatan jî bê kirin?

KCD’ê şîn îlan kir

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir çûn cihê bobelatê û xebatên lêgerînê di cih de şopandin. Dîsa CHP’ê jî heyetek şand Miksê û têkildarî îxmalan lêkolîn da dest pê kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi daxuyaniyekê ji malbatên kesên ku di bobelatê de jiyana xwe ji dest dabûn re serxaxî xwest û li bakurê Kurdistanê ji bo 2 rojan şîn îlan kir.

Wênesaza têkoşer

0

Hunera wêneyê, cara ewil di heyama neolîtîkê de bi xêzkirina nîgarên nêçîrvan û sewalan ên li ser dîwarên şikeftan dest pê kiriye. Her çiqas di destpêkê de wêne, wek hunerê nehatibe dîtin jî di qirnên dawiyê de bi pêşketin û guherîna rêbaz û şêwaza xwe, di dika dîrokê de wek beşeke hunerê cihê xwe digire. Di nav demê de bi hezaran wêne tên çêkirin û gelek wênesazên navdar û bi behre (qabiliyet) digihîjin.

Lê belê dema mirov bala xwe didê ev huner tenê wek karê mêran hatiye dîtin û wênesazên jin hatine paşguhkirin. Di vir de dîsa hişmendiya nêreza ya ku bi sedan salan e em li dijî wê têdikoşin, dertê pêşiya me. Di dîrokê de gelek jinên wênesaz ên li dijî hezaran zor û zehmetî têkoşiyane hene. Yek ji wan jinên bi inyad ku bi dilxwazî û azweriya xwe ya ji bo wêneyê û bi taybetî jî bi nasnameya xwe ya jinê derketiye pêş û pêşengî kiriye jî Artemîsîa Gentileschî ye.

Wêneyên xurt û jixwebawer

Artemîsîa Gentileschî ya ku di serdema xwe de bûye sembola têkoşîna hebûna jinan, di sala 1593’yan de li Romayê ji dayik bûye. Gentileschî ji ber ku jin bûye, nikaribûye li dibistanên hunerê perwerdeyê bibîne. Wê destpêkê perwerdeya xwe li ba bavê xwe yê ku li ser xeta Caravaggîo wênesazekî barok Orazîo Gentileschî dibîne. Wê demê li Ewropayê, wênesazên jin ên ku wêneyên laşî (anatomî) û nû (tazî) çêdikirin, baş nedihatin pêşwazîkirin. Lê ruxmê vê rewşê jî Gentileschiyê di wêneyên xwe yên mîtolojîk û olî (dînî) de nîgarên xwe tazî xêz dikirin.

Hunermend, di wêneyên xwe de jinan bi nîşaneyên xurt û jixwebawer xêz dike. Ji bo perwerdeya perspektîfê ya Artemîsîayê, bavê wê bi wênesazê bergehê yê floransayî Agostîna Tassî re li hev dike. Lê Gentileschî ku wê demê 19 salî ye, rastî destdirêjiya Tassî tê. Her çiqas bavê wê doz li Tassî vekiribe jî, ji dadgehê encamek dernakeve. Artemîsîa ev yek di hunera xwe de mîna guleyekê bi kar tîne û bi vî awayî bertekên xwe nîşan dede.

Gentileschiyê gelek caran serpêhatiya Judîth a di Încîlê de xêz kir. Ew di sala 1616’an de bû yekemîn endama jin a Academia del Disegnoyê. Bi hinceta ku li gorî exlaqê civakê yê wê serdemê tevnegeriyaye, Artemîsîa Gentileschî gelek caran hate rexnekirin. Di xebatên wê de jê re gelek astengî hatin derxistin lê dîsa jî wê têkoşîna xwe bênavber domand û li pey heqîqeta xwe ket. Ji ber serpêhatiyên trajîk ên di 20 saliya xwe de, Gentileschiyê di xebatên xwe de pirî caran cih da tundiyê. Bi vê rêyê jî êş û hestên xwe di wêneyan de xemiland. Di xebata wê ya Judîth de serê Holefernes tê jêkirin. Ji ber vê sedemê jî tê gotin ku ji xebata Caravaggîo ya bi heman mijarê bandor bûye. Lê dema mirov li kompozîsyonê dinihêre, dibîne ku vegotineke pir cudatir heye.

