4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 1666

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de eşîrên kurd

0

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn, bakurê rojhilatê Kurdistanê gavbigav tê dagirkirin. Di sala 1915’an de dagirkeriya Ûris a li heremên Serhedê her diçe zêde dibe. Di vê navberê de bi sedhezaran ermen ji aliyê artêşa Osmanî û çekdarên kurd, çerkez, tirk ve tên qetilkirin. Ji ber vê sedemê hêzên ermen ên di nav artêşa Ûris de cih girtine, dikin ku ji kurdan tolê hilgirin; lewma eşîrên kurd neçar dimînin û dibin alîgirê dewleta Osmanî.1  Li ser hewildanên Ebdurezaq Bedirxanê alîgirê Ûris, serekê alayên eşîra ertoşiyan derbasî aliyê Ûris dibe, lê çend roj şûn de li herêma Elbaqê ji aliyê “Teşkilat-ı Mahsusa” (îstixbarata Jon Tirkan a hemdemî) ve tê kuştin.2  Îttihatçî di van salan de hewil didin ku êdî Kurdistanê bê ermen û kurd bihêlin.

Di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dewleta Osmanî dixwaze ji alayên eşîran baştir îstifade bike. Bi vê armancê wan jinûve saz dike, vê carê jî navê van alayan dike “Alayên Îhtiyatî yên Siwarî” û wan bi Artêşa Çaremîn ve girêdide. Li gor arşîvan, di wîlayeta Erziromê de 5 alay li Xinûsê, 2 alay li Hesenqeleyê, 6 alay li Agiriyê, 2 alay li Bazîdê; di wîlayeta Wanê de 2 alay li Erdîşê, 2 alay li Bêgiriyê, 2 alay li Qelqeliyê, alayek li Elbakê,  alayek li navenda Wanê; di wîlayeta Bitlîsê de 2 alay li Milazgirê; di wîlayeta Dîyarbekirê de alayek li Cizîrê, alayek li Sêwerekê, alayek li Wêranşarê û 2 alay jî li Mêrdînê tên bicihkirin.3  Paşê bi beşdarbûna tevahiya van alayan, qolordiyek siwarî derdikeve holê ku bajarên wek Erdîş, Agirî, Xinûs, Wêranşar û Wanê navendên vê qolordiyê bûn. Serleşkerên van alayan serbazên Osmanî bûn û serekên eşîran jî berdestiyê wan bûn.

Li ser dagirkirina Agiriyê ya ji aliyê Ûris ve, peywira vê qolordiya ku ji Alayên Îhtiyatî yên Siwarî çêbûye dibe girtina xeta Xamûr-Elajgirê (Zêdka).4  Dema ku şer li hêla Erziromê dijwar dibe, Enwer Paşa pêngava Sariqamûşê dide destpêkirin, di encama vê pêngavê de hema bibêje dewleta Osmanî artêşa xwe winda dike. Nêzî 60 hezar leşker li çiyayên Allahûekberî diqerisin û dimirin. Di nav wan de 5 hezar kes jî endamên Alayên Îhtiyatê yên Siwarî bûn. Piştî ku pêngav bi ser nakeve, wek leşkerên artêşa Osmanî, endamên alayan jî direvin û dibin firar. Ji aliyekî ve mafdar bû ku dewletê tu tişt nedabû wan, di destên wan de tenê tivingên martînî yên bêkalîte hebûn, heta cil û bergên wan jî ji kîsê wan bûn. Li aliyê din, dewletê di bin navê “seferberlîk”ê de ji eşîran her tişt standibûn ku vê yekê jî debara wan xistibû xetereyeke mezin.5  Lê alay dîsa jî li ber xwe didin û li hin deran bi ser dikevin. Mînak, serekê alaya eşîra Cîbran a duyemîn Xalit Begê Cibrî di şerê Hesenqelayê de derbeyên giran li Ûris dixe û lewma bi rutbeya “Albay”tiyê tê teltîfkirin; Ebdulmecîd Begê Sîpkî di şerê bi şûran de ji şanzdeh cihên xwe birîndar dibe,6  lê dîsa jî Ûris têk dibe. Di vî şerî de Ebdulmecîd Beg topeke Ûris desteser dike ku ev yek bûye mijara kilamên dengbêjan jî.7 Di van rojan da Qadir   Cemîl Paşa (ku wê demê zabit bû) Ebdulmecîd Beg ziyaret dike û dibe şahidê wan mercên xerab ên ku alayên eşîra Sîpkan tê de bûn. Heta wisa ku çawişekî ji artêşa Osmanî ferman dide Ebdulmecîd Begê ku rutbeya wî albay e.8  Kor Huseyn Paşayê serekê alayên eşîra Heyderî Ûris li Koprîkoyê dide sekinandin. Merûf Axayê serekê alaya eşîra Bekiran li Geliyê Zîlan dîsa pêşiya Ûris dibire ku heya jiyana xwe ji dest dide. Alayên kurdan bi can û dil li hemberî Ûris şer dikin. Dizanin ku dema dîl bikevin, fedaiyên ermen ên di nav artêşa Ûris de cih digirin wê ji wan heyfa xwe hilgirin. Lewma sûbayên Osmanî jî her dem vê tirsê tînin bîra wan. Lê ev hewldanên alayan ên dilsoz jî têra rawestandina Ûris nakin û di adara 1916’an de Bedlîs û Mûş ji aliyê Ûris ve tên dagirkirin.

Dema ku Ûris dikeve Serhedê, hema bêje tu leşkerên Osmanî li wir namînin. Hêzên herêmî jî belawela bûne û hinek ji wan jî bi malbatên xwe ve reviyane herêma Diyarbekir û Rihayê. Piştî ku artêşa Osmanî hêzên xwe yên Çeneqeleyê dikişîne herêma Bedlîsê, bilez ji hêzên kurdan ên herêmî û binmayiyên Alayên Îhtîyatî yên Siwarî yekîneyên nû çêdike û navê van yekînayan jî dike “Alayên Milîsan ên Minekar”. Vê carê di nav van alayan de serekên wek Fetilla Begê Hesenî, Kor Huseyn Paşayê Heyderî tune ne, ew bi malbatên xwe ve çûne. Lê Ebdulmecîd Begê Sîpkî, Hecî Mûsa Begê Xweytî, Cemîlê Çetoyê Pencînarî û Mala Eliyê Ûnisê Qewmê Çiyê li cihê xwe mane û li hemberî Rûs şer kirine. Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku di nav vê pergala leşkerî ya nû de êdî yekîneyên ku serektiya wan şêx û meşayîx dikin hene.

Alaya Eşîra Xweytî ya Siwarî di bin emrê Hecî Mûsa Begê Xweytî de di Geliyê Bedlîsê de şer dike û nahêle Ûris derbasî herêma Botanê bibe. Yekîneyên bi navên Mufrezeya Şêx Seîdê Nûrsî, Tabûra Milîsan a Şêx Mesûm, Alaya Milîsan a Şêx Şerîf, Alaya Milîsên Darikî, Alaya Milîsên Eşîra Xiyan, Tabûra Milîsên Pencînarî, Alaya Milîsan a Cemîlê Çeto, Tabûra Milîsên Çepaxçûrê û Tabûra Mala Elîyê Ûnis (Tabûra Milîsên Sasonê) jî li çar aliyên Bedlîsê şer dikin.

