4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 1664

Şa Performans Meymûna Kafka bi zimanê kurdî dibe Îzmîrê

0

Ji şanogerên Şa Performansê Egîd Firat dibêje ku rêgeza sereke ya Şa Performansê, hilberandina berhemên bi kurdî ye. Firat diyar kir ku divê li Îzmîrê jî huner bêhtir bi kurdî bê kirin û li gorî nifûsa wê, hunerê kurdî li Îzmîrê kêm e

Şa Performans navendeke çandê ye ku li ber zexta li dijî huner û qirkirina çandî, bi şanoya bi kurdî li ber xwe dide û li ber wê siyasetê radibe. Şa Performans di sala 2018ʼan de hate damezirandin û ji bo ku bikare şanoya bi kurdî dewam bike, di nava şertên zehmet de gelek hewldanên wê hene. Kurteçîroka Franz Kafka ya bi navê ‘Ji akademiyê re raporek’ ya ku Şa Performansê bi heman navî adapte kir, niha li ser rêya Îzmîrê ye. Lîstika bi derhêneriya Tuncay Ozel, dê di 4’ê sibatê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Îzmîrê bi lîstikvaniya wî bê nîşandan.

Egîd Firat ê ji Şa Performansê dibêje ku di hunerê de alternatîf êdî pir kêm bûne û wiha dewam dike: “Em hizrên xwe û rexneyên xwe, hewl didin bi rêya şanoyê bigihînin xelkê û jê re rave bikin. Ji vê pratîka xwe re em dibêjin, sehneya alternatîf.”

Bi kurdî şanoyê dewam dikin

Firat got ku rêgeza wan a sereke hilberandina berhemên bi kurdî ye. Firat bi bîr dixe ku Şa Performans saziyeke xweser e ku li Stenbolê karê xwe ji sedî sed bi kurdî dike û bi piranî jî bi şanoyê mijûl in. Firat wiha didomîne: “Çend mehên dawî ji ber pirsgirêkên madî, em neçar man ku cihê xwe bigirin. Lê me dev ji karê xwe bernedaye. Piştî girtinê bi çend hefteyan, bi peymanekê di bin banê ‘Konektîva’ yê de dîsa bi navê xwe Şa Performansê em hunerê xwe yê şanoyê dewam dikin.”

Zehmetî hene lê em li ser pêyan in

Bi domdarî jî Firat dibêje ku zehmetiyên madî pir in û li tevî vê jî şanoya wan hewl dide karê xwe bidomîne. Firat bi berdewamî jî vê mijarê wiha dinirxîne: “Nivîskarê şanoyê yê beriya mîladê di salên 400’î de jiyaye Aristophanes ku di nava komedyayê de xwedî qedr û qîmete dibêje; ‘Huner bide dûv nanî, dê xwe nizm bike.’ Helbet her tiştê ku em li dora madiyat û berjewendiyan bigerînin û bikin, ileh dê şikestê bixwe. Lê belê ger em realîst bin, divê em qebûl bikin ku hunermendek çi dibe bila bibe, da ku qet nebe di nava pergala heyî de bikare şert û mercên jiyanê îdare bike û di şertên baştir de hunerê hilberîne yan jî performansa xwe nîşan bide, divê ew hunermend teqez bi wê hunerê karibe debara xwe bike.”

Elaqeya ciwanên kurd divê zêde bibe

Firat dibêje ku piraniya temaşevanên şanoya wan, ciwanên kurd in û helwesta ciwanan a ji bo hunerê jî wiha şîrove dike: “Ciwanên kurd divê ne tenê bi qedrê şanoyê bizanin. Divê qedr û qîmetê hemû çalakiyên hunerî û wêjeyî bizanin û wan bi ser yên din re bigirin. Ji ber ku huner û wêje şaneyên avakirina civakekê ne. Xisleta herî muhim a şanoyê ya ku wê ji hunerên din cihê dike ew e ku dikare empatiyê bi temaşeker re çêbike,. Bi vê re girêdayî jî ew jiyana xistina ber lêpirsînê jî zêde dibe. Di esasê xwe de şano, jiyan bi xwe ye. Dikenîne, digirîne û dike ku mirov tiştan bixe ber lêpirsînê. Û ez jê piştrast im, mirovekê wexta xwe ji şanoyê re veqetîne, xwe jî bi qîmet hîs dike. Ango şano di heman demê de ji bo temaşevanan hinekî psîkolog e jî.”

Kurdî li Izmîrê şert e

Herî dawî jî Egîd Firat ev tişt anî ziman: “Ev qederê du mehan e ku ez li Îzmîrê dimînim. Dikarim bibêjim; kurd li vir gelek in. Lê ji bilî çend konserên taybet û sihbetên bi nivîskaran re, çalakiyên hunerî yên bi kurdî bi qasî ku mirov bibêje nînin. Ji ber wê jî qedr û qîmetê lîstika li Îzmîrê ji bo me dê xas û taybet be. Ez bang li kurdên li Îzmîrê dikim ku di 4’ê sibatê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Îzmîrê lîstika ‘Ji Akademiyê Re Raporek’ temaşe bikin. Lîstik dê di 8’ê sibatê de jî li Kizilay Babylonê ya Enqereyê bê nîşandan.”