Judîth û Holofernes

Mijara ‘Judîth ve Holofernes’ di Încîlê de derbas dibe. Di xebata Caravaggîo de em Judîth weke jineke ku bi cil û bergên xweşik xwe xemilandî, dema bi şûrê xwe karê malê dike mîna xaniman tevdigere, rûtirş û karên zehmet pir bi hêsanî dike, dibînin. Jixwe xizmetkara wan Abra ku pîr e, berxwedaneke wê ya li hemberî rûdanên heyî nîn e û her tim li cem xwediyê xwe rûdinê. Lê Judîth a Artemîsîa Gentileschî ne wisa ye. Di ya Gentileschiyê de mirov jineke têgehiştîtir û pir wêrektir dibîne. Şûrê xwe di destê xwe de zehft kiriye û bi biryar pê digire. Bi vî awayî jî wek jineke bihêztir dixuyê.

Hunermendên jin ji dîrokê ve hebûna xwe bi fedekarî û bi biryardarî parastin. Ew ê vê hebûna xwe hîn bihêztir bidomînin…

Daxwazname

0

Min bipirse ji ewran, ji toza stêrkan, ji gulbehîvên xewnan. Min bipirse ji pisîkên kedîkirî, ji xemgîniyên ebedî û zivistanên goreqetiyayî. Ji min bipirse; pirsên nepirs!

Pirsên ji tîremar û sêncên beyanan. Pirsên kujer, pirsên kujerkuj, pirsên ji bermahiyên pêlavek sedsal berê ku ji lingê serhildêrek firiyabû li Kardoxyayê. Ji min bipirse; pirsên dîn û ji nîvşevên dîn, ji tiqetiqa cinên hîvek kurdistanî ku her kes kum û kolosê xwe jê re bilind dike.

Min bipirse! Min bipirse; ji ‘evînên awira dawî*’ û jiyana tim ewrewî. Ji çengek ax, ji kavilek li derdora wê “Bêkes” nivîsandî. Min bipirse; ji kolanên bi olan, ji lalîtiya kevirên li ser eniya miriyên sax, ji termê jiyanê yê li ser milên zindiyan. Min bipirse; ji asîmanê ku qet hembêz nake û erda ku qet tebatiyê nade. Ji gotina ku nikare ji bin ziman derkeve, ji zimanê ku xwediyên wî, her kêlî wî bi qurbana zimanê mijokdarên xwe dikin!

Min bipirse; ka gelo çi me, çawa me, li ku me? Kesera kîjan payîzê, bextê dînîtiya kîjan hespê, risteya kîjan sermestiyê me. Min bipirse, êdî min bipirse; ka kî me, di zikê kîjan nasnameya hût de vexwarî me, di bin bizmarên kîjan qefesa heyînê de zengarî me? Çavên min ji çi ne, guhên min ji çi?  Min bipirse êdî, min bipirse! Dilê min çengek berf e yan sotikek agir? Ji goşt û xwînê ye yan zingezinga delodîniya hebûnê?

Ji min bipirse; min, bi min, ji min bipirse ka ez çi dikim di bin goristana heyatê de? Çima dilê xwe dikolim, li qesr û qonaxên kurdîtiyê yên xirabe li defa kîjan hewarê dixim? Ji min bipirse ka ez çi dikim?

Çima wiha dikim zimezim li bin asîmanê tî û têrvexwarî? Çima bi neynûkên xwe keviran dikolim, bi dilê xwe axê? Ji min bipirse, çima hê jî di zaroktiya pêxwas de lêvên xwe dicûm, li deriyê cîranên xerîb dixim û direvim?