Bi taybetî, Mufrezeya Seîdê Nûrsî heya tevî şerê ku di navenda Bedlîsê de diqewime dibe û li Gokmeydanê bi şûr û xenceran şer dike. Di dawiya vî şerî de, Seîdê Nûrsî û xwendekarê wî yê meşhûr Ebdurahîm Rehmî Zapsû dîl dikevin. Dema ku herêma Bedlîsê bi tevahî dikeve destê Ûris, êdî li xeta Botanê jî tevahiya kurdan çekan radikin. Di xeta Darahênê, Qulp û Dêrsimê de alayên nû tên çêkirin, ji van alayan yek jî Alaya Milîs a Eşîra Hesenanli ya Duyemîn   bû ku serekê wê jî Seyîd Riza bû.9

Geliyê Zîlan herêmeke çîyayî ye ku dikeve bakurê behra Wanê û bi şiklê îdarî bi Erdîşê ve giredayî bûye heya roja me. Gelî, ji sê çiqan pêk tê; Çiqa Hecîdêran, Çiqa Hemoyan û Çiqa Bekiran. Van çiqan navên xwe ji heman eşîran (Hecîdêrî, Hemoyî, Bekirî) girtine. Dema ku Alayên Hemîdiyê hatine çêkirin, van her sê eşîrên mezin û eşîra Kalkî, Îskî û Mikaîlî konfederasyoneke bi navê “Ademan” ava kirine û tevî alayan bûne. Eşîrên din ên herêmê yên bi navên Torin, Xeloyî, Ecoyî tevî konfederasyona “Heyderî (Heyderan)” dibin. Ev her du konfederasyon paşê Geliyê Zîlan di navbera xwe de beş dikin ku sînor jî “Çemê Geliyê Zîlan” bûye. Di herêmê de hem alayên Heyderan û hem jî alayên Ademan hebûne. Ev her du konfederasyonên eşîran çend caran ji bo zozanên wek “Tucî”, “Gulîzer” û “Walî Beg” êrîşî hev kirine. Her çiqas Mela Mihemedê Zîlanî ji eşîra Hecîdêrî bû jî, gundê wî (Bonizî) diket di nav erdê konfederasyona Heyderan. Lewma ew jî êdî di nav alayên Heyderan de cih digire. Lê dema ku “Alayên Milîsan ên Mînekar” pêk tên, êdî rola konfederasyona Ademan zêde çênabe. Alayên Geliyê Zîlan (di fermiyetê de alayên Erdîş, Elcewaz û Panosê) bi taybetî dikevin bin emrê Kor Huseyn Paşayê Heyderî. Serekên alayên Ademan ên wek Mihemedê Evdî Axayê Mikaîlî firar bû, Qulîxanê Heso (ji ber ku dema Wan ketibû destê Ûris, wî jî Erdîş û Çaxirbeg talan kiribûn) girtî bû, Silêmanê Mamê (ji ber ku tevî operasyonên li dijî Şêx Şabedîn bûbû) ji aliyê gel ve hatibû îzolekirin û Meroyê Biro jî ji aliyê Ûris ve hatibû kuştin. Lewma êdî li herêmê tu reqîbên Kor Huseyn Paşayê Heyderî nemabûn. Dema ku beşek ji alayên Milîsên Ademan (taybetî ji eşîrên Bekiran û Hemoyan) bi mînekarî derbasî aliyê Kor Huseyn Paşa dibin, Paşa jî çend gundên Elcewazê (Qerekeşîş, Axçira, Arînçkûs, Xornas, Pargat, Sîpan ku berê ev gund ên ermenan bûn û paşa ew talan kiribûn) dide wan. Dema ku Ûris ji Wanê vedikişe, êdî li herêmê tenê yekîneyên ermenan dimînin. Qulîxanê Heso vê firsendê baş bi kar tîne, (ku ji hefsê reviyabû) ji çiyê berjêr dibe û tevî eşîrên din êrîşî Erdîşê dike û Erdîşê ji ermenan distîne. Ji ber vê yekê, ji aliyê dewletê ve tê efûkirin.10

Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku yekîneyên leşkerî yên kurdan peywira xwe baş anîne cih. Piştî ku komara Tirkiyeyê tê avakirin, êdî hewcehî bi van yekîneyan zêde namîne û di nav 15 salan de serekên van alayan tên tesfîyekirin. Kor Huseyn Paşa, Ebdulmecîd Begê Sîpkî û Hecî Mûsa Beg ji ber ku piştgiriya Şêx Seîd kirine, tên mişextkirin. Paşê Hecî Mûsa Beg û Kor Huseyn Paşa direvine Sûriyeyê, li wir Hecî Mûsa Beg nexweş dikeve (dibe zatûre) û di sala 1928’an de dimire; Kor Huseyn Paşa ji aliyê lawê wî yê bi navê Medenî ve di 1929’an de tê kuştin. Ebdulmecîd Begê Sîpkî li mişextiyê (Qeyserî) di sala 1930’an de ji ber krîza dil dimire. Esedê Xalit, di salên 1920’î de li gor îdiayan dewlet jehrê didê û ew dikuje. Seîdê Nûrsî jiyana xwe li mişextiyê derbas dike. Xalit Begê Cibrî di 1925’an de û Seyît Riza jî 1938’an de tên dardakirin.

Dewlet dîsa jî wek saziyeke alîkar “milîstî”yê ji holê ranake û diparêze; alîgirên xwe yên eşraf û di çarçoveya feodalîteyê de endamê eşîrên bêhêz û bêpopularîte di bin vê saziyê de berhev dike û di serhildanên kurdan de (1921-1938) bi kar tîne.

[accordions]
[accordion title=”Çavkanî” load=”show”]1- Prens Shachovsky û Kamil Bedirxan ji Çarê Ûris re raporekê dinivîsin, Aris Arda, “Sovyet Arşivinde Kürtler” www.newroz.com: “ di destpêka şer de di bin serektiya Resûl Beg û Eyup Paşa (Eyub Paşayê Kaskî) de hejmareke pir ji Alayên Hemîdiyê derbasî aliyê me bûn. Lê sed heyf ku ew sûbay û tevahiya kesên ku derbasî aliyê me bûbûn re muameleyên xerab hatin kirin, dest dirêjî namûsa wan hat kirin, mal û milkê wan hatin talankirin. Ev jî bu sedem ku yên din nebin alîgirê me. Minak, Hesen Begê Hertoşî di serî de bi xwesteka xwe teslîmî Ûris bûbû. Lê ji wî re pir bêedebî hat kirin û ew jî ji me reviya û paşê jî bû dijminekî çavsor ê Ûris. Bi teşwîqkirina Ermeniyan, leşkerên Ûris zulmeke mezin li Kurdan kirin. (…)”

 2- Celîlê Celil, Otobiyografya-Abdurezzak Bedirhan- wer: Ahmed Cuni, Peri, İstanbul, 2000, r36

