18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 1667

Kurdayetî di Helbesta Melayê Cizîrî de

0

Gava zarok bûm, qesîdebêj û xezelxwan dibûn mêvanê me û jê helbest dixwendin. Min digot qey ew helbest ayet in. Ji kana Kurdî werdibûn. Îca feqe û alimên civatê bi cizba diketin, hin kes soba sor didan ber dilê xwe, hin ji wan serê xwe li dîwaran dixistin.

Helbestên Melayê Cizîrî kirin ku jiyana sor bidim ber dilê xwe û serê xwe li dîwarê hicrika seydayî bixim heya bibe xirxirk!

Her dibêjim, “Wêje ji cîhanê mezintir e, Melayê Cizîrî jî ji wêjeyê mezintir e!” Gava nêzîkî Dîwanê dibî, oqyanûsek diçelqile.

Te dît suhbetek helbestkî ya Cizîrî û Feqiyê Teyran heye. Di hin metnên Bakurî de dibêjinê “danberhev” an jî “munazarat.” Arif Zêrevan ku çapeka rind a Dîwana Melê amade kiriye dibêje “hevdubêj.” 50 sal berê Abdulreqîb Yûsuf di Dîwana Kurmancî da gotiye “berekan.”

Mela û Feqî bêyî dilê hev bihêlin û gotinên xwe li hev siwar bikin, olaneka hevpar tînin zimên. Ber bi dawiya berekanê ve pesnê hev didin. Feqî dibêje: “Di zumreya mîhrdaran / Tu roj î, ez hê tav im.” Mela dibêje: “Senexwanê Feqeh im / Evroke li Cizîrê.”

Ez jî dibêjim: “Ger siya Melayî hebit / Me bi rozê çi hacet?”

Em dikarin hemû wêjeya Kurdî ya piştî Cizîrî, wek siya Melê bibînin. Kesek nîne di helbesta Kurdî de ku silavek nedabê. Heke em siya wî bin û yekî weke wî ji Cizîrê rabûbe, divê em behsa du xalên girîng bikin: 1) Cizîra Botan bajarekî ewqas pêşketî bû ku helbestkarekî ewqas mezin welidand. 2) Divê beriya Melê û di serdema wî da bi dehan helbestkarên mezin rabûbin ku rojek wisa ji nav wan hil bibe.

Heke em siya Melê bin, naxwe helbestkêr hem bo roja xwe gotiye hem bo roja me. Divê em herdu rojan ji hev derxin. Ne çavê roja îro bo roja çûyî rastiyê dibîne, ne çavê roja çûyî roja îro dibîne.

Bo çi dibêjim? Di wêjeya klasîk de klîşe (mezmûn) hene. Simbol in û wateya xwe cuda ne. Wek mînak Teter postevan e, Tirk maşûq e, Hindî xal e, nêrgiz çav e, tîr bijang e.

Heke ev peyv simbol bin û qest ji wan sewirandina eşq û maşûqê/î be, ya Mela dike dareka bilind a em li binî çi ye?

Îca werinê.

Helbesta klasîk pala xwe daye Nû-Platonîzmê ku di her warî de îdeayek heye. Wek mînak, ideaya çiyê “Kuhê Bêsitûn” e. Gava helbestkar behsa çiyê bike, divê navê çiyayê Bêsitûnê hilde. Lê çiya bo Melê, Qendîl e ku dibêje: “Tu narê firqetê zanî / Dikarim ez tehemmul kim / Diyarê kohê Qendîl im / Meger fîl im di eşqê da” (42).

Helbet bajar û welat jî simbolîk in, lê Mela Kurdistanê jî dike simbol: “Tenha ne Kurdistan didin / Şîraz û Yeng û Wan didin / Her yek li ser çehvan didin / Ji Espehan têtin xerac” (76). Dîsa dibêje: “Bi tebilxaneyê şahî were text / Ko tu îro şehê Kurdistan î” (243).

Gava behsa Dîcleyê tête kirin, dibêje: “Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê / Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber û merx” (88). Wek tê zanîn simbola feyz û coşê di helbesta klasîk de Nîl e. Lê Mela wiha dibêje: “Feyza me şubhê Nîl e em Dicle û Ferat in” (113).

Di helbesta klasîk de tekye meyxane ye, mirîd zarokên agirperestan in, mirşîd jî pîrê Zerduştiyan e. Lê li nik Melê, Laleş dibe simbol: “Dilgeşte min ji dêrê naçim kenîşteyê qet / Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş” (112).

Qralek dixwaze bihuştek li cîhanê çêbike li Hîcaz an jî Suriya îroyîn. Jê re dibêjin “Baxê Îrem”, yanê baxçê bihuştê. Lê binêrin Mela çi dibêje: “Gulê baxê Iremê Bohtan im / Şebçiraxê şebê Kurdistan im” (272). Ecêb e.

Mela ecêb e. Dizane çi bandora helbesta xwe heye ku dibêje: “Sed Çîn di xwe da girtiye zulfa te bi çîn / Şi‘ra me û heq lew çû heta Maçînê” (251).

Me ti gazin tune, Kurdî daye me, em şad in li bin siya Melayî.

Çend Nîşe: 1. “Senexwan” meddah û pesndar e. 2. Mebest ji “roz”ê “roj” e ku di Dîwanê de Mela dibêje “roz.” 3. Jimara rûpelan ji çapa Hewlêrê didim: 2007, Amd. Arif Zêrevan, Dezgey Aras.

Ger gotinên xweş dixwazî wer kurdî bixwîne

Meriv dikare bi zimanê xwe dil û mejî rehet bike. Ji bilî zimanê rastîn ê jiyana me ti ziman nikare dilê meriv rehet bike. Tenê zimanê bav û kalan dilê merivan rehet dike

Ger gotinên xweş dixwazî wer kurdî bixwînê

Te  bi farisî, erebî û bi tirkî çi hacet

Ziman, zimanê bav û kalan e

Ziman dayîna Xwedê ye

Mîrasa sedsalan e

Ev zimanê qedîm û şêrîn wê hey bimîne, heta ebed

Em ê biçin û ew ê bimîne

Zarok û nevî wê biçin lê ew ê her bimîne

Zordest û zalimê biçin lê ew ê her bimîne

Her tişt bi zimanê mirovî xweş e. Şer, azadî, evîn, gotinên xweş, dijûn (sihef, xeber), laqirdî, zanîn, feza hema tu çi bêjî bi zimanê mirovî  xweş e. Hemû ziman wek hev şêrîn û xweş in. Zimanek ji zimanê din ne çêtir e. Hemû ziman têra her tiştî dikin bes bila hişê me têr be.

Meriv dikare bi zimanê xwe dil û mejî rehet bike. Ji bilî zimanê rastîn yê jîyana me ti ziman nikare dilê meriv rehet bike. Tenê zimanê bav û kalan dilê merivan rehet dike.

Kurdî  di her qada jiyanê de ji xwe re hêlînên delal çêkirine. Bes bila çavên me ji delaliyê fam bike û hişê meriv ji zanînê. Wê demê meriv tamek mezin ji zimanê xwe werdigire û meriv pê serfiraz dibe. Ev jî tenê bi xwendinê dibe. Xwendin, xwendin û xwendin lê xwendina rastî. Xwendin e ya me azad dike. Xwendin e ya me dighîne asta mirovahîya bilind.