Divê em bibin xwe

0

Niha kesên ku li ser zimannasiyê dixebitin, gava pênaseya yekitiya neteweyan dikin yek ji wan hêmanan a sereke jî ziman e. Em vê jî baş dizanin, her çiqas ziman hêmanek girîng a çandê be jî ya ku çandê vediguhêze nifşan û mohra xwe lê dixe ziman e.

Me vê hefteyê ji bo xwendevanên Xwebûnê hevpeyvîn bi nivîskar û zimannasê kurd Zana Farqînî re kir. Kerem bikin em bi hev re, li bersivên Farqînî binihêrin.

Em dixwazin di destpêkê de armanca avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî ji we hîn bibin, we çima pêdivî bi avakirina toreke wiha dît?

Dema me dest bi xebatên torê kir me got, derdek me û xemek me heye ku em hemû jê bi gazin in; ew jî ziman û çanda kurdî ye. Heke em bi awayek din bi nav bikin ew jî asîmîlasyon e, em dihelin. Sedema vê diyar e; polîtîkayên dewletên yekperest. Ji ber ku dewletê xwe li ser yekperestiyê ava kiriye, çand û zimanên din qedexe û înkar kirine. Her kes bi tena serê xwe nikare zêde tiştan bike. Belkî tenê behsa rewşê û tespîtan dike. Lê em êdî ketine qonaxeke wisa ku dem li me teng bûye û êdî em dema xwe nikarin bi tespîtan derbas bikin. Dema gavavêtinên pratîk e. Ji bo avêtina van gavan hewcehî bi sîwanekê hebû. Ji ber ku gelek sazî û dezgehên xebatên ziman û çandê dikin hene. Her kes bi serê xwe kar û baran dike. Belkî hin ji wan tên cem hev, lê me got hemû pêkhateyên çand û zimanê kurdî dikarin di bin navê tor an jî platformekê de bên cem hev û gavên pratîk bavêjin. Ji ber vê yekê ewilî bangawazî hat kirin, paşê civîna avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin û daxwaza berfirehkirina torê hat rojevê û ev jî hat pejirandin. Sekreteryayek hat hilbijartin û xebata vê Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî kir û komxebat du rojan pêk hat.

Xal an jî ruhê ku van sazî û dezgehên sivîl anîn ba hev çi bûn?

Rêxistinên çandê, zimanî, hunerî, ragihandin, odeyên pîşeyî, rêxistinên zarok û jinan hene. Ji ber ku mijara ziman û çandê mijarek giştî ye û hemû endamên civakê eleqedar dike. Ev derd û kul tenê ne yê partiyek û rêxistinekê ye. Nexwe hewcedarî bi pêngavek sivîl a di ser siyasetê re ku bandora xwe li siyasetê jî bike hebû da ku siyaset jî van tiştan bike rojeva xwe û gav biavêje. Ji ber ku bîrdoziyên partiyan cuda ne, me xwest wek saziyên sivîl li hev kom bibin. Piraniya sazî û dezgehên sivîl beşdarî komxebatê bûn. Fikir û ramanên me çi dibin bila bibin, ya me hemûyan dike yek ziman û çanda me ye.

Çima navê tora we bû Tora Ziman û Çanda Kurdî?

Di civîna ewil a torê de li ser navê torê gelek nîqaş û gengeşe hatin kirin. Ji ber ku felsefe ev bû, hemû zimanên ku ketine ber pêla asîmîlasyonê yan jî hemû çand û zimanên ji ber polîtîkayên asîmîlasyonîst îro di xetereyê de ne, bi wê felsefeyê hat xwestin ku navek berfirehtir bê tercîhkirin. Ji ber ku em tenê li vê erdnîgariyê najîn. Her çiqas ên sereke em bin jî lê yên di nav me de jî dijîn û ji çand û zimanên cuda ne ji bo ew jî di nav de cih bigirin an jî çand û zimanên wan jî bên parastin felsefeyek wisa derket pêş. Tevî hemû nîqaş û pêşniyaran jî navê berê hat pejirandin. Lê piştî ragihandina torê ji bo berfirehkirina tora xwe ku em çûn derdorên cuda jî, yek ji mijarên gengeşiyê nav bû. Hat gotin ku em nikarin li ser navê ziman û çandên din biryaran bidin. Ew maf, ne mafê me ye. Eger ew nexwazin em nikarin li şûna wan daxwaza van tiştan bikin. Lê me ev felsefeya xwe parast. Wek prensîb em ne li dijî ziman û çandên din in. Em hemû ziman û çandên din di astekê de dibînin û hiyerarşiyê naxin navberê. Mafê her ziman û çandê heye ku bi awayekî azad li pêş bikeve û dikaribe çand û zimanê xwe veguhêzê nifşên nû. Ev prensîba me neguheriye. Her wiha di encamnameya komxebatê de jî hat aşkerakirin ku ziman û çandên din dîsa dikarin beşdarî torê bibin. Derî ji wan re vekiriye. Dikarin bi awayekî xweser di torê de xwe bi rêxistin bikin.