Min bipirse, min ji min bipirse, çi ne ev xeyalên ku min li pey xwe dikişkişînin? Ev sêdarên ji Şêxê Pîran, ev bejnên ku li asîmanê Mahabadê bi biharê xapiyayî wekî desmalên şanoyek şikestî li ba dibin çima dev ji min bernadin? Min bipirse; ji kulîlkên rûçikandî, çîrokên diziyayî, ji sermestiyên bi guleyên şiyariyê şikiyayî. Min bipirse ji destên nebûnê, kofiya serê pîrejinê, ji rêya trênê, ji êvara darek bi tenê. Li vir, li wir, li her derê, li ber her deriyê min bipirse. Îmzeyek bavêje binê mirinê, bila jiyan veciniqe, hesp siwarê xwe dîn bike, kurd azadiyê xitim bikin.

Ji min nepirse. Ne rewşê, ne sibeyê, ne îro, ne niha. Tu tiştî ji min nepirse. Ger tu bipirsî jî ez lal im. Wekî kevirek kurdî yê virvirandî, li bin bîra zeman dinalim. Qet nepirse!

*Evînên awira dawî: Navê pirtûka Walter Benjamîn e.

PZK’ê mijara zimanê kurdî bir meclisê!

0

Liv û tevgera ji bo fermîkirin û pêşxistina zimanê kurdî, li Bakurê Kurdistanê zêde dibin. Di meha çileyê de Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo vê yekê li Amedê bi beşdariya 300 kesî komxebatek li dar xistibû. Di vê komxebatê de biryar hatibû dayîn ku xebatên ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî bên geşkirin. Ji bo vê yekê bang li partî û sazî û dezgehên kurdî hatibû kirin ku hewldanên xwe yên di vê derbarê de zêde bikin.

Piştî vê komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî (PZK) jî zend û bendên xwe bada û berê xwe da Enqereyê. Platform, di sala 2018’an de bi beşdariya 9 partiyên bakurê Kurdistanê hatibû avakirin. Ji roja ku hatiye avakirin heta niha gelek civîn li dar xistiye û banga geşkirin û zindîkirina zimanê kurdî li kurdan kiriye.

Kurdîbûna siyasetê

Piştî van bangên xwe, platform cara yekemîn bi awayekî şênber ket nav liv û tevgerê û bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinan kir. Ji bo vê yekê di 4’ê Sibatê de endamên platformê li Meclisê, serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Platformê, daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê kurdî û kurdîbûna zimanê siyasetê pêşkêşî HDP’ê kir.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, têkildarî hurgiliyên serdanê axivî. Taşçier, diyar kir ku Platform dixwaze li cem zimanê tirkî zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî yê duyemîn û ev tişt got: “Ji me jî daxwaz dikin ku zimanê siyasetê bibe zimanê kurdî, yanî parlamenterên kurd bi kurdî biaxivin û kurdî derxin pêş.”

Daxwaz pêşkêş kirin

Endamên platformê piştî serdana xwe ya HDP’ê, serdana CHP, Partiya Saadetê û endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî kirin. Platformê, di serdanan de daxwazên xwe hem bi nivîskî hem jî bi devkî radestî partî û endamên YE’yê kirin.

Paltformê, têkildarî serdana xwe ya Enqereyê û hevdîtinên ku li Meclisê bi partiyên siyasî re kir, di 7’ê Sibatê de li Avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Amedê, civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de Berdevkê Platforma Zimên Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî serdanên wan axivî. Cizîrî diyar kir ku xwestine bi hemû partiyên ku li Meclisê ne re hevdîtin pêk bînin lê tenê HDP, CHP û Partiya Saadetê deriyên xwe ji wan re vekirine.

Bi qursan çareserî nabe

Cizîrî, destnîşan kir ku hewl dane bi AKP’ê re jî hevdîtin pêk bînin, lê AKP’ê bersiv nedaye daxwaza wan a hevdîtinê û têkildarî naveroka hevdîtinên wan ev tişt anî ziman: “Me di hevdîtinan de daxwazên xwe yên ji bo zimanê kurdî peşkêşî partiyan kir. Me ji wan re got meseleya zimanê kurdî tenê bi qursan çareser nabe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û divê Saziya Zimanê Kurdî ava bibe. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû piştgiriya daxwazên me yên ji bo Saziya Zimanê Kurdî kir.”

Endamê Platformê Vahît Aba jî, da zanîn ku piştî van hevdîtinen xwe, nexşerêyek dane peşiya xwe û wiha got: “ Em ji bo 21’ê sibatê xebatekê dikin. Pişt re jî em ê di 22’ê Sibatê de konferansekê li dar bixin û bernameya xwe ya salekê diyar bikin.”