Di destpêka misilmantîyê bi xwe de jî dema Cebraîl ji ezmanan tê ba pêxember jê re emrê Xwedê yê pêşî dibêje. Ew jî “Îqra” ye ango “bixwîne” ye. Xwedê teala jî dizane ku kesê/a xwende her dem wê rastîyê bibîne û wê ji şaşîya xwe vegere û bikeve rêya rast. Lewma emrê wî yê pêşîn “Bixwîne” ye. Divê em jî bixwînin û bibin zana û têkevin rêya rast.

Divê em bixwînin û hay ji xwe hebin, hay ji dîrokê, hay ji çîrokê û ji çanda xwe. Gava me xwend em ê li xwe xwedî derkevin û di dawîya dawîn de em ê serfiraz bibin. Lê divê hemû xwendinên me bi zimanê me bên kirin. Ji bo ilm û zanînê divê meriv bi zimanê din jî bixwîne û wan berheman wergerîne zimanê xwe da ku zimanê me di her qada jiyanê de hêlînên nû ji xwe re çê bike. Ji bo vê yekê jî divê em xwe hînî zimanên nû bikin û ji wan zimanan bo zimanê xwe wergerê bikin.

Berê Xanî, Feqî, Cizîrî, Celadet û Cegerxwîn hebûn û niha jî gelek neviyên wan di rêya wan de derbas dibin. Ji bo zimanê xwe kevir li ser kevir dikin û dibin mîmarê dîwarê xwe. Divê meriv mil bide wan û ji bo dîwarê ji bo me hatiye lêkirin xizmetê bike. Divê meriv berhemên wan bixwîne. Hema neyê xwendin jî divê di her malekê de Mem û Zîna Xanî, Dîwana Feqîyê Teyran û Dîwana Melayê Cizîrî hebe. Çawa di her mala misilmanekî de Quran hebe û neyê xwendin jî li ber çavan û di qewlikê xwe de ye. Divê berhemên Xanî, Feqî û Cizîrî jî di her maleke kurd hebin.

Divê meriv dîwarê ku wan lêkirî hilde jor wekî mîna Birca Babîlîyan dîwarê xwe bilind bike. Belkî wê çaxê Xwedê dîwarê me bibîne û belkî alîkarîyê bide me.

Emanet di xizmeta zimanê xwe de bin û ji bo zimanê xwe xizmetê bikin. Aliman rê ji me re vekiriye. De werin xwişk û birayên delal wekî ehlê rê bikevin rê. Di vê rêyê de ji can û dil bixebitin. Xebat û xwendina we wê bibe felat ji bo me lê betalî wê ji me re bibe koletî, de werin û guh bidin van gotinên Şêx Mûşerref: “Kesê xwenda muheqqeq her emir e / Nexwenda her wekî pîvaz û sîr e”.

Emanet di xizmeta zimanê xwe de bin û ji bo zimanê xwe xizmetê bikin.

Mirin derbas dike?

0

Ên ku Umberto Eco xwendibin, dizanin ku her pirtûkek wî çawa derya û arşîvek bêser û ber e. Jixwe ji romanên wî re jî “Eco – Roman” tê gotin. Ew bi serê xwe ekolek e. Lê li vir em ê tenê hevokek wî ya ji Pandula Faucault ku xwedî naverokek dîrokî ye bidin pêşiya xwe û li ser bifikirin: “Ku tu mirî dê derbas be” yan jî “ku tu mirî tu yê ji bîr bikî.” Di dema zarokatiyê de ev hevok wiha derbas dibe: “Ku tu mezin bibî tu yê ji bîr bikî. ”

Gerçî meriv mezin dibe jî ji bîr nake lê belkî mirin karibe bibe derman! Mînak; meriv dê çi ji bîr bike? Derd û kulan, tenêbûna qefesê yanî bedenê? An demborîtiya her tiştî û nesekinîna zeman? Dema meriv dikeve xewê jî her tişt ji bîr dike yan jî her tişt ‘derbas dibe’ lê çi feyde! Çawa şiyarbûnî tê, her tişt ji cihê ku lê maye berdewam dike. Lew xem, tenê dikare bo demên kurt bibe stare ne ji bo demên dirêj. Lê diyar e ku mirin ne wisa ye. Ji bo ku bi her awayî ji vê rewşa heyî rizgarbûnî ye bi rastî jî ‘derbas dike’ dide jibîrkirin!

Ne ku ez pesnê mirinê didim, jixwe pêwîstiya mirinê bi tiştekî wiha jî tune ye lê lazim e ku em mirinê êdî wekî travma yan jî felaketek nebînin û tenê dema ku ‘hat serê me’ nas nekin û hawaran neşînin erd û asîman. Wekî ku dapîra min digot; “Em ji bo mirinê, mirin ji bo me” yanî têkiliyek sîmbiyotîk (hevtêrker, hev pêşdebir) heye di navbeyna mirin û çêbûnê de lê ji ber tiştên ku bi me didin ezberkirin ew têkilî kor dibe û tenê zarezar û dramatîzekirin dimîne. Ger dram be, çêbûn bi xwe jî dram e, qedandina tiştek din, veguhezîna tiştek dinê ye. Jixwe li hin derên dinyayê dema zarok çêdibin şîna wan dikin û dema ber bi mirinê ve diçin jî şahiyê li dar dixin. Yanî rastî carna ne rast e! Lew tişta ku em jê re dibêjin rastî, li ba hin kesên din şaşî ye, li ba vedara xwezayê ya bêdawî jî.

Erê ku em bimirin ê derbas bibe ku em bimirin em ê ji bîr bikin! Çi? Mesela nasnameya kurdbûnê ya ku ne rehetî û huzûr dide xwe ne jî dide me, piştî mirinê dikare çi bike? Ew jî encax bi me re razê ne wisa?

Îcar di pirtûka navborî de leheng hem ciwan û zanyar e hem zarokek wî yê biçûk heye hem jî ji evîndara xwe pir hez dike lê kujer bi pey wî ketine û kuştina wî li ber derê ye. Belam xwe navêje nav xembariyê û dibêje; “Ku bimirim ê derbas bibe ku mirin were yê derbas bibe.” Paşê dilê wî jê re dibêje; “Dîsa jî pir zor e.” Diqehire û dibêje; “Serê wê bixwe! Dizanim ku pir zor e lê ku bimirim ê derbas bibe.”

Pirtûka ku nêzî hezar rûpel e kuştina wî ‘nade’ lê dîsa jî mirov dizane ku miriye û êdî xilasbûyî ye. Loma jî ev rastiya mirinê di bîra mirov de bi cih dibe û mirov têdigihîje ku tewreyek jiyanê ya nû ye, xelasî ye. Belkî em dibêjin qey çîrokên li vî alî nîvî dihêle lê na nîvîmayîn jî tiştekî îzafî ye. Ger em bi çavek nîvî mêze bikin her tişt nîvî ye lê ku her bûyîn destpêkek nû be, tu nîvîmayîn nîn e. Tişta ku em dibêjin nîvî, ji ber ku em dibêjin qey nîvî ye wisa ye, ne ji bo ku bi rastî jî wisa ye. Her tişt xwe temam dike û vediguherîne bûyînek din. Loma jî mirin ‘derbas’ dike baş dike. Loma em ji bo wê ew ji bo me ye. Jixwe ku em tenê li giyayan jî binêrin em ê bibînin ku di xwezayê de mirin tune ye, her tişt bi awayekî bi rêkûpêk di nav guherîn û veguherînê de ye lê mêjiyê însan ê ji xwezayê dûrketî ‘mirin’ peyda kiriye.