Ya girîng ev hat dîtin ku ji sedî sed beşdarên komxebatê kurd bûn. Giranî hat ser wê ku em pêşî ji xwe dest pê bikin. Ew kesên ku nikaribin derdên xwe çareser bikin, nikarên derdên kesên din çareser bike. Ji ber vê yekê divê em pêşî navê xwe deynin, em kî ne em çi kes in.

Dê statûya torê çi be û bernameya we çawa bi rê ve biçe?

Ji bo statûyê ango navê fermî hêj biryar nehatiye dayîn. Em ê dîsa xebatên xwe birêve bibin. Desteya rêveber ango meclîsa ji 27 kesan hat hilbijartin û dê xebatê bi rê ve bibe. Helbet wê bi piştevaniya pêkhateyan bê birêvebirin. Dê tor nexşerê û rêziknameya xwe diyar bike. Ev jî ew ê hinek bi demdirêjî be. Ew ê ev xebat tenê bi bajarekî nemîne. Dê xebatek bi giştî bê birêvebirin. Lê biryar hat dayîn ku navenda xebatê Amed be.

Di komxebatê de, ji siyasetê çi hat xwestin an jî siyaseta kurd di mijara zimên de hat rexnekirin?

A rast derd û xemên kurdan ne derd û xemên roj û salekê ne. Ji avakarina komara TC’ê heta îro ne. Pirs û pirsgirêk, gelş û gelemşe û daxwazî gelek in. Li gorî xwe, pirsgirêkên sazî û dezgehên kurdî hemûyan hene. Me di komcivînê de dît ku êşên ku bi van salên dûr û dirêj pêk hatine, daxwazên kom bûne hemû hatin li stûyê me bar bûn. Hemû pêkhateyan rexne, gazin, daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Pêkhate dibêjin ku siyaseta kurd ango HDP ya îro wek temsîla siyasî ye, bi me re bi tirkî dide û distîne. Yan jî zêdetir problemên me yên lezgîn û rojane naxe rojeva xwe. Dibêjin ew bêhtir bi yên gelemperî re mijûl e. Lê divê ez wiha bibêjim; mirov ji kê hez bike gazin jê dike û kî xurt be daxwaz jê tê kirin. Kî xwediyê wê hêzê be gazin û rexne li wî/ê tên kirin û hêvî jî ji wî/ê tê kirin. Ji siyasetmedar ango pêşengên civakî gazin tê kirin.

Bi kurt û kurmancî divê ziman û çand çawa bigihîje gel?

Ez wek kesek li ser zimên dixebitim, di van xebatan de dertê holê ku em ziman û çanda xwe venaguhezînin nifşên nû. Em nikarin emanetê me ji dê û bavê wergirtiye bidin zarokên xwe. Zarokên me bi zimanê xwe mezin nabin û ranabin. Problemên me yên bi vî rengî hene. Dema em civaka xwende û nexwende didin ber hev, ên ku nexwende ne bêhtir bi çand û zimanê xwe kurdî dijîn. Lê em ên xwende wek kurd najîn. Belkî di serê me de nasname û fikrên me yên neteweyî hene lê em bi çand û zimanê xwe najîn. Êdî zimanê me yê girseya xwende yê nav malê jî bûye bi tirkî. Ev xetereyên gelek mezin in.

Piştî ku medyaya zimanê serdest û dibistanên tirkî ketin her malek û gundekî kurdan bandorek pir negatîf li ser xelkê kir. Her wiha ew kesên ku bi zimanê tirkî perwerde bûn û bûn xwedî ‘statû’ karên bi ‘prestîj’, ji kurdî dûr ketin. Yanî tirkî bû zimanê rewacê, kurdî bû zimanê gundiyan û nexwendeyan.

Wek kesek rexneyek min li qenalên kurdan heye. Naveroka televîzyonên kurdan zêdetir nûçe û polîtîka ye. Televîzyonên xîtabî tevahiya civakê dikin kêm in. Di her cihî de siyaset û bîrdozî mirovan dikerixîne. Divê bi awayekî derûnî li vê meseleyê were nihêrîn. Civak dixwaze li rêzefîlman, kêf û henekan, li pêşbaziyên zanyarî û stranan guhdarî û wan temaşe bike.

Di nav kurdan de demek Bavê Teyar populer bû, bila bê pirsîn çima lê dihat temaşekirin û jê dihat hezkirin? Niha tu ji hin sînemager û şanogerên me bipirsî ew ê bêjin, ji aliyê hunerî ve asta wê gelek kêm e. Lê tu yên asta wan bilind çêdikî, çiqas li wan tê temaşekirin? Heke em bixwazin zimanê xwe zindî bihêlin divê em xwe bigihînin ferdên civaka xwe. Bêyî ez bîr û baweriya wan û siyaseta wan ji hev cuda bikim. Ji bo rê li ber asîmîlasyona dewletê were girtin em çi pêşkêşî civakê dikin? Yanî ev bername û rêzefîlm hene lê kêm in, têr nakin.