Coronavîruseke nû 2019 nCoV

Coronavîrus malbateke mezin a vîrusan e. Di laşê sewalên wekî şevşevok, beraz, pişîk, kûçik, çivîk, mar û hwd. de dibin sedema nexweşiyê. Gava di genetîka wan de hinek guherîn (mutasyon) çêbûn ji sewalan derbasî merivan dibin. Piştî hinek guherînên din ji merivan jî derbasî merivên din dibin û bi vî awayî di demeke kin de di nav civakê de belav dibin.

Berî niha di sala 2003’an de coronavîrusa bi navê SARS-CoV li Çînê derkete holê û bi sedan kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest da. Rêjeya mirinê ji sedî 10 bû. Li gorî lêkolînan hate tespîkirin ku ev vîrus ji cureyeke pişîkan derbasî merivan bûye. Di sala 2012’an de vê carê li Erebistana Siûdî bi navê MERS-CoV Coronavîruseke nû ji hêştiran derbasî merivan bû û dîsa gelek kes pê mirin. Di vê vîrusê de rêjeya mirinê ji sedî 35 bû. Lê ji ber ku zêde belav nebû pir kes pê nemirin.

Di kanûna 2019’an de li Çînê li bajarê Wuhanê di gelek nexweşan de zatûre hate dîtin lê sedema nexweşiyê nedihate zanîn. Piştî lêkolanînan di van kesan de Coronavîruseke nû hate tespîtkirin û ev vîrus wekî 2019-nCoV hate binavkirin. Di serî de zanyar û pisporan digot ku ev vîrus ji maran derbasî merivan bûye lê a niha zêdetir li ser îhtîmala şevşevokan disekinin û hîn jî mijar nehatiye zelalkirin. Heta niha ev vîrus li gelek welatan di hezaran kesan de hatiye dîtin û bi sedan kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku ev vîrus girtine ji wan ji sedî 3-5 kes mirine. Coronovîrusa bi navê 2019-nCoV li gorî yên din zûtir belav dibe û her diçe kesên ku vîrus girtine zêdetir dibin. Beramberî vê hejmara miriyan jî roj bi roj zêdetir dibe.

Vexuyaniyên Coronavîrusê

Di nexweşan de vexuyaniyên cuda tên dîtin. Gelek caran av ji pozê nexweş tê, qirik û serî diêşin, nexweş dikuxe û laş disincire. Di hinek kesan de bêtaqetî, emel û xesara gurçikan jî derdikeve holê. Carinan nexweş rihet bêhna xwe nade û nastîne. Kesên ku pergala wan a xweparastinê lawaz, kesên ku nexweşiyên domdar (kronîk) ên wekî dil, pişik, kezeb û gurçikê bi wan re hene û her wiha kesên temendirêj û zarok nexweşiyê giran derbas dikin. Di van kesan de ev vîrus carinan dibe sedema zatûre û bronşîtê. Kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest daye exlebe ev kes in. Ev vîrus bi tenê di pergala hilmijê de bi cih nabe carinan rêviyan, kezebê, mêjî û birikan jî digire.

Çawa derbasî merivan dibe?

Piştî ku nexweş kuxiya û bêhnijî ev vîrus derdikeve derve û wekî dilopan di hewayê de asê dimîne. Bi bêhngirtinê derbasî merivên din dibe. Her wiha bi merhebatiyê jî dibe ku ev vîrus bê girtin. Kesên ku temasî sewalên nexweş dikin jî dibe vîrusê bigirin. Vîrus ji dev û pozê merivan re dikeve bedenê, derbasî qirik û pişikan dibe û dûre li hemû laş belav dibe.