Nivîsandin an jî nenivîsandin

0

Li vir em ê li ser çend xalên nivîsê bisekinin, an jî yên nenivîsandinê. Em kurd çima nanivîsin? Ciwanên kurd çima berhem û metnên kurdî nikarin zêde bikin? Çima di rojname, kovar û înternetê de cureyên nivîsên bi kurdî zêde nabin? Heke zêde bibin jî ji aliyê nivîskar û helbestvanên xwe îspatkirine ve tên nivîsandin. Gelo çima navên nû li nivîskar û helbestvanên kurd zêde nabin? Di pey van pirsan de, li ser şopa nivîsê û bi hêviya nivîsên nû ku li kurdî zêde bibin em ê dest bi nivîsa xwe bikin.

Ji ber ku dîroka nivîsê dirêj e, em zêde qala dîrok û guherînên derbasbûyî nakin. Lê bi çend hevokan jî be em dikarin qala derketina nivîsê û têkiliya di navbera mirov û nivîsê de bikin. Dema mirov li dîrokê dimeyzêne mirovan ji bilî deng, pêwîstî bi bikaranîna sembolên cuda dîtine. Ango tenê deng têra xweîfadekirin û lihevkirinên mirovan nekirine. Ji ber wê jî mirovan serî li sembolên cuda dane. Wek mînak mirovan li ser dîwarên şikeftan bi wêneyan, xwe îfade kirine, an jî bi girikên tayî tişt hejmartine. Piştî lêgerîn û ceribînên dirêj  wêneyên şikefta nivîsa bizmarî bi pêş ketiye. Nivîsa bizmarî cureyê nivîsê yê ewil e. Nivîsa bizmarî bi darikên zirav li ser tabletan hatiye nivîsandin. Nivîs bi keda hezaran sal û mirovahiyê derketiye holê û hatiye roja me ya îro. Baş e,  çi ye ev nivîs? Ango em dikarin nivîsê çawa pênase bikin?

Nivîs bikaranîna hinek îşaretan, bi awayekî sîstematîk, şêweyê xweîfadekirinê ye. Her wekî din em dikarin bêjin ku nivîs, tespîtkirina raman a bi îşaretan e. Bi awayekî rêkûpêk nivîsandina tîpan, nivîsê derdixe holê. Di roja me ya îroyîn de rêjeya xwendin û nivîsandinê pir bilind e. Ji ber vê yekê nivîs ketiye nav jiyana mirovan. Lewma jî heke mirov bi nivîsê re eleqedar nebin jî nivîs bi mirovan re eleqedar dibe. Ango em dikarin bêjin ku têkiliyeke diyalektîk di navbera mirov û nivîsê de heye. Lê mixabin ev diyalektîka di navbera mirov û nivîsê de her çiqas ji aliyê nivîsê ve xurt bê jî ji aliyê mirov ve qels dimîne. Nivîs her kêliyê xwe nîşanî mirov dide, lê gelek caran mirov vê jinedîtîve tê. Di sedsala bîst û yekan de mirov mecbûrê nivîsê ye. Pêwîstî bi xurtkirina têkiliya mirov û nivîsê heye.

Bi dehan cureyên nivîsê hene. Ji bo hest û ramana nivîskar kîjan cureyê nivîsê kêrhatî be, hewce ye bi vê cureyê binivîse. Li gorî cureyê hatî nivîsandin nivîs; li rojname, kovar, çapemeniya civakî û blogên şexsî tên weşandin û wek pirtûk jî dikarin bên çapkirin. Piştî van tiştan pêwîst e, em bipirsin ka çima em nanivîsin? Gelek tişt hene ku pêşî li nivîsandina kurdî digirin; ev tişt carinan wek dewlet derdikeve pêşiya me, carinan wek mantiqê zimanekî din, carinan wek xweferzkirinên nivîskarên zimanê me, carinan wek derûniya bindestiya me û carinan jî wek xwesansûrkirinê. Lewma divê beriya her tiştî em xwe ji derûniya bindestiyê xilas bikin. Piştre jî bêjin: bihêlin bila em çend şaşiyên rêzimanî bikin, bihêlin bila çend hevôkên me bi mantiqê zimanekî din bin, bihêlin bila çend hevok ji zimanê labaratuarê(!!!) an jî kurdiya akademîk(!!!) bin.

Heta ku mirov şaşiyan nekin dê nikaribin rastiyan jî bikin. Ji ber wê çendê qedir bidin nivîs, berhem û nivîskarên nû da ku ji wan nivîsên qerase derkevin. Helbet kêmasiyên wan bibêjin, lê nebin sedem ku dest ji nivîsandina zimanê xwe berdin, nebin sedem ku berê xwe bidin nivîsandina zimanê ku bi salan pê xwendine û nivîsandine.

Kurdî behr-deryayeke bêserî û bêbinî ye. Ji ber vê yekê ne hêsan e ku mirovek di vê behrê de şaşî û kêmasiyan neke. Şaşî û kêmasî nebin jiyan gûzeke pûç e! Pêvajoya dîtina kehrebê ya Edîson piranî xwîner dizanin, ji ber vê yekê hewce nake ku em li vir qal bikin. Lê tevî hemû cerîbînan (ev cerîbîn carinan ji ber şaşiyan carinan jî ji ber kêmasiyan dubare dibin.) Edîson digihîje armanca xwe. Kesên ku dixwazin bi kurdî binîvîsin dê bigihîjin armanca xwe. Lê piçekî berxwedan û sebir. Ew kesên ku nû dest bi nivîsandina zimanê xwe dikin, divê ji rexneyên tûj re amade bin. Ji van rexneyan, yên çêker bila ji xwe re bigirin û heta dawiyê sûdê ji wan werbigirin, yên di nav de heqaret hebin bila piştguh bikin.

Wek encam; bi kurt û kurmancî nivîsandin karekî cidî ye. Divê mirov li gor vê cidîbûnê nêzîkî nivîsandinê bibe, nexasim nivîsandina bi kurdî zêdetir cidiyetê dixwaze. Nivîskarên kurdî divê her roj bixebitin. Çawa misliman dibêjin “Te îro ji bo Xwedê çi kir?” Divê nivîskarên kurdî jî her roj beriya ku rakevin vê pirsê ji xwe bikin: “MIN ÎRO JI BO KURDÎ ÇI KIR?” Ango divê her roj ji bo kurdî tiştekî bikin. Qene di behra kurdî de noq an jî binav nebin. Heke wê şevê bi ûcdaneke rehet rakevin wê demê ew ber bi nivîskariyê ve gavên biewle diavêjin. Na, heke tiştek nekiribin û ûcdan reht be, bila wê demê xew li wan biherime da ku ew şev li pêşiya gavên nivîskar ên bi ewle nebin asteng. Nivîskarî ne hêsan e, keda salan dixwaze ji bo ku rûpelên lênûskê têr û tijî dagire. Bi gotineke din divê nivîskar bi salan bixwîne û binivîse da ku tûrikê hişê xwe tijî peyv, gotin, metelok, mamik, çîrok, destan û hwd. bike. Dema li ser meseya xwe tûrikê hişê xwe yê ku ji folklora kurdî vebike.