Tora we dê ji bo xebatên hevpar ên alfabe û edebiyatê çi bike?

Halê hazir kurd, alfabeya latînî û aramî/erebî bikar tînin. Ev rê li ber me digire ku em ji berhemên hev sûdê werbigirin. Dîwarek e di navbera me de. Beriya her tiştî divê kurd bibin xwedî alfabeyek hevpar. Meseleya zaravayan tiştek din e. Di vê mijarê de jî divê polîtîkayek me kurdan a hevpar hebe. Meseleya rastnivîsê du alî ye. Rastnivîsa alfabeya aramî/erebî cuda ye û ya latînî cuda ye. Di komxebatê de mijarên pirsgirêkên zimanî jî hatin nirxandin. Dê helbet tor li ser meseleyên zimanî û edebiyatek hevpar jî xebatan birêve bibe.

Mirov dikare bêje ku dê îsal bibe sala ziman û çanda kurdî?

21’ê Sibatê û 15 Gulanê rojên zimanî ne. 8’ê Adarê Roja Jinan û 21’ê Adarê jî cejnek neteweyî ya kurdan e. Di encamnameyê de behsa van rojan hat kirin ku ziman û çand derkeve pêş. Lê em ê li ser van rojan hin biryaran werbigirin. Wek ku di encamnameyê de jî hat diyarkirin pêwîst e îsal bibe sala seferberiya kurdî û Baba Tahirê Hemedanî û ji bo vê seferberiyê gavên şênber werin avêtin.

We derketina rojnameya me Xwebûnê çawa dît?

Dirûşma komxebata me “Em bi ziman û çanda xwe bijîn” bû jixwe Xwebûn jî ev dirûşm e. Divê em bibin xwe. Navek xweş û di cih de ye. Divê em li xwebûna xwe vegerin. Lazim e hemû xwendayên kurd xwedî li Xwebûnê derkevin û ji bo pêşxistina zimanê kurdî Xwebûn biçe her malê.

Li gor we ziman nasname ye?

Dema nasnameya te ji te bê pirsîn, tu yê berî her tiştî karta nasnameya xwe derxî nîşanî min bidî û ez nasnameya te bi zimanê te nas bikim. Divê ez gotina helbestvanê me Rojen Barnas bînim bîra xwe dibêje, “Zimanê min pasaporta min e, di devê min de.”

Rêjeya jinan a di Tora Ziman û Çanda Kurdî de çima kêm e?

Rêjeya jinan a di torê de gelek kêm e. Mixabin ev jî ne tercîha me ye. Me dixwest rêjeyek wekhev hebe. Ev jî ji ber rewşa civaka me ye.

Beriya vê komxebatê sazî û dezgehên kurdan ên sivîl û yên siyasî gelek caran xebatên bi vî rengî kirin, lê heta niha encameke berbiçav xuya nabe. Gelê kurd ji vê xebata we bi hêvî ye?

Ji bo vê xebata torê ez wek kes naxwazim bibim sedema hêvîşikestinê. Ji ber ku em jî di vê torê de ne. Berê gelek car soz, bext û qerarên gelek giran ji bo gelê kurd ji aliyên dezge û rêxistinan ve hatin dayîn. Lê di dawiyê de di dest de tiştek nîne. Mirov hêvîşikestî dibin. Her çiqas niyet pak be jî lê êdî tesîr li civakê nake. Ji bo ku ev tişt pêk neyên divê em bi awayekî pir cidî li ser vê mijarê bisekinin. Û em sozê ku nikaribin bînin cih nedin kesî. Çi ji destê me tê em soza wan bidin. An na wê hêvîşikestinek çêbibe û em ê jî bişkên û baweriya gel ji me namîne. Divê mirov baweriya gelê xwe îstîsmar neke. Dema hêviya gel carek jî ji yekê an jî saziyekê bişkê, tamîra wê gelek zor e. Ev mesele jî wek biwêja me ya kurmancî ye “Gava ku şûşa dil bişkê êdî nacebire.” Divê mirov tu car hêviya xwe qut neke. Yên me li ser piyan digirin hêvî û xeyalên me ne.