3- Ahmet İhsan ve Şürekası, Ordu Salnamesi, Matba-i Osmani Şirketi, İstanbul, 1332, r.900-960

4- Emekli Kurmay Yarbay Süleyman İzzet Yeğinatı, Büyük Harbin Başında 2. İhtiyat ve Nizamiye Süvari Tümenleri ile Aras Cenup Müfrezesinin Muharebeleri, Genelkurmay Başkanlığı Askeri Matbaa İstanbul, 1939, r.14-17

5- Birinci Dünya Harbinde Türk Harbi, Kafkas Cephesi, 3. Ordu Harekâtı, cild.2, Genelkurmay Başkanlığı Yayını, Ankara 1993, r. 39

6- Mehmet Şerif Fırat, Doğu İlleri ve Varto Tarihi, Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Ankara, 1983, r.143

7- Ev kilam ji aliyê Dengbêj Reso û Dengbêj Şakiro ve hatiye gotin:

(…)

Hey dunyayê ax hey dunyayê hayê hayê

ezê li diyarê Dutaxê diketim

bi dar û bî ye

hucûm hucûma bavê Xalis Kekê Mexsê ye

(…)

bi zora şûr ajotiye li ser topê ye

topa Ûris standiye ji destê alayê ye

hey wayê ax dunyayê hey wayê

8- Zinar Silopi (Kadri Cemil Paşa), Doza Kurdistan- Kürt Milletinin 60 Seneden Beri Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıratı, Stewr Basım evi, Banever, 1969, r.39-41

9- ATASE Arşivi, Klasör: 2673, Dosya: 178, Fihrist: 5-2

10-  B.C.A, No.30-18-1-1 / 4-49-1 (20 sibat 1338)[/accordion]
[/accordions]

Şîreta serweriyê ji bo we jî derbasdar e    

0

Tirkiye, destpêka salê ji ber êrîşa hewayî ya Amerîkayê ya ku li dijî Fermandarê Îranê Qasim Silêmanî pêk anîbû û ew kuştibû; şîret li Amerîka û Îranê kiribû û aqil dabû wan ku şerê li dijberî hev nekişînin nav xaka Iraqê. Her wiha destnîşan kiribû ku bi êrîşên bi vî rengî serweriya Iraqê tê binpêkirin û ev yek ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.

Tirkiye piştî şerê naxweyî yê Sûriyeyê, niha bi şerê navxweyî yê Lîbyayê re mijûl dibe. Hefteya borî vê şîreta xwe ji bîr kir û êrîşê xaka pîroz a Şengalê ya Iraqê kir. Di êrîşa xwe de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir hedef. Çawa ku erîşa Amerîkayê li Bexdayê li nav bajêr pêk hat, êrîşa Tirkiyeyê jî li nav gundê Dugir ê Şengalê pêk hat. Di encama vê êrîşê de 4 endamên YBŞ’ê ku bi awayekî fermî girêdayî artêşa Iraqê bûn, jiyana xwe ji dest da.

Parastina xaka xwe dikirin

Weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefa vê êrîşê dîsa kurd bûn. Hem jî kurdên êzidî ku di dîroka xwe de tim bi komkujiyan re rû bi rû mane. Her çar endamên YBŞ’ê ku bi êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan, li dijî êrîşên DAIŞ’ê parastina xaka xwe dikirin. Ji aliyê vê hêzê ve heta niha tu êrîş li hemberî Tirkiyeyê pêk nehatine.

Li gel vê yekê jî Tirkiye bi hinceta PKK’ê di nav helwdanên têkbirina statuya vir de ye û ji ber vê yekê car caran êrîş dibe ser YBŞ’ê. Piştî êrîşê, ji aliyê artêşa Iraqê ve lêkolîn li cihê êrîşê hat kirin. Lê li gel ku lêkolîn hat kirin jî, ji aliyê Iraqê ve têkildarî êrîşê tu daxuyanî nehat dayîn û bertek ji Tirkiyeyê re nehat nîşandan.

Hincet vala ne

Ji bo her çar endamên YBŞ’ê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Ev yek jî dide nîşandan ku hincetên Tirkiyeyê yên êrîşê vala ne û YBŞ hêza parastina xaka Şengalê ye. Ji bo pêşîgirtina êrîşên bi vî rengî, weke ku Tirkiyeyê jî şîret li Amerîka û Îranê kiriye, divê rêz ji serweriya Iraqê re were girtin û tu dewlet şerê xwe li ser xaka dewleteke din neke.

Tora Ziman û Çanda Kurdî

0

Hefteya çûyî (11-12ê kanûna paşîn) li Amedê komcivîneka bi beşdarîya 270 kesî pêk hat. Di vê komcivînê da li ser 12 maseyan, beşên cuda yên civakê rewşa ziman û çanda kurdî nirxand û di vî warî de hinek kêşe û arîşe destnîşan kirin, li hemberî wê jî hinek kar û barên pêwîst rêz kirin. Di komcivînê da 27 wekî desteya rêveber hatin neqandin, ew ê li ser van tesbît û pêşnîyaran bixebitin û nexşerêya torê derxin, li gorî wê nexşerêyê dest bi xebatên xwe bikin.

Di vê nivîsa xwe da min divê hinek tesbîtên di komcivînê da pêşkêşî we bikim. Ez ê niha qala pêşnîyarên çareserîyê nekim, bila ew jî bimîne bo nivîseke din.

1- Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha bi polîtîkayên yekperest dixwazin ziman û çanda kurdan tune bikin. Kurdan her çiqas heta demekê li hemberî polîtîkayên bişaftinê li ber xwe dabe jî asta ku îro em gihaştinê ne, nîşan dide ku zimanê kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.

2- Rêjeya kurdî di malbat û siyasetê de kêm dibe.

3- Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên salan, zimanê kurdî di bin xetereyê de ye, nîşana herî mezin jî ev e ku transfera zimanî di nav nifşan de qut bûye û zarokên kurd bi piranî bi ziman û çanda kurdî najîn.

4- Yekemîn sedema jidestçûna zimanî pergala perwerdehîya yekzimanî ye. Ji ber ku çûna zarokan a pêşdibistan û dibistanan ji temenekî biçûk dest pê dike, zarok ji ziman û çanda kurdî dûr dikevin.

5- Problema herî mezin ew e ku çanda pirtûkxwendinê tune ye. Entelektuelîya kurdî gelek qels e. Siyasetmedar qet pirtûkên bi kurdî naxwînin, bi kurdî naaxivin, qîmetê nadin kurdî.

6- Hin malbat bi xwe li ser ziman û çandê nasekinin; zarokên xwe bi çand û zimanê kurdî perwerde nakin.

7- Yek ji pirsgirêkên mezin, pirgirêka hişmendîyê ye. Di nav gelî da hişmendîya zimanî pir qels e. Xelk bi vê meseleyê pir danakeve û li ser wê xwedî zanîn û agahîyan nîn e.

8- Di warê perwerdekirina zarokan da îmkan û materyal kêm in. Televîzyonek têra zarokan nake, gerek xêzefîlmên balkêş û baş hebin. Zimanê Zarok Tv gerek nêzî zimanê gelî be.