Stêrkoka li ser peyva jinê: Jin*

Ev çend sal in, ji ber ku 8’ê Adarê bi gelek rêxistinên jin ên cur bi cur tê pîrozkirin û her wiha her rêxistin li gor bîr û baweriya xwe tevdigere, hin nîqaş li ser navê vê rojê û naveroka wê jî tên kirin. Hin rêxistin ku dibêjin ‘jin’ esas e, bi giştî dibêjin ‘roja jinê’. Yên ku dibêjin, ‘na mijara çîn û karkeran bingeh e’, navê ‘jinên kedkar’ bi şid diparêzin. Rêxistinên ku balê dikişînin ser têkoşîna hemû jinên cîhanê dibêjin ‘roja navneteweyî ya jinan’. Yên ku dibêjin ev rojeke femînîst e, wek ‘roja femînîstan’ bi nav dikin. Yên têkoşînê diparêzin, dibêjin ‘roja jinên têkoşer’. Û herî dawî yên ku naxwazin bi tu bîrdozî û zayendê ve vê rojê girê bidin, tenê dibêjin ‘8’ê Adarê’.

Ango ji jinên bûrjûva bigire, heta yên karker, ji yên femînîst bigire heta yên dij-femînîst, ji jinan tenê bigire heta gelek mêran, gelek komên cihereng xwe di pênaseyên 8’ê Adarê yên cuda de dibînin.

Bi taybetî bi bilindbûna rexneya li ser heteronormatîvîteyê ku kategoriyên ‘jin û mêr’ hem wek zayenda cinsî û hem jî wek zayenda civakî red dike û dibêje zayend li gor dualîtiya zayendan hatine sazîkirin; hemû rolên ku civak û biyolojî li ser jin û mêr wek zayend ferz dike, red dikin, navê 8’ê Adarê bû mijara nîqaşê. Ev pêla postfemînîst ku ji xwe re queer jî dibêjin, sedemên newekheviyê ne di baviksalariyê de, lê di heteronormatîvîteyê de dibînin. Dibêjin heteronormatîvîte ku li gor berjewendiyên zilam xwe bi têşe kir, baviksalariyê jî ava kir. Ev nîqaşeke berfireh e û têrî vê quncikê nake, lê tişta ku ez dixwazim balê bikişînim ser, şaneya *(stêrkok) e ku ev kesên kategoriyên jin û mêr wek zayenda avakirî red dikin, bi vê stêrkokê xwe pênase dikin û her wiha têkoşîna me ya bi hev re ya bi stêrkokê re ye.

Lewra ji ber ku ev kes û rêxistinên queer xwe li derveyî zayendên xwe yên biyolojîk (çi jin, çi mêr) pênase dikin û di heman demê de xwe di têkoşîna azadî û wekheviyê de wek tifaqa jinan dibînin piştî peyva jinê bi stêrkokekê (*)  xwe pênase dikin: Ango wek “Jin*”. Divê ev stêrkok bi vî awayî hemû kesên ku xwe li derveyî zayendên hetero (jin û mêr), kesên trans, înter, homoseksuel, biseksuel û hwd., pênase û destnîşan bike.

Tevî rexneyên pratîkî û teorîk ku li queer femînîzmê tên kirin, li gor min di têkoşîna azadiya jinan û bindestan de yek ji tifaqên herî bi wate jî tifaqa bi stêrkokan re ye. Lewra di navbera heteronormatîvîte û baviksalariyê de têkîliyeke yekser heye. Baviksalarî bi normên heteronormatîv xwe bi sazî dike. Derketina li dijî vê dualîtiyê, di heman demê de li dijî serdestî û bindestiyê derketin û li hember ‘norm’ê sekinandin (beramberî vê yên derveyî ‘norm’ê naskirin) e.  Pirî caran ev helwesta sekinandina li derî normê, ji hêla rêxistinên jinan û femînîstan ve bi guman tê şopandin. Heta tê gotin, ev helwest nasnameya jinê ku bi têkoşîna sedan salan hatiye bidestxistin, dixe xetereyê. Lewma dema kesên queer bi gotina 8’ê Adarê ve piştî “queer-femînîst”şaneya “*” jî pê ve kirin, jin gotin, “8’ê Adarê jî ji dest çû!”

Birêz Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên der barê jineolojiyê de dibêje dîtina jinê tenê wek zayendeke ku biyolojiya xwe cuda ye, koritî ye. Têkiliyên serdestî yên di navbera jin û mêrî de wek sedema bingehîn a newekheviyê dinirxîne. Girêdayî vê zayendperestiyê wek bîrdoziya desthilatdariyê dibîne. Ev tespîta der barê sedema newekheviyê bi ya queerê ve digihîje hevudû. Heta di mijara ‘kuştina zilamtî’ û ‘kuştina jina heyî’ de redkirina ‘jinantî û mêrantî’ya heyî heye. Lewra hem jinantî û hem jî mêrantiya heyî di her du zayendan de jî mewcûd e. Pênaseya jinê di heman demê de pênaseya mirovan bi giştî ye. Ango dema jinê “azad, wekhev û demokrasiyê di xwe de bicîhkirî” pênase dike, di heman demê de terîfa mirovê azad dide. Ev taybetmendî mirov nikare bibêje ku biyolojîk e, an jî tenê aîdê zayendekê ye. Bi gotineke din, em wek jinên kurd li dû avakirina jina azad, mirovê/a azad û civaka azad in. Lewra jî di 8’ê Adara jinên kurd de gelek nasname hene: Roja navneteweyî ya jinên têkoşer, kedkar, femînîst û stêrkok (*)’an e. Nasnameyên li dijî zayendperestiyê, li dijî bîrdoziya zilamê spî yê serdest têdikoşin û di lêgerîna civaka azad de ne, tifaqên me ne. 8’ê Adarê bi stêrkokan hîn rengîntir e.

Duh, îro û sibê ya me ye

0

Asta kûrbûn, bilindbûn û dijwariya êrîş û şerê pergala serdest a li hember çanda jin-dayikê, di heman demê de asta hêz û vîna jinê jî nîşan dide

Hinek tawan hene, dîroka wan kevnar û dirêj e. Nayên bîra me gelekan. Lê em pir aşkera dikarin yekparebûn û zindîbûna dîrokê di bûyerên îro diqewimin de bibînin. Jixwe ev pênaseya ‘dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşarî ye’ tam jî behsa van rastiyan dike. Lewma ger em baldar bin, em dikarin van tawanan li gor vê rastiyê bixwînin. Berqulipandin û vajîkirina dîrokê, kiriye ku heqîqet berovajî bibe û gelek tişt şêlû bibin. Zelalkirin û nîşandayîna heqîqetê, ji ber wê heta roja îro bûye sedema têkoşînên dijwar û ji bo xwegihandina heqîqetê berdêlên mezin hatine dayîn. Şewitandina 120 jinên li kargeheke bajarê New Yorkê jî vê rastiya dijwar a têkoşîna heqîqetê tîne bîra me.

Gelek caran bûyerên çêdibin tenê wekî encam li wan tê nihêrtin. Jixwe serkeftina hişmendiya serdestan di vê xalê de veşartiye. Serkeftin ew e ku bi hezar salan awayekî lênêrîna jiyanê ya wisa bi me dane avakirin. Wekî gelek tiştên din, ev hişmendî jî bi me dane hînkirin û piştî em hatine hînkirin, pejirandina tiştên din hêsan bûye.