[accordions]
[accordion title=”ZANA FARQÎNÎ kî ye?” load=”show”]Zana Farqînî di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Farqînî wek xemxurekî zimanê kurdî di nav gelek xebatên zimên de cih girtiye û demekê serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye. Zana Farqînî bi ferhenga xwe ya tirkî-kurdî ya di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hatiye çapkirin tê nasîn.[/accordion]
[/accordions]

Teşebiseke pêwîst û wêrek

0

Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî teşebiseke pêwîst û wêrek bû. Ger tor bikaribe xwe bigihîne hemû kurdan û cîgehên ku kurd lê dijîn, dê mekanîzmayên dînamîk di nav kurdan de ava bike

Onto-polîtîkaya neteweyî û zimanî/çandî ya li ser kurdan li Tirkiyeyê zêde ji hev cuda nehatiye avakirin. Reftarên li dijî kurdan û ziman/çanda wan, di nav daîreyeke yekpare de ne û encamên wan jî bi hevdu ve girêdayî ne. Geşedan û serboriya kurdî li Bakur û li Tirkiyeyê di nav berxwedan û êrîşan de teşe girtiye. Ziman çiqas alava kolonîzekirinê be ewqas wek alava dekolonîzekirinê jî tê fehmkirin. Loma di wê onto-polîtîkayê de, bertek, îtiraz, keftûleft û berxwedana kurdan û kurdî jî, di nav wê daîreyê de encam daye. Ji ber vê rageşiya ontolojîk, kurdî nikare bibe meseleyeke asayî. Têkçûna wê jî, rewac û serkeftina wê jî bi vê onto-polîtîkayê ve girêdayî ye. Li aliyekî polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, li aliyê din berxwedana li dijî wê tê dayîn. Li aliyekî mekanîzmayên piştaftinê, li aliyê din hewldana têkbirina wan mekanîzmayan û berxwedana domdar a li dijî wê. Polîtîkayên pişaftinê, bingehîn, dîrokî û sîstematîk in, lê nemaze di 3-4 salên dawî de dozaja wan û encamên wan, alarm û hişyariyekê dide û bangewaziyekê li kurdan dike. Nexasim piştî pratîka qeyûman û vesazkirina sîstema dewleta tirk, êrîşên li ser ziman û çanda kurdî jî bi sîstematîktir tên meşandin. Ew polîtîka tenê ne Bakur, êdî di pratîkê de li Rojava jî tê meşandin. Helbet kêşeyên ziman û çanda kurdî meseleyeke piralî û berfireh in û çareserkirin û normalîzekirina wan karê plansaziyeke bi salan e. Di vê plansaziyê de pêdivî ji doh zêdetir bi hevahengiyekê heye. Geh ji ber xemnexuriya navxweyî, geh jî ji ber pêkutî û spartina ji derve, ziman û çanda kurdî nikare ji xwe re cokên siruştî ava bike. Di nav vê rewşê de ziman û çanda kurdî geh bi ser polîtîkayê re tê nirxandin, geh wek alaveke polîtîk, geh wek qadeke berxwedanê, geh jî êdî wek sembolekê tê teswîrkirin. Her çi dibe bila bibe lê tenê hewldana kurdan dê bikaribe vê rewşê biguherîne, berevajî bike û têk bibe. Yekane aktor û muxatabê vê rewşê bi hemû reng û dengên xwe, kurd bi xwe ne.

Li bakurê Kurdistanê, di van demên dawî de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa zimanî û xetereya pişaftinê bixe rojeva kurdan, hin hewldan tên dayîn, hin teşebis tên destpêkirin. Dawiya hefteyê komcivîneke berfireh li Amedê hate organîzekirin û 270 kes beşdarî vê komcivînê bûn. Gelek dezgeh, şexs û fikrên cuda, der barê rewşa ziman û çanda kurdî de danûstandin û gengeşe kirin û avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî deklare kirin. Navê torê di komxebata pêşîn a 22-23’yê mijdarê de wek Tora Ziman û Çandan hatibû diyarkirin, lê ev nav bi daxwaza beşdaran, bi rêbazeke demokratîk hate guhertin. Di komcivînê de 12 maseyên tematîk û cur bi cur ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan hatin avakirin û di maseyên tematîk de babetên spesîfîk hatin diyarkirin û li ser wan gengeşe hatin kirin û rapor hatin pêşkêşkirin.

Di komcivînê de du rojan babetên wek mafên zimanî/çandî, pêwendiya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî û derveyî yên ziman û çanda kurdî, astengiyên bingehîn ên li ber kavdana ziman û çanda kurdî, nexşerê, plansazî, statû û rêzikên bernameya xebata torê û delîveyên berfirehkirina torê hatin gengeşekirin. Di tabloya ziman û çandî ya li Bakur de, ji bo têkbirina polîtîkayên pişaftinê, rol û mîsyona siyasetvan, rewşenbîr, hunermend û civakê hate gengeşekirin. Rexne, tesbît û pêşniyazên pêwîst û pratîk hatin pêşkêşkirin. Sekreteryayeke berfirehkirî ya nû hate avakirin û ji bo meşandina karên torê, amadekirina rêziknameyê, diyarkirina logoyê û karîgerkirina torê, dest bi xebatan kir.