Tedawiya Coronavîrusê

Nexweşî gelek caran wekî zekemê dest pê dike û xwe bi xwe derbas dibe. Heke agirê laş zêde be divê bê daxistin. Nexweşên ku agirê wan daneket û nexweşiyê li wan giran kir divê ji Coronavîrusê bikevin şikê û herin nexweşxanê. Kesên ku ji cihê nexweşî lê zêde hatibin an jî kesên ku bi nexweşan re temas kiribin divê hişyar bin. Hîn tedawiyeke xweser tune. Li ser tedawiyê xebat didomin. Wekî nexweşiyên vîral ên din, di vê nexweşiyê de jî antîbiyotîk bi kêr nayên divê neyên bikaranîn. Nexweş divê xwe bêav nehêle û wekî her car xwarina xwe bixwe.

Xweparastina ji Coronavîrusê

Divê merivên saxlem destên xwe yên neşûştî bi çavên xwe, bi pozên xwe û bi devê xwe nexin. Beriya xwarinê gere dest bi sabûnê bên şûştin û ji kesên nexweş dûr bê sekinîn.

Hingî ji destê nexweş bê divê dernekeve derve li mala xwe rûnê û gava kuxiya yan jî bêhnijî bi destmalekê devê xwe bigire û nehêle vîrus li derdorê belav bibe. Heke di wê kêliyê de destmal tune be nexweş gava kuxiya dikare milê xwe bide ber devê xwe. Her wiha bikaranîna maskeyê jî wê pêşiya berbelavbûna vîrusê bigire. Cihên ku destên nexweş lê ketibin divê werin paqijkirin. Xebatên li ser parzayê didomin.

Reklama rojnameya Xwebûnê

0

Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike fîlma danasîna rojnameyê amade kir. Fermo temaşe bikin.

Ji Weşanxaneya Rûpel berhemên kurdî

0

Weşanxaneya Rûpel ê ku navenda wê Almanya ye, berhemên dîroka kurd, wêjeyên kurdî û ferhengên bi zaravayên kurdî çap dike.

Weşanxanyê bi pirtûkên xwe yên kurdî ku beriya demekê çap kiribû, dîsa bal kişandiye bûyerên dîrokî û wêjeyên kurdî.

Le Monde Diplomatique Kurdî

Kovara Le Monde Diplomatique piştî demeke dirêj wê dîsa dest bi weşana xwe bike. Weşanxaneyê beriya niha beşek ji gotarên bi kurdî yên di vê rojnameyê de hatine nivîsandin weke pirtûk çap kiribû û navê pirtûkê jî kiribû ’Gotarên Redaksîyona Kurdî’.

Weşanxaneya Rûpelê piştî cildê 1’em ê pirtûka “Gotarên Redaksiyona Kurdî” niha jî cilda 2’yem ê pirtûkê çap kiriye.

Le Monde Diplomatique Kurdî ku li ser hev 48 hejmar derketine, 30 ji wan matbû yên mayî dijital in. Wek tê zanîn ji sedî 75’ê kovarê wergerên Le Monde Diplomatîque a fransî ne, ji sedî 25’ê mayî jî ji alî redaksiyona kurdî dihat nivîsîn an jî ji hin niviskarên kurdî dihat xwestin. Ev pirtûka di destê we de ji wan gotarên ku redaksiyona kurdî bi xwe amade kirine yan jî siparîş dane, pêk tê. Gotarên wê piranî li ser bûyerên rojane yên dema xwe ne.

 

Arşîva Bîra Kurdan 1

Arşîva Bîra Kurdan, ji 17 gotarên dûr û dirêj ên li ser pirsa kurd û Kurdistanê ne ku ji arşîva Le Monde Diplomatique a fransî hatine hilbijartin, pêk tê. Ev gotar ji bo kurdî ji alî endamên redaksiyon û wergerên Le Monde Diplomatique ya kurdî hatine wergerandin.

Gotarên têde li ser mijara kurdî ya ji salên 60’î heta salên 80’î ne. Gotarên gelek nivîskar û lêkolînerên bi nav û deng ên wek Jean Pierre Viennet, Chris Kutschera,  Anna Helena Ghasemlou, Elizabeth Picard, Christiane Moore, Kendal Nezan û hîn gelekên din  di vê pirtûkê de cih digirin.