Ger mirov behsa sînorên hizrî û hestyarî yên hatine xêzkirin û paşê di encama van de belavbûna ketî nav civaka mirovahiyê bizane, tiştên roja îro dikare baştir bên fêmkirin. Ji ber ev sînor bi gelek çîrok, mîtolojî, pirtûkên pîroz ên olî, paşê bi zanist, zagon û hiqûqê jî wekî heqîqet li ser me hatine ferzkirin û vegotin. Çîrok kevnar û dirêj e lê bi çend gotinan jî mirov dikare cewhera mijarê fêm bike. Gelek ji me nizanin ka cara ewil em çawa hatine ‘kedîkirin’ û dîlgirtin. Ev bûye sedem ku heta roja îro jî gelek sînor ji me re wisa bêguneh û ji rêzê bên xuyakirin. Lê mirovahiyê derbeya herî mezin ji sînoran xwar. Sînorên di hiş û hestan de dest pê kirin, paşê bûn sînorên malbatê. Bi rêzê, bûn ên gundan, eşîran,  bajaran, welatan û paşê bûn ên herêman. Sînorên di navbera civaka mirovan de hatin xêzkirin, bi vana jî bi sînor neman; sînorên di navbera serdest û bindestan, hejar û dewlemendan, çîna jêr û çîna jor de hatin çêkirin. Paşê sînorên din lê zêdebûn; sînorên hizrî, sînorên hestyarî, sînorên biyanîkirina mirovan, zarok kirin dijberên dayikan… Ev sînor hemû li ser hîmê înkar û nedîtina keda jinan hatin avakirin. Kedxwariya mezin, koletî û bindestiya mezin, mêtingeriya destpêkê li ser keda jinê hat kirin. Yên ku jin afirandibû, bûn neyarên jinê. Lewma jin bû çîna bindest a yekem, zayenda yekem a bûyî mêtingeh, kedkara yekem a destdirêjî li keda wê hatî kirin.

Çima jin? Ji ber jin serkanî û jêdera hiş û hesta avakirina civakbûna mirovahiyê bû; jin afirîner û xwedawenda ked û jiyanê bû; civakbûn berhema ked wê bû. Jin nehatina înkarkirin; ji textê xwe yê xwedavendiyê nehatina xistin; nebûya kole, mêtîngeh, çîna jêr, zayenda duyem û nirx û rûmeta jinbûnê nehatibûna berevajîkirin, an ku heqîqet nehatibûna şêlûkirin, rêya kedxwarî û mêtingeriyê venedibû. Çanda zilamsalariyê serkeftina xwe li ser vê berevajîkirina heqîqetê ava kir. Bingeha mêtingeriyê ya heta roja me ya îro jî xwe dispêre vê rastiya dîrokî. Bi înkara keda jinê re pêşî li her awayê kedxwarî û mêtingeriyê, şer, zilm û zorê, bêmafî û derewan, destdirêjî û xayîntiya li civakê hat vekirin.

Jin-dayika afirîner a hemû pêdiviyên jiyanê ji bo civaka mirovahiyê afirandî, hat înkarkirin. Dema mîtolojiyan tijî serpêhatî û çîrokên şer û pevçûna jinan a li hember vê xayîntiya mezin in. Paşê bi rêya olan bû pêvekek ji parsûyê zilam û li ser vê heta niha jî bi hezaran derew tên kirin. Paşê pergalên mêtinger û serdest pişta xwe dan van derewên xwe û spartin zanist, zagon û hiqûqê. Jin ji hemû qadên jiyanê hatin dûrxistin, jina jiyan afirandî, ji hemû mafên jiyanê hat bêparhiştin, bû xidam û xizmetkara pergala serdest. Hêza tu li hember şer dikî çiqas mezin be, tu bi hêzek ewqas mezin bi ser de diçî. Asta kûrbûn, bilindbûn û dijwariya êrîş û şerê pergala serdest ê li hember çanda jin-dayikê, di heman demê de asta hêz û vîna jinê jî nîşan dide. Tevî ku pênc hezar sal in bênavber ev çanda mirovahî afirandî, bi her awayî ji aliyê hişmendî û hestyarî ve tê bombebarankirin lê tu demê bi tevahî ji holê nehat rakirin. Kengî jinan derfet dît ji bo heqîqetê têbikoşin, ev xayîntiya mezin a li wan hatî kirin ji bîr nekirin.

Qêrîn û têkoşîna jinên li Amerîkayê ku di sala 1857’an de ji bo mafên xwe ketin grevê û têkoşîna jinan a heta roja îro tê dayîn jî ji vê rastiya dîrokî ne bêrî ye. Piştî vê bûyera bijan, di 26-27’ê Tebaxa sala 1910’an de, li Danîmarkayê bajarê Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Duyemîn hat lidarxistin. Clara Zetkîn ji bo bîranîna van jinan pêşniyar kir ku roja 8’ê Adarê bibe Roja Jinên Cîhanê û pêşniyara wê di konferansê de hate pejirandin. Piştî wê cara duyem di Konferansa Jinên Sosyalîst a Sêyemîn de ji aliyê serokê şoreşa Bolşevîkan û damezirînerê Yekitiya Sovyetê Lenîn ve di sala 1921’î de li Moskowê hat pêşniyarkirin. Navê wê jî wekî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat guhertin. Heta salên 1960’an jî li gelek welatan pîrozkirin û bîranîna vê rojê qedexe bû. Paşê di encama têkoşîn û berxwedanên jinên cîhanê de, bi taybetî berxwedana jinên li Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî neçar ma ku di 16’ê Kanûna sala 1977’an de vê rojê bi fermî bipejirîne.

Bêguman hemû rojên salê yên me ne. Lê ev roj wekî sembol û berdêla ked û têkoşîna jinan xwedî wateyeke mezin û bi nirx e. Nirxa mezinbûna tiştekê bi dema wê re dikare bê pîvan. Niha hema bêje li hemû cîhanê di asteke bilind de xwedîtî li vê rojê tê kirin. Lê divê mirov keda bi sedan salan ji bîr neke û wekî mîrateyeke pîroz, bikaribe her tim lê xwedîtiyê bike.

Di vê wateyê mirov dikare bêje ku jinên kurd ên şîrhelal bi zanebûneke dîrokî û zanistî di asteke bilind de  xwedîtiyê li vê kedê bike. Her wiha yên ku vê rojê herî bi coş û bi awayekî rast pêşwazî dikin, jinên kurd in. Îro jinên kurd li ser wê daneheva têkoşîn û berxwedana jinan a bi hezarê salan di asteke bilind de li vê rojê xwedîtiyê dikin û nûneriya ked û têkoşîna jinan dikin. Li ser hîmê bîrdoziya azadiya jinê, jina kurd li hember pergalên serdest hêza herî birêxistinkirî ye. Xwedî partî û rêxistin, xwedî artêş û hemû derfetên têkoşîna azadiyê ye. Li hember derewên pergalên serdest, hişmendiya wan a li dijî heqîqetê û zanista wan a pozîtîvîst, jinên kurd bi zanista jineolojiyê, li hember pergala yekdestî û koledar, bi modela hevserokatiyê, li hember newekhevî û zayendperestiyê, bi nûnertiya wekhev, li hember mêtingerî û şerê qirêj, bi şerê parastina rewa di her qada jiyanê de, di warê dîrokî, zanistî, siyasî, aborî, civakî û leşkerî de wekî hêzeke sereke cihê xwe di jiyana civakê de digirin û her wiha di têkoşîna azadiyê de rola pêşengiyê dilîzin. Ev hêz û vîna jinên kurd, hêvî û baweriyeke mezin dide jinên cîhanê jî.