Ev çend xal me ji nav tesbîtan neqandin, encama ku ji van tesbîtan derdikeve ew e ku gelek kes bi xetereya li ser çand û zimanê xwe hesiyane. Di vî warî da jî helwesta herî xerab, helwesta wan malbatan e, ew ên ku bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin. Ev yek dike ku ziman û çand ji nifşên berê derbasî nifşên nû nebe anku temenê zimanî bi vî awayî her ku diçe kurttir dibe û pê ra ziman û çanda kurdî her roj qels û lawaz dibe.

Civaka kurd heta roja îro bi rê û rêbazên klasîk karî ziman û çanda xwe bigihîne îro, lê bi taybetî piştî ku li gundan jiyan li mirovan teng bû, çi bi darê zorê, çi jî ji ber sedemên aborî gund vala bûn, gelek kes koçberî bajaran bûn, êdî derfeta parastin û geşkirina zimanê kurdî bi rê û rêbazên klasîk ji holê rabû. Îro êdî televîzyon ketiye her malê û li hemû gundan dibistan vebûne, ne tenê dibistan, pêşdibistan jî hema bêje bûne mecbûrî, vê yekê jî hiştiye ku ziman û çanda tirkî bikeve her malê û êdî di nav malê da jî cih li ziman û çanda kurdî teng bibe.

Belê xetere mezin e, rewş cidî ye, lewra divê helwesta me jî li gorî vê rewşê be û em di vî warî da xwedanê plansazî û bernameyeke taybet bin, xebateke zêde bikin.

Em hêvî dikin ku avabûna vê torê ji bo helwesteke zelal û xebatên xurt ên ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî bibe destpêkeke nû.

Dojeha ku li can û cesedên xwe digere

0

Wekî ku tu pêwendiyeke hêvîbexş û berbiçav di navbera xebat û koşa mayîndekirina zanista rexneyî ya kurdî -ya di nav van dehsalan de başebaş geşbûyî – û çîroka (yan romana) kurdî ya modern de nîn be (!), tew nehatibe sazkirin, yan jî gehînbariya gotarên analîtîk ên di berhemên nolî bendname, folklor û roman, tîr û armanc, zanista edebîyata modern de cî girtibûn, ne pêkan bin, bi tirs û şayîşeke ku derziyên jehrîn ên cadûgeriya reş a kolonyal, di ser teheyûla ‘dojehê’ û îmajînasyona wê ya teqezkirî re cardin û cardin citî dilê min bibin, parîyekê jî bi dudilî dest avêtibû Dojeha (Dara, 2019) Recep Dildarî ya ku ji heşt çîrokên peywendîdar û kir û kiryarên der-mirovî (mirov dikare kiryarên dijekurd, di heman demê de wekî kiryarên dijemirovî jî bipejirîne) pêk hatî.

Dildar, wekî ku di kurtejînenîgariya xwe de jî gotî, li Diyarbekirê bi qasî şeş salan mamostetî kiriye û paşê, ji ber fikrên xwe -bêguman yên siyasî- hatiye girtin û çar salan jî di zindana Diyarbekirê de maye ku ev demek e, jînenîgariyên guhêrbar -yan jî guherînbar- yên nivîskarên me yên kurd û gotinên zimangez yên destpêka çîrok û romanên kurdî dêhn û bala min dikişîne.

Bo nimûne, di sêyemîn pirtûka helbestan a Îrfan Amîdayî de (Şopa Neşûştî, 2005) kurtejîyan, weke formateke nas, bi mêjûya zayîngehê, pê re pê re biragehînên perwerdehiyê û berhemên wî yên çapbûyî bi dawî hatiye û di duyemîn romana xwe de Îrfan Amîda (Şevek Şîzofren, 2018), çend agahiyên din li kurtejîyana xwe zêde kirine û di dawiyê de jî, cî daye dûrxistina xwe ya ji bajarê Mêrdînê. Mîna ku nivîskêr bi vê ragehînê re xwestibe, asayîya (rûtîna) kuşinde ya di jiyana nivîskarên kurd ên di navbera nûseriya li bajêr û bajarokên Kurdistanê û jiyaneke bê xirecir de asê mayî, bi agahdarkirina rewş û pergalên ku ne bi destê wan tên an hatine guhertin, silavek bide xwînerên kurdî jî.

Çi ku li vî welatî hemû tiştên ku jiyanê (jîyana asayî) li me dikin jehr û qeratî û dû re di dilqê çîrok û romanan de dîsan li me vedigerin, di heman demê de wênesûretê jînpîv (biyometrîk) ya/yê nivîskaran jî şanî me didin: Em dizanin wekî niha, belê niha, tam di vê kêlîkê de çi dikin û bi çi û çi mijûl in, lewre em dizanin wekî tiştekî nakin (anegorî daketin û bilindbûna pileya siyasetê û tiştên din), li wan bajar û bajarokan giyan û jiyan hevreşî hev bibin û hev du li qaqa reş jî asê bikin, em bêgav in ku bipên.

Îja, di zincîreçîrokên Dojehê de ya ku bi gotinên ramanwerê fransî Michel Foucaultyî ve dibe ku Dildar, bi vê yekê daw û doza ji nû ve xwendinekê jî (ji bo Zayîna Bendîxaneyê) ji me dike, hevoka pêşîn a çîroka yekem (Lawikê Amedî, Dojeh) ev e; “Îro ez ji îşkencexaneyê derxistim.” (r. 11)

Naxêr, em li bendî hevokeke wiha bûn; “Ji niha de bibêjim wekî ez jî yek ji wan peyayan im ên ku di balafirê de, ji jêrzemînê heyşt hezar metre li jorê, di valahiyê de û di zikê qûtiyeke metal de xwe ji bîra dikin û li du vêsabûna xwe, çewaniya meyê, çêj û tehma xwarinê û firehiya palkursiyan dikevin.”(Serenad, Zulfu Livaneli), yan jî, “Mûcîzeya herkesî heye, a min jî ew e! Azadî ew e ku, bi her sibeha ku tu şiyar dibî re, karibî heman tiştan bikî.”(Kumral Ada Mavi Tuna, Buket Uzuner), yan jî, “Bextewartirîn kêlîka jîyana min bûye, min nedizanî.” (Masumiyet Muzesi, Orhan Pamuk), çi ku em ji vê yekê hayîdar in wekî destpêkên me wisa nîn in û lehengen me bi şetele û şuhûkên nedîtî, bi gilî û gotinên ji ber xewnereşkan mayî, bi serborîyên kambax ta bi derziyê ve dikin û ji naxê jîyaneke ku ne aydê me ye, dipeyivin.

Bi tenê, xwînereke/î kurd dikare li dû hevokine ku bi peyva îşkenceyê dest pê dike, bikeve û heya bi dûmahîkê (dûmahîk jî hey reşetarî ye) rê bibire, mîna ku ev yeka wê/wî ne xwendin, lê alegorîyeke xwendinê be. Paul de Man yê ku di Alegoriyên Xwendinê de dibêje, yek ji şertê bingehîn ê watesazkirinê, şaş xwendine û tevayiya xwendinê jixwe alegorîk e û alegorî bi fîgûran pêk tê ku di esasê xwe de metafor e.