Avakirina platform û dezgehan karekî hêsan e, lê tişta girîng û zehmet ew e ku meram pêk bê, niyet hasil be. Ji bo wê jî ji bernameya torê bigire heta meşandina karê wê, ji berfirehkirina wê bigire heta karîgerkirina wê, kurd û sazî û dezgehên kurdan dê dahatûya ziman û çanda xwe diyar bikin. Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî, di dirêjahiya dîroka berxwedana ziman û çanda kurdî de ne destpêkek e, xelekeke serboriya berxwedana wan e. Beriya niha jî bi heman rengî gelek kar hatin kirin û heta dereceyekê encam jî hatin bidestxistin. Lê tişta ku li ser kurdan ferz e, domandin û xurtkirina hewldanên bi vî rengî ye. Her çend di salên dawî de bergindî êrîşên sîstematîk bêhêvîtiyek di nav kurdan de belav bûbe jî, sînerjiya ku ji komcivînê derket meydanê, geşedaneke pozîtîf bû. Gilî û gazinên ku ne li meydana girseyî tên kirin, di komcivînê de hatin kirin.

Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî teşebiseke pêwîst û curetkar bû. Ku tor bikaribe xwe bigihîne hemû kurdan û cîgehên ku kurd lê dijîn, mekanîzmayên dînamîk di nav kurdan de ava bike, dê hem bigihê armanca xwe, hem jî roleke damezrîner û sereke bilîze. Em baş dizanin, ziman jî wek jiyanê, bi berxwedan, xebat û afirandinê mezin û ava dike. Em bi hêvî ne ku ev pêngav wê rêçekê veke û ji bo serkeftin û azadiya zimanê me kurdan.

Ziringînî ji bin guhê we were!

Dema min nû bihîst ku kovareke xêzeroman bi kurdî derdikeve, kêfa min hat û dema min navê wê dît bêhtir kêfa min hat, min got de vaye êdî dora me ye ku em zrîngiyê ji bin guhê hemû kul û derdên xwe bînin. Lê min nizanibû ku dê ziringînî terpîn û reqîn û teqreq tev li serê me bêhtir kom bibin.

Ji roja ku ev Zrîng derketiye min rojeke xweş ji xwe re nedîtiye.  Berê dema hinekan ji min dipirsî digot tu çawayî min digot, ‘teq û req îdare dike.’ Lê niha dema hinek vê pirsê dikin ez dibêjim, ‘teq û req û şerq û gum û fîrşelep’ û hîna jî ez nikarim derdê xwe bînim ziman.

Di meha ku Zrîng çap bû de, fatoreya min a ceyranê got fîrşeleq û du qatê berê hat…

Hîna hejmara duyemîn dihate amadekirin fatoreya me ya avê go terq û vê carê 3 qatê berê hat…

Kuro lawo dema we got Zrîng kêfa me hat û me got vaye dora me ye em ê ziringîniyê ji bin guhê vê dinayaya bêbext bînin lê mixabin me dît ku rewşa me ji berê xerabtir bû. Her carê ziringînî ji bin guhê me tê…

Xwedê û pêxemberê xwedê ji sersebeban re nehêle û birûskek ji ewrekî reş û tarî derkeve û bêje fîrşeleq û li bin guhê dedaşê bikeve û fatoreyên çend mehan tev bişewitin…

Tew piştî ku bajarên me ketin bin destê çeteyan, xelkê me perîşan û koçber bû.

Ez newêrim behsa rewşa siyasî bikim heke min wêrekî hebûya min ê ji we re behs bikirana ji dema Zrîngê û vir ve çend bajarên me hatine dagirkirin û wêrankirin.

Qirix ne bes bû bi ser de jî Recoyê Tersteqle hat. Îcar tersteqle, ma tu kevokî lawo, ez zêde newêrim bela xwe tê bidim niha belkî terspihîn jî zanibe lê bawer nakim ji ber ewqas sal hûn dûrî Amedê ketine û li kolanê Stenbolê şaşo maşo bûne êdî ne tersteqle, tu nikarî rastteqle jî bavêjî. Niha meriv a xwedê bêje di nav wan de Îmamê Cîcî gelekî cîcî û xweşik e û camêr bela xwe di kesekî nade.

Lê ew Tersteqele heye, ew bela xwe di her kesî dide û tiliya xwe dixe hemû kulmozan, heta carekê dûpişkek lê rast were.

Kuro lawo hûn bûne benîştê devê her kesî, wê rojê Şevreşê Rûtarî li ber dengê Hisênkê Omerî û di bandora gotinên strana ‘wey dilo dilo dilo, mala mêvaniya wilo, Hisênko cotkariya û terso ji xwe bihêviya.’ Helbesteke wiha li ser we nivisandibû û Zrîng wekî berpisiyarê hemû qede û belayên buhabûnê destnîşan kiribû û wiha digot:

Qirix hat û meşiya

Qelem xist nav tiliya

Bang kir Îmam Cîcîya

Tersteqle û çendek diya

Go min Zrîng ji we re aniya

Kovara xêzkariya

Xelo ji kêfa ziriya

Şevo rabû firiya

Malî rabûn ser piya        

Hêlo li qerfê geriya

Ji kerban re giriya

Êdî wiha bi serê min hatiye ku ez dibêjim tingeting, xîzexîz, şelpeşelp, terqereq, ringering, şelpînî, çirke irk, reqereq, dimedim, şingeşing û hîna jî ez xwe nikarim îfade nakim.