Em jin cewhera heqîqetê ya duh, îro û sibê ne

Em firşk û haveynê azadiya civakê bi xwe ne

Em ne darên şikestî, stûnên jiyanê bi xwe ne

Em parastvanên rast ên mirovbûn, wekhevî û vînê

Awaz û stranên bedewî, xweşikbûn, rûmet û evînê

Dijberên şer û mêtingeriyan, dilên aramî û kenînê

Di hemû zemanan de em hebûn, em hene, em ê hebin

Em ê her li pey doz û têkoşîna rûmet û keda xwe bin

Bi vê keda me, wê duh, îro û sibê jî her ên me bin…

‘Divê kurd bibin piyê sêyemîn ê meseyê’

0

Di 27’ê sibata 2020’an de li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye agir bi daristanê ketibû. Walîtiya Bûrsayê têkildarî şewatê daxuyanî da û angaşt kir ku şewat ji ber çirûskên têlên ceryanê derketiye. Piştî agahiyan parêzer û malbat ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Bûrsayê da. Ji ber bertek, çalakî û daxuyaniyan 2’yê adarê malbat çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.

Piştî 8 mehan malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş çûn Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Ji ber ku serdêrê/a Hamîlî Yildirim nexweş bû, nekarî hevdîtinê bike. Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Mehmet Ocalan re wiha got: “Ez bawer im HDP’ê kongreya xwe li dar xist. Ger li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê meseyeke dupê heye. Di nav tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin piyek. Hûn ê li wê bibin hêz. Ger ku meseyeke sêpê be nakeve. Meseya dupê pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana me ew e ku kurd bibin piyê sêyemîn. Ji bo bibin piyê sêyemîn mezinbûn divê. Her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe.”

Ocalan, di hevdîtinê de careke din li ser rêbaza çareseriyê sekinî û wiha axivî: “Hûn neçar in bibin hêz ku hûn dikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navîn û em nav lê bikin pirsgirêka kurd bi vî rengî dikarî çareser bikî. Heke tu nebî hêz dê kes pirsgirêkê çareser neke. Em dibêjin mese, mese dupê ye. Hûn neçar in bibin piyê sêyemîn ê meseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Heke hûn ked bidin dê bibe. Belê mese pêwîst e. Ev jî dê bi ked û xizmet ji  bo gel bibe.”

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de mijara Rojava û Sûriyeyê jî nirxand: “Li Rojava gelek eşîrên ereb hene. Kesên li Rojava ked didin gelek bi nirx in. Ji ber xebata wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serkeftinê ji wan re dixwazim. Tirkiye geh bi Amerîkayê geh jî bi Rûsyayê re ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hîn berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûnên li wir; kurd ereb, ermen û xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî cudatî bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin.” STENBOL

Korona Rojhilat û Başûr ditengijîne

Berbelavbûna vîrusa koronayê berdewam e. Li başûr û rojhilatê Kurdistanê jî weqayên vîrusê hatin dîtin. Li Başûr ji bo pêşîlêgirtina vîrusê serdananên nexweşan hatin rakirin

Vîrusa koronayê ku di dawiya sala 2019’an de li Çînê peyda bû, welat dane ber xwe û berbelav dibe. Vîrus, ji bilî parzemîna Antartîkayê, li tevî parzemînan zêdetirî 80 welatan belav bûye. Li gorî daneyên dawîn; vîrus bi zêdetirî 95 hezar kesan re hatiye dîtin û piranî çînî zêdetirî 3 hezar kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Ji bilî Çînê welatên herî zêde vîrus li wan belav bûye û gelek kes ji berê jiyana xwe ji dest dane welatê Ewropa Îtalya û welatê Asyayê Îran in. Li her du welatan jî ji ber vîrusê hemû dibistan hatin girtin û her cure aktîvîteyên werzîşê hatin qedexekirin. Li Îtalyayê dêr li ayînan re û li Îranê jî mizgeft li nimêjan re hatin girtin.

Li Kendavê belav bûye

Ji bilî Îtalyayê, li gelek welatên din ên Ewropayê jî weqayên vîrusê hatin dîtin. Dîsa Iraq jî di nav de li welatên Kendavê yên nêzî Îranê jî gelek weqayên vîrusê hatin dîtin. Hem li Ewropayê û hem jî welatên Kendavê li dijî vîrusê bergirî hatin zêdekirin û gelek bernameyên komî hatin betalkirin. Girêdayî vê yekê gelek seferên balafiran ji bo demekê hatin rawestandin.

Kabeya Şerîf vala ma

Bergiriyên herî balkêş li Erebistana Siûdî hatin girtin. Bi gumana vîrusê li Erebistana Siûdî serdanên umreyê ji bo demeke nediyar hatin rawestandin. Ji ber vê yekê Kabeya Şerîf piştî demekê vala ma. Erebistana Siûdî, di rojên pêş de ji bo wezîfeya olî ya hecê ya misilmanan jî biryara xwe aşkera bike. Heke mudaxaleyî vîrusê neyê kirin dibe ku îsal wezîfeya hecê jî bê betalkirin.

Rojhilat

Weqayên vîrusê yên li Îran û Iraqê, gihîştin rojhilat û başûrê Kurdistanê jî. Li gel agahiyên kêm jî tê gotin ku li bajarên Rojilat jî weqayên vîrusê hene û bergiriyên pêwîst ji bo vîrusê nayên girtin. Ji ber vê yekê gel li Rojhilat li dijî rejîma Îranê bi bertek in û daxwaz dikin ku demildest bergiriyên pêwîst di asta herî jor de bên girtin. Di nav hefteyê de parlamenterê bajarên Sine û Nexede yên Rojhilat Ebdulkerîm Hisên Zade, bêrgiriyên kêm ên li Rojhilat rexne kir û xwest ku herêmên weqa li wan hene bikevin karantînayê.

Başûr

Li Başûr jî mîna Rojhilat weqayên vîrusê hene. Lê li vir ji aliyê Rêveberiya Herêmê ve gelek bergirî hatin girtin. Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ve li Hewlêr û Silêmaniyê serdanên nexweşan hatin rakirin. Li Silêmaniyê jî 116 kesên ku bi guman vîrûsê 14 rojan li nexweşxaneyan hatin girtin jî ji ber ku di kontrolên taybet re hatin derbaskirin û piştrast bû ku bi vîrusê neketine, ew şandin malên wan.

Bakur

Li bakurê Kurdistanê hê bi awayekî fermî weqayên vîrusê nehatine ragihandin. Li gel vê yekê jî tê angaştkirin ku li bajarên mîna Amed, Wan, Mêrdîn û Xarpêtê weqayên vîrusê hene lê ji aliyê dewletê ve ser weqayan tê girtin. Têkildarî vê mijarê li ser medyaya civakî gelek angaşt û qeydên dengan li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Rojava

Li Rojava jî hê weqayên vîrusê nehatine dîtin. Lê berevajiyê beşên din ên Kurdistanê heke vîrus bê dîtin dê bibe sedema kareseteke mezin. Lewra li vir bi hezaran kes di kampan de, di nav şert û mercên nebaş û zehmet de dijîn.