Ji lewre Recep Dildar, di çîroka Dojehê de, metafora dojehê, ya di destên gorbihuşt Mehmed Uzunî de û xasma jî di romana wî ya bi navê Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de bûbû klîşeyeke berevajîbûyî (Alan, 2014), li wateya wê ya Foucaultyî vedigerîne, her weha ji klîşebûnê jî azad dike; “Jixwe hepisxaneyên Dîyarbekirê, ji berê ve navdar in, gelek kilam li ser hatine gotin. Û her ku agirê dojeha Amedê gur dibe, li derve dengbêj û stranbêj destê xwe didin ber guhên xwe diqîrin.” (r. 51) Pirsa Foucaultyî ye; cezayê ku nagihîje laşî, ma dê çi be, dibêje di Zayîna Bendîxaneyê de.

Gava em li wêneyê nivîskêr yê li paşbergê xistî hûr dibin, çi dibînin gelo? Hêvî? Na! Bêxemî? Naxêr! Sawêra ciwanekî kurd î reşebext? Belkî… ne qala Welatê Mezin û ne jî ya Welatê Çîyayan(Mehmed Uzun) tê kirin, em nivîskarekî figûral jî (Alan, 2014) nabînin, dojeh ne welat, lê girtîgeheke li wî welatî ye, wekî ku girtîyê wê dojehê jî dibêje; “Bi hezaran pêxember hatine vê herêmê, heta hemû pêxemberên em pê dizanin, hatine vê herêmê; lê dîsa jî nikaribûne wan bikin meriv û dojehên bi destên mirovan tune bikin. Rojhilata Navîn bûye dojeha cîhanê û di nav vê dojeha mezin de dojeha herî dijwar niha li Amedê ye.”(Dojeh, r. 48)

  1. Dildar, Dojeha xwe, diyarîyî hemû girtîyên Zindana Amedê dike, belam ji alîyekê ve jî dixwaze hemû kitêbên ku behsa dojehan dikin, bişewitîne û xwelîya dojehan li ber bayê bixe. Ya rast, tişta ku di navbera Dojeha Xwedê û Dojeha Amedê de diçe û tê (r.57), ne hiş û bîr e, laş e, ku em bi hizr û bîrên Foucaultyî bibêjin, laşê ku xwe bera nav qadeke siyasî daye, ji ber hindê ye ku tê dorpêçkirin, deximandin û kedî kirin…

Qada şerê dêwan Dara

0

Havîna pêrar bû. Em li nav bajarê antîk ê Darayê digerin. Zarokên Dara yê bi kurdiya xwe ya şîrîn ji me re rêbertiyê dikin. Li her dereke Darayê, rêberên me diguherin. Ez fam dikim ku her cihek, aydê hinekan e. Wexta em dadikevin zindana Bertewîl a Darayê, 4-5 rêberên qîz ku temenê wan di navbera 7-10 salî de ye, me li nav zindana Bertewîl a Darayê digerîne. Ji bo axaftinê, yek rê nade yekê. Ez dixwazim a tewra piçûk bipeyive. Rêbera min a piçûk û porgijik destpê dike: “Ev ewil embara avê bûye. Romayiyan xerca wê bi sipîka hêka ‘deve qûşû’ çêkiriye…”

Wexta rêbera min a piçûk dipeyivî, te digot qey şekirê mêtinê li ser zimanê wê ye; wanî bi mirçemirç dipeyivî û tahma devê xwe xweş dikir. Em hemû gotinên rêbera xwe ya porgijik rast dipejirînin û derbasî ser hewzhezwkan dibin. Li wir jî rêberên piçûk û xwînşîrîn me pêşwazî dikin.

Li nav nekrepolê ango li nav bajarê miriyan jî, vê carê stranbêjekî nepen ku xuya bû ne yekî temam e, derdikeve pêşberî me û dest bi strana xwe dike: “Wêran wêran gundê mino/wêran wêran gundê mino/wêran wêran gundê mino!” Stranbêjê min û we hem distra û hem jî direqisî.

Niha em ê stranbêjê xwe yê nepen û gundê wî yê wêran li nekrepola Darayê bihêlin û em ê ji 2 hezar û 500 sal beriya niha dest pê bikin û werin heta gundê stranbêjê xwe yê wêran.

Îskenderê Mezin            

Kêm zêde 2 hezar û 500 sal berê, Kroj ê neviyê Aştîyago yê serwerê împaratoriya Medan, bi hevkariya Harpago yê bêbext, bapîrê xwe Aştîyago ji textê wî dike û bi vî awayî hukmdarîya împaratoriyê, ji destê kurdan derdikeve û deikeve destê Persan.

Êdî kî lawê bavê xwe ye Persan bide sekinandin. Lêdixin diçin welatê Lîdya, Lîkyayê dagir dikin û di ser giravên Egeyê re derbasî Yewnanistanê dibin. Li welatê Yewnanistanê jî kesekî bi navê Efialtes hebûye. Çawa ku Harpagoyê kurd, bêbextiyê bi gelê xwe dike, Efialtes ê yewnan jî wanî bêbextiyê bi gelê xwe dike û dibe sedema têkçûna qralê Spartayê, Leonîdas û 300 şervanên wî.

Bi vî awayî pers, ji Atînayê bigre heta Makedonyayê tevî wêran dikin û heta persetegehên yezdan û xwedawendên wan jî dişewitînin…

Bi vî awayî, tir û vira Persan derdora 200 salan dajo. Paşê B.Z di sala 336’an de, Îskenderê kurê Felîp ê makedonî radibe bi artêşeke ji 35 hezar leşkeran pêk tê, serî li hemberî qralê Persan, Daryûş ê sêyem radike.

Îskender, cara ewil li rex çemê Granîkos (Bîga) li dijî Persan re şer dike û bi awayî cara ewil Pers têk diçin. Îskender li wir nasekine, tê li geliyê Îsosa bi ser navçeya Îskenderûna niha ve, cara duyem Daryûş têk dibe. Tê gotin ku Daryûş hevjîna xwe ya bi navê Asya û diya xwe li pişt xwe dihêle û direve.

Daryûş direve, Îskender li pey wî ye. Daryûş dike nake nikare Îskender razî bike û şerê man û nemanê li gundê Gaûgamala yê bi ser Erbîla îro ve dest pê dike. Li vê derê jî Pers têk diçin û Daryûş ji qada şer difindirîne, dibêje xirp û direve. Îskenderê min û we diçe Persepolîsa ku dilê Persan bû dişewitîne. Bi vî awayî bernavê xwe yê Mezin bi dest dixîne û dibe Îskenderê Mezin.

Tolhildana Persan

Îskenderê Mezin û generalê wî Selevkos nigên xwe rakdikin, împaratoriya Romayê pêl li dewsa piyên wan dike; ango bi awayekî ji awayan Roma, mîrasa wan werdigire. Vê carê împaratoriya Romayê û hukumdariya Partan derdikevin hemberî hev.