Dê navê wan di kulan de bê ser ziman

0

Kurd dikarin bi xebatên xwe yên ziman, navê kesên tabeleyên kurdî daxistin û saziyên çanda kurdî girtin, dê tenê dema ku qala derd û kulên xwe bikin, bînin ser ziman

Li Tirkiyeyê gelek partî hatine ser desthilatê. Piştî çend salan ku li ser deshilatê mane, ji ber polîtîkayên şaş ên ku meşandine, têk çûne û çûne ser sergoyên dîrokê. Îro navê partiyan li holê nemane û kes nayne ser zimanê xwe. Ji ber polîtîkayên xedar ên ku li ser wan meşandine, tenê kurd carinan navê wan tînin ziman û qala serboriya xwe ya sermiyanê van partiyan dikin.

Niha desthilatê AKP’ê jî ji ber polîtîkayên xwe yên ku li ser kurdan û çand û zimanê wan dimeşîne, ber bi heman aqûbetê ve diçe. Ji bilî êrîşên siyasî yên ku li ser siyasetmedarên kurd kirine meriyetê, êrîşên çandî jî li ser kurdî dimeşîne. Weke mînak li şaredariyên ku di hilbijartinan de bi dek û dolaban girtin û şaredariyên ku piştî hilbijartinan bi rêbazên cuda desteser kirin, her tiştê têkildarî ziman û çanda kurdî ji holê radike û tune dihesibîne.

Bêyî ku fedî bikin…

Tabeleyên bi tirkî û kurdî yên li şaredariyan daxist û li şûna wan tabeleyên bi tirkî daleqand. Destpêkê li Bedlîsê ev kir. Hem tabeleya şaredariyê ya pirzimanî û hem jî gelek tabeleyên din ên nav bajêr daxistin û li şûna wan tabeleyên bi tirkî bi cih kirin. Piştre li şaredariyên ku desteser kirin jî serî li heman rêbazî da.

Elbet pişaftin tenê bi daxistina tabeleyan pek nayê. Ji bo vê yekê hemû saziyên çandî yên ku li wan çanda kurdî dihat pêşxistin girtin û xebatên çandî yên bi kurdî qedexe kirin. Niha li şûna van xebatên kurdî, xebatên tirkî ku qet eleqeya xwe bi çanda kurdan re tunene tên kirin. Bêyî ku fedî bikin, her roj afîşan li deverên cuda yên bajarên kurdan dadileqînin û ji bo pişaftinê bang li zarokên kurdan dikin. Mixabin hin derdorên ku bersiv didin vê bangê jî hene.

Îstifa kir û kurdî daxist

Şaredariya ku herî dawî serî li vê pêkanînê da Şaredariya Bajaroka Kaniyahenê ya navçeya Hezo ya Êlihê bû. Hevşaredarê Şaredariya Kaniyahenê Firat Karabûlût ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de ji HDP’ê hatibû hilbijartin, di encama gef û zextên ku lê hatin kirin de, ji HDP’ê îstifa kir. Ev şaredar niha serbixwe ye lê îhtîmaleke mezin di rojên pêş de di komcivîvineke meclisê de dê derbasî AKP’ê bibe. Jixwe rayedarên AKP’ê jî di rojên dawîn de îşaretên bi rengî didin.

Bawerî winda kir

Şaredar Karabûlût, ji bo ku xwe bike çavê AKP’ê û derbasbûna xwe ya vê partiyê leztir bike, destpêkê tabeleya şaredariyê ya bi zimanê xwe (kurdî) daxist. Lê meclisa şaredariyê li dijî vê yekê derket û biryar da ku careke din tabeleya bi kurdî û tirkî li avahiya şaredariyê bê daliqandin. Hevşaredara Kaniyahenê Gulistan Sonuk jî got ku Karabûlût ji bo bi kêrî hin derdoran bê tabelaya kurdî ya şaredariyê daxistiye û ji ber vê yekê baweriya xwe ya di nav gelê Kaniyahenê de winda kiriye.

Komxebeta ziman û çandê

Li dijî van pêkanînan, dest û lepên kurdan jî negirêdayî ne elbet. Ji bo ku ev pêkanîn bên pûçkirin, di 11-12’ê çileyê de li Amedê ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî komxebateke girîng hat lidarxistin. Komxebat, bi beşdariya 300 delegeyan pêk hat. Cara yekemîn e li bakurê Kurdistanê têkildarî ziman û çandê civîneke wiha girseyî tê lidarxistin.

Ji bo bergiriya li hemberî polîtîkayên ku me li jorê qal kir, divê çalakî û xebatên bi vî rengî hîn zêdetir bên lidarxistin. Heke xebatên bi vî rengî bên kirin û biryarên mayînde bên wergirtin, dê di demeke nêz de polîtîkayên pişaftinê têk biçin. Her wiha kesên ku serî li van polîtîkayan didin jî weke yên beriya xwe biçin ser sergoyên dîrokê û tenê dema ku kurd qala derd û kulên xwe bikin, navê wan bê ser ziman û nifir li wan bên kirin!