Zarokên xwe hînî kurdî bikin

0

Divê hemû dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re tenê bi kurdî bipeyvin. Li derve dikarin bi zimanekî din bipeyivin lê mirov dikarin biryar bidin ku di nav mala xwe de tenê bi kurdî biaxivin û mirov ji wan re bêje heke tu bi zimanekî din bi min re biaxivî ez bersiv nadim

Mêvanê me yê vê hejmarê jî dîsa zimannasekî hêja ye ku herçî fehmberî xwe bûye, meraqa wî çûye ser hînbûna zimanan û ji bilî kurmancî û soranî ew bi derdora çil zimanên cuda yên Rojhilata Navîn û deverên cuda yên cîhanê dizane. Me xwest ji bo xwendevanên xwe vê hevpeyvînê bi rêzdar Michael L. Chyet re bikin. Kerem bikin em bi hev re bala xwe bidin bersiv û şîretên zimannasekî.

Di nav de du zaravayên zimanê kurdî hem kurmancî hem soranî, tu bi gelek zimanan baş dizanî, ev meraq an jî hezkirina zimanan ji ku peyda bû?

Dema ez 5-6 salî bûm dayik û bavê min ez şandim xwendegeheke taybet ji bo hînbûna zimanê ibranî. Wiha ez nîvê rojê zimanê ibranî nîvê rojê jî zimanê îngilîzî hîn dibûm. Min şeş salan li wê xwendegehê xwend. Piştî ku ez derbasî dibistaneke navendî bûm û min latînî xwend, ez mecbûr bûm hînî latînî bibim û gelek hêsan bû bo min. Her wiha wê salê min dest pê kir hînî çend zimanên din jî bibim wek almanî, fransî û spanî, rûsî û yidîş ango zimanê cihûyên rojhilatê Ewropayê. Zimanê bapîrên min e. Sala piştî wê gava ez 13 salî bûm em çûn 8 mehan li Israîlê jiyan û berî ku em biçin bavê min ji min re got tu ji zimanan hez dikî û li Israîlê ji bilî ibranî zimanê erebî jî heye tu dikarî hînî wî jî bibî. Piştî wê min dest pê kir ku hînî zimanê erebî bibim û ew yek bû destpêka meraqa min ji bo hînbûna zimanên Rojhilata Navîn.

Wekî tê zanîn tu bi gelek zimanan dizanî, hin çavkanî dibêjin 30 hin jî dibêjin nêzî 40 zimanan baş dizanî. Bi rastî tu bi çend zimanan baş dizanî?

Bê henk jî ez naxwazim zimanan bijmêrim ji bo ku ez xwe netirsînim lê di rastiyê de ez texmîn dikim ku min heta niha nêzîkî çil ziman xwendine. Lê ez bi hemiyan baş nizanim. Ez 10-12 ji wan baş diaxivim. Zimanên Rojhilata Navîn wek erebî, ibranî, tirkî, farisî, fransî, almanî, spanî, yidîş, rûsî, holandî û kurmancî, soranî (li vir ez dibêjim heke em karibin kurmancî û soranî wekî du zimanên cuda bijmêrin ew jî teşqeleyeke din e lê xwezî hemû teşqeleyên me wekî vê yekê bûna). Ez gelek hez ji zimanên Belkanan jî dikim wek bulgarî, sirbî, makedonî, korwatî, elbanî, hingarî, îtalî, yûnanî (ya kevin û ya nû) û hinekî polonî û swêdî. Lê nikarim ku bêjim ez wan baş dizanim. Ez hinekî bi zimanên din ên afrîkî dizanim ji bilî erebî ez amharî zimanê Etyubyayê û hinekî siwahilî jî dizanim û piçekî hewsayî jî lê min ew ziman ji bîr kiriye ji ber ku ji zû de ez pê napeyvim. Ji zimanên Amerîkayê (zimanên sorpêstan) divê em vê gotinê bi kar neynin ji ber ku ne bi dilê wan e lê mebesta min xelkên resen ên Amerîkayê ango hindiyên sor an jî hindiyên Amerîkayê tenê zimanê çerokî min xwendiye û ji zû de min bi kar neaniye û behra bêtir min ew ji bîr kiriye.

Berî niha jî hin ferhengên îngilîzî-kurdî hatine çapkirin, gelo çi cudahiya vê ferhenga te ji yên beriya xwe heye?

Ferhenga Birûskî çapa duyem a ferhenga min bi xwe ye, ew gelekî berfirehtir e û şaşiyên di çapa yekem de hatine sererastkirin. Ew ji sê bergan pêk tê yekem û duyem kurmancî-îngilîzî ne û ya sêyem îngilîzî–kurmancî ye lê di rastiyê de ew fehrest e û gelekî kurtir e, ji ber ku ez li ser zimanê kurdî dixebitim ne yê îngilîzî. Berga sêyem neynikek e ango ya ku di her du cildên din de heye wekî neynika wan peyvan e. Ew mirovî vedigerîne her du cildên pêşî. Ez hewl didim bo hemû peyvan rastnivîsa wan a bi latînî û bi erebî li ber hev deynim û eger navdêr be zayenda wê gotinê ka nêr e an mê ye û teşeyên tewangê û izafeyê. Wek mînak: Şivan (nêr) şivanê me; şivên, vî şivanî. Hemû ew teşeyên peyva şivan an şivanî tê de hene. Piştî hingê çend hevokên nimûneyî yên bikaranîna wê peyvê û heke hevwateya wê hebe ez wan jî berdest dikim û piştî hingî etîmolojî ango dîroka peyvê eger peyveke kevnar a zimanên îranî be ez beramberî wê ya farisî û ya avestayî û reha wê ya hindo-ewropî didim û eger bi soranî, zazakî û kelhorî hebin ez wan tevan dixim navê. Eger gelek şikil û teşeyên wê peyvê hebin mirov dikare li gor wan hemû teşeyan li peyvê bigere. Wek mînak pîvaz heye li hin deveran dibêjin pîzav mirov dikare li gorî pîzavê jî li gotinê bigere lê dîsa jî ew gotin dê te vegerîne ser pîvazê. Birûsk Dogan hevalekî min bû. Ew ne tenê heval lê destbirayê min bû ku berî 2-3 salan çû ber dilovaniya xwedê. Ew hîna gelekî cihêl bû, ew 47 salî bû. Min xwest ku bîranîna ebedî ya wî destbirakê xwe bikim û wiha min biryar da ku navê wî li ferhengê bikim û wiha navê ferhenga min bû ferhenga Birûskî.

Wekî zimannasekî gelo dê bersiva we çi be ji bo kesên ku dibêjin zimanê kurdî gelekî qels e û ji çend gotinan pêk tê û rista zimanê kurdî di nav zimanên Rojhilata Navîn de çi ye?

Di rastiyê de ez dudil im gelo tiştên wiha bêmane divê em bersiva wan bidin an jî em gotinên wan bavêjin pişt guhê xwe. Bêguman zimanê kurdî zimanekî gelekî dewlemend e. Çapa yekem a ferhenga min zêdetir ji 890 rûpelan pêk hat. Ya duyem ji sê bergan pêk tê. Ne hewce ye ku em wan îqna bikin ew naxwazin bawer bikin ku zimanê kurdî zimanekî rasteqîne ye. Kêfa wan e lê di rastiyê de zimanê kurdî eger em zimanê hindo-ewropî wekî darekê bifikirin gelek şaxên wê hebin zimanê hindo-arî şaxeke ji wê darê ye; farisî, kurdî, zazakî û goranî ew jî zimanên kurdistanî ne û zimanê sansikrîtî û zimanên (keç) yên ku jê hatine wek ordu, hindî, nepalî, huncabî û maratî, koçeratî û hinek din jî hene. Lê ez çima dibêjim kurdî û zazakî ji hev cuda ne ji ber ku bi min kurmancî dibe soranî ango gava mirov ber bi başûr û ber bi rojhilat ve diçe kurmancî dibe soranî. Li Akirê, li Behdînanê wek dibêjin li başûrê Kurdistanê gava mirov ji wir derbasî herêma soran dibe Rawandûz tixûbê di navbera soranî û kurmancî de ye. Her wiha soranî ku kurdiya naverastî ye li Mukreyan û Hewlêrê heye û Senendec piştî wê mirov derbasî tixûbê kelhorî dibe (Kirmanşan, Dînawer û wan deveran) yanî hêdî hêdî kurmancî dibe soranî û hêdî hêdî soranî dibe kelhorî.