Di navbera van her du dêwan de, hukumdariya Komagene û Kurdûene hene. Ev her du hukumdarî jî yên kurdan in. Lê Part û Roma, tu tahmê nadin wan, nexasim jî Part ango Pers. Bi vî awayî, axa Mezopotamyaya jorîn, di bin simên hespên Roma û Partan de, nola hevîr tê vestrandin.

B.Z di sala 53’yan de, li herêma Herana îro, şerekî mezin di navbera Romayê û Partan de diqewime. Di vî şerî de, Part bi ser dikevin û genaralê Romayê, Marcus Licinius Crassus dîl dikeve destê Partan. Ev generalê bi navê Crassus, ew general e ku wî serhildana şoreşgerê mezin Spartakûs têk biribû.

Tê gotin ku Persan zêr helandiye û berdaye gewriya general Marcus Licinius Crassus ê romayî. Bi vê jî dilê wan rehet nabe, çermê wî digurên û tije ka dikin û kêfê lê diqewitînin. Piştî vê gosirmeta mezin, bi qasî 300 salan şûnve, ango P.Z di sala 243’yan de, şahê Sasaniyan ê bi navê Şapûr, li derdora Ûrfayê, împarator Valeryanûsê romayî dîl digire.

Tê gotin ku Şapûrê şahê Sasaniyan, tibabekî Valeryanûs li gel xwe digerîne. Her cara Şapûr li hespê xwe siwar dibe, bangî Valeryanûsî dike. Valeryanûs xwe jê re ditewîne, Şapûr pêl li pişta wî dike û li hespê xwe siwar dibe.

 

Jinûveavakirina Darayê

Her çiqas dîroka Darayê ya xwe dispêre 2 hezar 300 sal beriya niha jî, di esasê xwe de di sala 505’an de, împaratorê bîzansî yê bi navê Anastasius, sûrên Darayê ava dike. Dirêjahiya sûran 4 km ye. Împarator Anastasius, li hemberî Sasaniyan di hundurê sûrên gelek zexim de garnîzonek ava dike. Hemû tiştên pêdiviya wan bi wan heye, di nav sûran de bi cih dike û di bin erdê de jî gelek embarên avê çêdike. Heft km ji geliyê Kordîs û her wiha Kurka Çeto, bi qasî metre û nîvekê erdê dikole û tunêla avê tîne berdide berî ser embaran dide. Di heman demê de, embarên zexîreyan jî tên avakirin. Ev amadekariyên wan ên ji bo bergiriyê, têra wan dikin ku dikaribin bi mehan li hemberî dorpêçê li ber xwe bidin û jiyana xwe bidomînin.

Di dawiya sedsala pêncan de, şahê Sasaniyan yê bi navê Qewad, bi 20 hezar siwarî, ew çend jî piyade û 120 hezar ji xelkê sivîl, digre ser Darayê. Dikin û nakin tu keysa wan lê nayê. Bi mehan li dora Darayê diçin û tên. Jahrê davêjin nav avê, lê tu bandor li leşkerê romayî nake. Lewra romayiyan bergiriyên xwe baş kirie û coav di bin erdê re, xef aniye nav bajêr. Ji ber ku wan berê texmîn kiribû, çaxa Sasanî bigirin ser wan, ew ê jahrê bavêjin nav çemê tê nav bajêr. Loma jî tu kesekî ji wê ava bi jahr venexwaribû û ev plana wan pûç bûbû. Şahê Sasaniyan Qewad, dixwaze neqebekê di dîwarê sûrê de veke, lê di vê plana xwe de jî bi ser nakeve.

Sîmyakarek radibe û aqilekî dide şahî. Şah bi ya simyakar dike û zeytê dixin cirran û davêjin ser dîwarê sûrê. Paşê jî agir berdidin dîwarê zeytkirî. Bênavber vê yekê pêk tînin. Dûre jî cirrên sirkê davêjin ser dîwarê sincirandî. Bi vî awayî kevirên sûrê di ser hev de diherifin tên xwarê û Dara dikeve destê Sasaniyan.

Piştî 16 salan, Roma dîsa Darayê ji destê Sasaniyan derdixîne û ji nû ve ava dike. Sêzdeh sal derbas dibe, car din Sasanî Dara ji Romayê distînin. Ev rewşa hanê gelek car wanî xwe dubare dike.

Piştî hingê, vê neqlê Dara dikeve destê artêşa musulmanan û ev der hêdî hêdî îhtişama xwe wenda dike.

Bertewîlê Darayê

Di serdema Merwaniyan de, kesayetiyekî bi navê Bertewîlê Daraê radibe û dibe hukumdarê Darayê.

Ji ber ku Dara li ser riya hevrîşîmê ye û her wiha xwediyê çeme jî, Bertewîlê Darayê hem baca riya hevrîşimê ji bazirganan distîne û hem jî heqê avê ji êlên Ereban distîne. Tê gotin ku Bertewîlê Darayê, bendavek jî li ser vî çemî çêdike. Wexta havînê av kêm dibe, ev bendav gelekî nirxdar dibe û Bertewîlê Darayê, tibabekî ji vê rewşê sûd werdigre.

Ev rewşa hanê, di navbera Bertewîlê Darayê û êlên Ereban ên li jêr de, gelek caran dibe sedema şer û pevçûnan. Lê ji ber ku Bertewîlê Darayê, mirovekî helorpelorî, pirî xurt û bi qilafet bûye, zû zû tu kesî newêribûye xwe têderbixista.

Heta niha jî xelkê herêmê, ji mirovên nola pêlewanan xurt re dibêjin, filankes bi qasî Bertewîlekî ye. Ev yeka hanê, pêlewantiya Bertewîlê Darayê bi me dide selimandin.

Efesa Mezopotamyayê: Dara

Dara, dikeve navbera Mêrdîn û Nisêbînê. Nêzî 10 km dûrî sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1980’yî de dest bi kolandina arkeolijîk a Darayê tê kirin. Heta niha ji sisêya yekê wê jî nehatiye kolandin. Ango beşeke wê ya mezin, hîn jî di bin axê de ye û li benda derxistina ser rûyê erdê ye. Tê texmînkirin ku beşek ji vî bajarê antîk ê xwediyê cihekî gelek stratejîk e, di bin erdê de hatiye avakirin.

Heta niha, beşek çarşî, keleh, pir, coav, sarinc û embarên avê; dêr, qesir, zindan, topxane, gorên di tahtê de kolandî û wargehên sivîlan hatine dîtin.

Cihê ku herî zêde bala meriv dikişîne, şikefta sê qat e. Di vê şikefta ku bi dest hatiye kolandin de, hestiyên 3 hezar leşkerên romayî veşartin. Li ser devê vê şikeftê, rulyefên niwaze yên li gorî baweriya ola xiristiyaniyê hatine niqirandin hene.

Wek serencam

Dema min ev nivîs ji bo rojnameya Xwebûnê amade dikir, generalê Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin. Ev yeka hanê, puxteya vê nivîsê ye! Ev serê 2 hezar 500 salan ne û beriya wê jî, vê erdnîgara me aramî nedîtiye. Gelê kurd, her cara ku ji xwe re sitargeh û jîngeh ava kirine, hêzeke barbar hatiye û ew wargehên wan wêran kirine.