 

Heftê Salên Usivê Qurzî

“Heftê Salên Usivê Qurzî” pirtûkeke bîranînan e. Munzur Çemî jiyana Usivê Qurzî ji devê wî bi kirmanckiya (zazakiya) wî nivîsiye. Ev pirtûk cara pêşîn di 1992’yan de li Stockholmê hatiye weşandin û di babeta xwe de xebateka herî pêşîn e. Pirtûk li gor kronolojiya jiyana Usivî hatiye nivîsîn û duwazdeh qisim e.

Di qisma yekem de behsa qewm û merivên Usivî, gundên nêzîk û eșîrên wê mintiqeyê dike. Li vir, li ser pevçûn û nakokiyên gundî û eșîrên Dêrsimî yên salên 1920-30’î gelek melumat hene. Qismê duyem yê pirtûkê li ser jenosîda Dêrsimê ye. Usiv bi xwe di nav van hedîseyan de bûye. Ҫend caran ji mirinê xilas bûye. Bi ҫavên xwe beşek ji jenosîdê dîtiye. Wekî nimûne li ser mala Bertal Efendî wanî dibêje: “… [Wan]Bertal Efendî li Vilê Kewlî kuşt, ji malbata wî şêst û şeş kes jî li Hîra Gewre qir kirin. (…) Jixwe ji mala Bertal Efendî sê keҫ[ên wî] xilas bûn. Ew jî zewicandî bûn loma xilas bûn. Ji wan yek dayika Dr. Şivanî, yanî Saît Kirmizitoprak bû.” Ew di vî beşê pirtûkê de dûr û dirêj behsa tade, zilm, kuştin û talankirinên dewletê, behsa têkiliyên kurdan di nav xwe de û psîkolojiya kurdan a wê demê dike.

Edebiyata Devkî ya Kirmanckî (Zazakî) ya Herêma Sêwregê

Ev xebata ku Kafur Seçîlmek ê sêwregî amade kiriye, têde gelek berhemên edebiyata devkî ya kirmanckî (zazakî) ya herêma Sêwregê yên wek lorîk, manî, mamik, tiştanok, stran û dûrik, çîrok, efsane, pêkenîn, gotinên pêşiyan, îdyom, dua û nifir cih digire.

Nivîskarî van berhemên xwe li cihê ku berhevkirine her wiha qeyd jî kirine, nivisandine û tesnîf kirine, di derheqê cureyên wan a edebî de jî agahdarî daye û hin caran jî tehlîla wan kiriye.

 

 

Mala Xwedê

Di her civatekê de bi destpêka derketina rojname û kovaran re, her wiha kovar û rojnameyên mîzahî jî dest bi weşanê kirine. Lê ya kurdî pir dereng dest pê kiriye.

Mahmûd Lewendî jî yek ji wan nivîskaran e ku di 1985’an de bi navê Mîrkut yekem kovara mîzahî derxistiye.

Wî di wê kovarê de gelek pêkenîn jî belav kirine, piştre di kovarên cihê cihê de gelek nivîsên mîzahî û pêkenîn belav kirine. Û ji wan pêkenînan ku nêzîkî 300 pêkenîn in, ev pirtûk; Mala Xwedê, hatiye amadekirin.

Pêkenînên di vê pirtûkê de yên ji derveyî civata kurdî, piranîya wan ji zimanên xerîb, wek fransî, swêdî, erebî û tirkî hatine girtin û adabteyî kurdî bûne.

Mamoste Nûjen jî ji bo gelek pêkenînan karîkatur çêkirine da ku bêtir bala xwendevanan bikişîne.

 

Nameyên Nûredîn Zaza

Ev nameyên Nûredîn Zaza (1919-1988) ku wî ji Hoşeng Sebrî û Hemreş Reşo re şandine, dema ku meriv dixwîne meriv dibîne ku Nûredin Zaza wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd çiqas giringî daye xebata di her warî de ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û çanda kurdî.

Bi weşandina van nameyan meriv aliyekî jiyana Nûredîn Zaza ya ji salên şêstî heta salên nodî nas dike. Meriv di van nameyan de dibîne ku Nûredîn Zaza çiqasî ji bo ziman û çanda kurdî xebitiye.

Pirtûk ji alî Mahmûd Lewendî û Nedîm Baran hatiye amadekirin û 273 rûpel e, ji sê beşan pêk tê.