Gelek kurd hene bi kurdî nizanin û dibêjin em êdî nema dikarin kurdî hîn bibin, gelo hînbûna zimanekî ewqasî zor e, tu ji bo wan kesan çi dibêjî û di hebûn û domdariya cîvakan de rista ziman

çi ye?

Rast e ji dewletê mirov nikare bixwaze ku destûrê bide perwerdeya bi kurdî, ez qebûl nakim lê mirov nikare wan ji cî bilivîne an jî vê yekê ferz bike. Lê çareseriya min ji bo wê yekê ev e; bi riya radyo, televizyon û înternetê mirov dikare kursên rojane bo zarokên kurdan çêbike. Lê di rastiyê de di pêş de divê em qadroyek mamosteyan perwerde bikin ku sîstemeke standart bê afirandin û ku hemî mamoste li gor wê bên perwerdekirin. Bi qasî ez dizanim gavên wiha li Rojava hatin avêtin divê em wan wekî bingeh bi kar bînin û berfireh bikin. Bi dîtina min ji bo perwerdekirina zarokên kurdan divê ku zarok bi her du zaravayan kurmancî û soranî perwerdeyê bibînin.

Her sal gelek ziman wenda dibin û di vê demê de ku metirsiyek ji bo kurdî jî heye, gelo li gorî te li bakur divê kurd zimanê xwe çawa biparêzin?

Bersiva min bo vê pirsê gelekî sade ye. Divê hemû dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re tenê bi kurdî bipeyvin. Li derve dikarin bi zimanekî din bipeyvin lê mirov dikarin biryar bidin ku di nav mala xwe de tenê bi kurdî biaxivin û mirov ji zarokên xwe re bêje heke tu bi zimanekî din bi min re biaxivî ez bersiv nadim te. Mirov dikare sîstema bavêtiyê ji bo tiştên baş jî bi kar bîne. Gotina bavê min wisa ye û ez newêrim jê derkevim û divê ez bêdilya wî nekim. Divê mirov bi zarokên xwe kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdarkirin û hezkirina xwe bo zimanê xwe û çanda xwe wergerîne ser zarokên xwe ango ser nifşên nû. Heke kurd wiha nekin dibe ku zimanê kurdî piştî 20-30 salên din ji holê rabe. Hinek kes jî dibêjin kurd zehf in û metirsiyek wiha tune ye heke ez wisa nekim jî wê gelek kesên din wisa bikin ev yek şaş e. Divê her yek ji alî xwe ve wisa bike û li hêviya kesekî/e din nemîne. Heke her yek li benda keseke/î din bimîne dê zimanê kurdî ji holê rabe û ew yek dê gunehê kurdan bi xwe be ne gunehê dewletên desthilatdar be.

Michael L. Chyetkî ye?

Zimannas Michael L. Chyet di sala 1957’an li Cincinnati, Ohio ya Amerîkayê hatiye dinyayê. Li gel gelek zimanên ewropî ew bi zimanê erebî, ibranî, tirkî, farisî, kurmancî û soranî jî baş dizane. Beriya demekê ferhenga wî ya kurmancî-îngilîzî ji aliyê weşanxaneya Yale Univesity Press ve li Amerîkayê hatiye çapkirin. Di ferhengê de peyvên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin. Demekê wekî berpirsê beşa kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê xebitiye. Her wiha wekî profesorekî cihê xwe di nav xebatên zanîngeha Washingtonê û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de girtiye. Li pirtûkxaneya Kongreya Amerîkî li Washingtonê kar dike.

Quwet

Wexto joy qeybî joy bînî di karêke de serkewtin biwaştê vatişê cê ana bî:

– Homa quwet bido to…

Quwet muhîm o. Quwetê to çinêbo ti nêşkenê game berzê, nêşkenê çîke bigîrê we. Nêşkenê sere berzkerê.

Quwet verî heme çî bi aqil beno. Aqil ferman dano dest û lingan, dima ra reyrayîş dest pa keno, dima ra jiyane bedelêna, serkewtin xo mocneno ra.

Aqil çinêbo ti nêşkenê bibê wayîrê quwetî. Ha, wexto aqil virazîya û tu bî wayîrê quwetî a çaxî heme çî temam o.

Her dewe/bajar/civatî de yê wayîrê quwetî bi qedr û qîmet bî. Şarî hurmet dayne înan. Ê girotêne serê serey xo. La ê feqîrî? Mecbûrî nêbayne joy silam jî nêdayne feqîran.

Edalet

Edalet vatişêke muhîm o û dinya de qeybî her kesî lazim o. La yê ke quwetê cê bibê edaletî virazenê. Ê wayîrê quwetî gorey xo ra şikil danê edaletî. Zehfê reyan, belkî her game çîyo ke terazî edaletî virazeno, çîyo terazî edaletî keno rast e, yan jî keno çewte quwet bi xo wo. Quwetê to bibo edalet destê to de wo, quwetê to çinêbo qeybî edaletî jî ti benê parsek. Jo edaleto rastîn nêdane merdimanê ziyîfan.

Dîrok

Heta eyro dîroke, yanê tarîxe hetê merdiman, desthilatdaran, hikumet û artêşan ra hamîya niştişî. Kam bi quwet bîyo yînan tarîx nişto û gorey xo ra nisto. Çirê ma kurdan hema jî tarîxey xo nênisto, henîyan bînan nisto? Çimkî ma bi quwetî nêbî. Erê ma bîbî, la tenî bîbî, weko bîn çîke nêbî. Loma ke quwet jî çinêbî, loma tarîxey ma zî zelal nîyo.

Tewirê quwetan

Quwetî zî tewir bi tewiriyê: Quwetê aborî, yê petrolî, yê artêşan, quwetê edaletî, quwetê teknolojî, yê weçînayişî… Û quweto tewr muhîm zî quwetê jobiyîne wo. A, etîya de mesele qedêna: Jobîyîne. Jobîyîney to çinêbo ti nêşkenê bibê quwet û nê zî bi ser bikoy.

Vatişê verînan

Verînan bi kurmancî vato “Zêr zane, zor zane serê tifinga mor zane”. Quwet serê ê tifingîdebiyo heta eyro. La di se serey 21’yinan de quwet hendî tenî serê tifingî de nîyo, cureyê bînî, tewir tewirê quwetî estê. Gere heme ca ra quwetê to bibo, yan nê fêde nêdano.

Quwetê to bes nêbo ti nêşkenê bibê çîke. Quwetê kurdan bes nêbo kurdî nêşkenê bibê çîke. Loma ‘qalê quwetî’ enka reyna hamey weydan. De eyro ra pey kurdî go çiya, çiqa û bi çi awayî bibê wayîrê quwetî? Go bibê wayîrê quwetî yan go quwet ra bikoy? Ma heme têdir go bivînê.