Ê de bistrê stranbêjê Darayê yê nepen, bistrê! Li ser gundê xwe yê wêrankirî bistrê: wêran wêran gundê mino! Wêran wêran gundê mino!..

Selahîyetdarî çira seba Dêrsimî bêveng manenî

0

Wendekara Beşa Averberdişê Domanan ya Unîversîteya Munzurî Gulîstan Doku (21) 5ê çeleyî ra nata vindîbîyaye ya. Zaynal Abarok eslê xo de Rûsya ra yo û nameyê ci hedîse de vêreno werte de nêaseno. Abarokî Rûsya de bîyo pîl û bado ke dayîka ci polîsêk reyde zewijyaya Dêrsim de sey lajê polîsî ciwîyeno. Badê ke çalakî û aktîvîteyî zêdîyayî, walîtîya Dêrsimî seba 15 rojan bajar de heme aktîvîteyan qedexe kerde. Walîtîye îdîa kerde ke nêrazîbîyayîşê ke yenê mojnayene ‘Şar teşwîq kenê û dişmenîye kenê’. Embazê Dokuye zî vinîyayîşê Dokuye ra nata çalakîyan virazenî. Rektor Ubeyde Îpekî waşt ke wendekarî çalakîya xo biqednê. Labelê wexto ke wendakarî serebûtê Cem Tekînogluyî vist vîrî ‘wendekarê cinîyî yê unîversîteye tacîz kerdbi’ rektor kampus terikna. No zihnîyet vera 17 serran de 15 hezarî ra zêdêr cinîyî hetê kesanê tewr nêzdîyê înan ra ameyî kiştene û hema zî yenî kiştene. Çîyo balkêşin ra yew zî oyo ke Dêrsim de hedîseyê îstîsmarî virazîyayî û virazîyenî. Dêrsim de 5 aşmanê peyênan de 4 hedîseyê îstîsmarî qewimîyayî. Ame zanayene ke qezaya Pêrtagî ya Dêrsimî de xeylê domanê lajî yê 11 û 16 serrî raştê îstismarê cinsî ameyî. Qerarê nimitişî dîya tehqîqatî ser. Verê cû Cizre de, Çewlîg de û Mêrdînî de serebûtê îstîsmarî amebî meydan. La derheqê nê pêro serebûtan de qerarê bêteqîbîye ameye dayene. Çi tesadufo ke wexto ke cinî û domanî yenî mexdurkerdene qerarê nimitişî dîyeno dosyayanê kerdoxan ser, kerdox yenî nimitene, nînê eşkerakerdene û nînê cezakerdene. Na rewşe de hûmara hedîseyanê winasîyan zêdîyena. Sîtemo serdest paştî dano camêrdan. Reaksîyon û vengê xurtî nînê nawitene ke serdestî hêzê şarî ra bitersî û mecbur bimanî ke rayraberdişê welatî bibedilnî. Derheqê nê babete de çîyî yenê nimitene. 10 serranê peyênan de îstîsmarê vera domanan se ra 700 zêdêr bîyo. Merdim bawer nêkeno ke selahîyetdarî na rewşe nêvînenî.

Yanî çîyo ke ma wazenî vajî oyo ke heme hedîseyan de gişta camêrdo serdest û îqtîdarî esto. Zihnîyeto camêrd o serdest bi serran o dewre de yo. Mumkun nîyo ke nêkerdişanê ke vera cinî û domanan de yenî kerdene nêvînî, labelê hesabê înan de tena berjewendîyê şexsî esto. Coka ra çimanê xo padanî û goşanê xo gênî. Lal û koran kay kenî. Çimkî no hawa înan rê asan yeno û menfîetê înan netîce de esto. Helbet no şar do rojêk biteqîyo û hesabê nê çîyan biperso. Ganî komel hemverê nê hedîseyan de bibo yew veng. Hende serran de çîyo ke nêameyo sereyê cinî û domanan ser nêmendo. Bajarê kurdan çargoşe bi kamerayanê averşîyayeyan ameyî girewtene. Bi leşker, cendirme, polîs û tîmanê taybetan ameyî dagirkerdene. Senî beno ke wexto ke qala îstîsmar û cinîyêk yeno kerdene tu selahîyetdarêk ra vengêk nêvejîyeno û werde de nêasîyenî. Xeberanê ke ameyî weşênayene de vejîya werte ke serebûtê îstîsmarî yê Pêrtagî hetê çeteyêkî ra serra 2004î ra nata dewam keno û kargeho ke dîmenê îstîsmarê domanan amebî antene hetê polîsan, leşkeran û notiran ra tim ameyêne zîyaretkerdene. Aqilê merdiman nênakokîyan nêtepişeno ke cayêko winasî de hedîseyê îstîsmar û vindîbîyayîşî nêrî vînayene û nêrî zanayene. Qey merdim cayo ke zîyaret keno nêzano? Nê çîyî polîtîk î. Tewr peynî Dêrsim de vejîya werte ke hirê çawişê pisporî tecawizê cinîyêka 20 serrî kerdî. Seba nimitişê serebûtî destûr nêdîyeno ke nêweşxane de kesêk cinî zîyaret bikero. Aqûbetê cinîye nîno zanayene. Îqtîdaro serdest û camêrdo serdest yewbînan ra hêz gênî, yewbînan pawenî  û yewbînan ceza nêkenî. Coka ra hserebûtî zêdîyenî.

Daxwazên gel paşguh dikin

0

Piştî êrîşên li hemberî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî banga yekitiya kurd kir. Li ser vê bagê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê 6 panelên diyalogê li dar xistin. Şênî, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û saziyên civaka sivîl ên girêdayî înîsiyatîfê di panelan de, nêrînên xwe anîn ziman û girîngiya yekitiya neteweyî hat nîqaşkirin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (El-Partî) û Koordînatorê Giştî yê Yekitiya Hêzên Kurd Li Rojava Dr. Abdulkerîm Siko û hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Meqsû bal kişandin ser hewldanên ji bo yekitiyê.

‘Înîsiyatîf gavek erênî ye’

Ebûd Meqsû diyar kir ku piraniya partiyên siyasî yên ji bo panelan hatin vexwendin beşdar bûn, lê tenê ENKS û partiyên di bin banê wê de dixebitin, beşdar nebûn. Ebûd, da zanîn ku partiyên siyasî bi beşdarbûna panelan isbat kirin ku înîsiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî pir girîng e.

Meqsû di axaftina xwe de bal kişand ser nêrînên kesên ku tevlî panelê bûn û got: “Bi rêya diyalogan sedema astengkirina yekitiya kurdan diyar bû, ev jî ji ber nêzikatiya partiyan e. Lewma banga me ji partiyên kurd re ew e ku li ser maseya diyalogan kom bibin û yekitiya xwe ava bikin. Ji bo gelê kurd ê li her 4 parçeyên Kurdistanê ev pêngava hebûn û nebûnê ye. Dema qala yekitiya neteweyî dibe, divê partiyên kurd berjwendiyên xwe deynin aliyekî.”

‘Yekitiyê bi derengî dixe’

Dr. Abdulkerîm Siko di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta ENKS’ê û diyar kir ku ENKS hincetên bê bingeh derdixîne û armanca wê ya ji vê yekê derengxistina projeya misogerkirina yekitiya gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ENKS‘ê xwe spart hêzên derve û înîsiyatîfên çareseriya doza kurdî têk birin. Çawa diçin serdana kesên ku zarokên me qetil dikin û dibin sedema koçberiya gelan. Daxuyaniyên ENKS‘ê yên der barê yekitiya kurd de xizmetê ji dijmin re dikin.” Siko der barê sedema redkirina ENKS`ê ya yekitiya kurd de jî wiha got: “ENKS dixwazxe li derdora 30 partiyên din, pêkhateyên ereb û suryan paşguh bike. Divê ENKS beşdarî nav Rêveberiya Xweser a Demokratîk bibe û xwedî li mîrateya şehîdan derkeve.”

Ji 26 partiyan banga yekitiyê

0

26 partiyên kurd yên li Sûriyeyê ji bo yekitiya neteweyî gavek nû avêt û bang kir ku bê şert û merc bên gel hev. 26 partiyên siyasî yên kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bang li yekbûna ref û helwestan kir. Her wiha bang li hemû hêzên kurdistanî, rêxistinên çandî, dezgehên çapemeniyê, kesayetên olî, civakî, çandî û tevahî gelê kurd kir ku rola xwe ya rasteqîn di pêkanîna yekitiya refa kurdî de bilîzin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin kurd li Sûriyeyê û bi taybetî li herêmê di mercên gelekî dijwar û qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi kiryaran dixwazin demografiya herêmê biguherînin. Gelê kurd înîsiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo pêkanîna lihevkirina kurdî-kurdî, pêşwazî kir ku wê helbet pêşwaziya her kar û xebatên di vê di der barê de bike. Em bang li partiyên kurd ên li Sûriyeyê dikin ku bêyî şert li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.” QAMIŞLO

Zimanên biyanî

0

Carekê geştiyareke alman hate serdana Amedê û xwest li nav sûrên wê yên dîrokî bigere. Piştî ku ew hinekî li nav sûran geriya û derbasî nav kolanên sûrê yên teng bû, riya xwe wenda kir û nema dizanî ew ê çawa vegere otêla xwe. Li kolanê du ciwanên amedî rawestiyabûn, jina geştiyar çû ba wan û bi almanî ji wan pirsî, lê ciwnan jê fêm nekir, bi îngilîz û fransî jî ji wan pirsî dîsa fêm nekirin, dawî bi îtalî ji wan pirsî dîsa bersiv nedan. Piştî ku hêviya xwe ji wan qut kir û çû, yekî ji wan ciwanan ji hevalê xwe re wiha got: “Welehî divê em hînî zimanekî biyanî bibin, carnan bi kêrî mirov tê.” Hevalê wî lê vegerand û wiha got: “Kuro dîno tu yê çi feydê ji zimanan bibînî û ew ê çawa bi kêrî te were, binihêre waye jinik bi 4 zimanan dizane, ka çi feyda wan jê ra çêbû.”

Lêgerîna desthilatdariyê

0

Rûsya ji despêkê ve girîngiyeke mezin dide erdnîgariya Rojhilata Navîn. Di pêvajoya şerê sar de jî her çiqas xwestiye ku xwe li vê herêmê bi cih bike, hevsengiyên bi siyaseta navneteweyî hatibûn avakirin ji bo wê astengiyên herî mezin bû. Îro Rûsya aktorekî sereke yê vê siyasetê ye. Lewma ev jî ji bo Rûsyayê derfet û xeteriyên mezin bi xwe re derdixe holê.

Di navbere Amerîka û Rûsyayê de piştî serdema şerê sar bi dawî bû û şûnde cara yekem ev her du hêz di vê astê de nêzî hev dibin. Bi saya vê nêzîkayê Rûsya ket nav hewildanên pêkanîna xewna xwe ya sedsalê. Ji despêkê ve armanc û daxwaza Rûsyayê ew e ku ew bikaribe xwe di Rojhilata Navîn de bi cih bike û di warê siyasî û leşkerî de bandora xwe li ser Deryaya Spî jî ava bike.

Ev pêvajo bi mudaxeleyên şerê Sûriyeyê ve bandora xwe ava kir. Bi Tirkiye û Lîbyayê ve berdewam dike. Di roja me ya îro de Rûsya di çarçoveya vê planê de nêzî dewletên herêmê dibe. Lê rêveberiya Moskovayê di bi xetere û zehmetiyên vê pêvajoyê dizane.

Pêşketin û bûyerên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn diqewimin wekî berê bala Amerîkayê nakişîne. Ji ber ku Amerîka bi tifaqên xwe projeyên xwe li herêmê pêşdixe. Her tim li herêmê di pozîsyoneke stratejîk de ye. Lewma ew çalak nebe jî û yekser mudaxeleyî bûyera ango pêvajoyê neke jî ew dizane her tim hêza diyarker ê yekem e.

Rûsya ger wê li herêmê bi hêzeke wisa re têkeve nav pêşbaziyê, pêwîst e bi qasî siyaseta xwe û şêwaza xwe ya mudexaleyê guhertinan çêdike. Di nav xwe de reforman li pêş dixe. Hefteya borî Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn di axaftina xwe ya vekirina meclisê de, diyar kir ku ev pêvajo dest  pê kiriye.

Di axaftina xwe de Pûtîn gelek mijar nirxandin. Ji van mijaran a herî girîng û pêwîst mirov bi baldarî bişopîne ew e ku dixwaze di makezagona Rûsyayê de guhertinan çêbike. Ev guhertinên mîna lêgerîna berdewamkirina desthilatiya Pûtîn tên nirxandin, di halê heyî de bi temamî nehatiye fêmkirin.

Bêguman ev li Rûsyayê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoyê de kesê herî nêzî Pûtîn û her wiha Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrîy Medvedev e, li ser daxwaza Pûtîn ji erka xwe îstîfa kir. Di heman rojê de hat ragihandin ku Medvedev wek cîgirê Konseya Ewlekariya Rûsyayê hatiye peywirdarkirin. Pûtin beriya sala 2024’an dixwest bi formûlekê erka xwe berdewam bike. Yan jî ji xwe re statûyek serokdewletiyê çêbike. Bi vê hemleyê ve mirov dikare bêje; lêgerînên Pûtîn û siyaseta Rûsyayê ya Rojhilata Navîn di nav nakokiyan de ne. Bi vî halî gelo Rûsya wê çiqas bikaribe li ser siyaseta Rojhilata Navîn ango siyaseta global a cîhanî bandoreke erênî ava bike. Bêguman bersivên pirsan di nav dîwarên Kremlîn de ne.

Pirseke din a girîng jî ew e ku gelo ev pêvajoya lêgerîna desthilatdariyê ji hêla hêzên navneteweyî ve çawa tê nirxandin? Ew ê dîrok vê nîşanî bide.