ÎSMEK dersa kurdî dide

Dixwazim qala geşedaneke din a li ser zimanê kurdî bikim û bêyî ku gelek dirêj bibe nivîsa xwe bi dawî bikim. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di bin sîwana Qursên Perwerdeya Pîşeyî û Hunerî (ÎSMEK) de cih da zimanê kurdî û jê re kontenjan vekir. Destpêkê wê ders li dibistanên ÎSMEK’ê yên Esenyûrt, Kiraç, Şîşlî, Bagcilar û Fatîhê bê dayîn.

Her çiqas ev qebûlkirinek be jî lê ne bes e. Ji bo ku kurd qayil bibin, divê teqez zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û ne tenê ji bo hînkirinê lê pê perwerde bê dayîn.

Otopsiya sersalekê

0

Te îsal nexwest tevli şanoya pîrozkirina sersalê bibî, te got “Ez nexweş im.” Tu bi rastî jî nexweş î, şaîriyek nexweş, (Gelo şairtî navê kîjan nexweşiyê, sernavê kîjan jana zirav e?) lê tu dîsa jî ji her kesê baştir bûyî. Tu zîq sekinî li dawiya salek û li serê salekê. Tevli şahiyan nebûyî. Şahiyên sexte, wekî peykerek sekinî li nêv şevê. Ne salname, ne katjimêr, nebûn xem ji te re, ne ji hîqehîqên piştî saet dozdehan. Rûyê geş ê li ber dilê te, yê Ranyayê bû; di wê paşnîvroya bi tenê de û her rûçûyînek bû. Her çûyîn, lîstikek ku tim ê/a çûyî bi ser diket.

Tu bi serêşiyek dijwar şiyarî sala nû bûyî. Sala nû; êşên kevn, serêşek arkaîk… Te hew dît ku wa tu li ‘bexçeyek tenha’ li ber baranê yî. Te xwest her tişt şil bibe, bi taybetî jî serê te yê ku dûmana êşek kevn jê dikişiya… Saetek, sê çar saet, tik û tenê meşiyayî. Baranê rûyê te şûşt, we bi hev re îskanek av vexwar. Wekî ku ew av xwîna baranê bû te vedixwar xwîna te bû, baranê vedixwar. Dilopên baranê herikîn ji ser rûyê te. Anîn bîra te; tu herî dawî di avrêlê (nîsanê) de çûbûyî ber baranê û di wê çilesra ne efsûnî de te pê derxistibû ku baran û rondikên te bi hev re ketibûn pêşbaziyek bêdeng lê dawiyê her du jî lingşikestî mabûn.

Erê, şanoya sersalê hatibû, her kes şanoger, her cil ê lîstikvan, her kes cidî bû. Lê baranê te li ser maseya otopsiyê wek kefiyeyek ji dara ziyaretê hatiye dizîn, raxistibû lêkolîn dikir. Dilê te qelaştibû, mîkroskopan digot ku “bi sê helbestên nîvîmayî ji paş ve hatiye kuştin.” Destên te! Destên te yên ku goya ji bo azadiya Kurdistanê bê kurdî bi rişmê hespê boz ve şîn hatibûn, kuştî hatibûn dîtin, di wan de nivîsên kurdî yên ku êdî tu kes naxwîne hatibûn dîtin.

Baranê otopsiyê didomand û te bi çavên pisîkek fediyok a bi zaroktiya tevî kurdan hatî, li hûrgiliyan mêze dikirin. A wayê serê te! Xeyalên ku tê de wekî maran û heştpêyan dimilmilîn ji hêla rastiyên bi qefes vehatibûn rûçikandin (Ma qefes dikarin birûçikînin?). Ez nabêjim lê otopsiya baranê dibêje û ev der ne morga Meletiyê ye, nizanim li ku ye?  “Nizanim li ku”çi ye îcar her hal navê derek pir taybet e ka hiş be, otopsî derman dike lê nemiribûn, bûbûn kevir û nehiştibûn ku xwîn here mejî. Dor hatibû ser sîngê te! Dema bi xencerên taybet qelaştin, beytika hozantiyê jê firiya û her tiştê wê mir! Dema ku her tiştê hêlîna dil, sîng mir, baranê destê xwe ji otopsiyê şûşt; bi fikrên bi perik dirût û fermûara sala nû kişand. Na ew fermûara can û cesedê te yê li bin baranê bû û tu hêna jî wekî temaşevanek filîmên komediya romantîk, bi dilopên barana bi tenê re dimeşiyayî. Ev nivîs dihat bîra te. Te digot “na, niha na! Niha nikarim binivîsim û heya ku xwe bigihînim heyama nivîsandinê jî dê kevin bibe. Niha bisekine.” Lê dil, bîr û hişê te bûbûn pênûs, nedisekinîn, li bin baranê, ji bo baranê dinivîsandin. Li ser eniya te, li ber kaxizên dilê te yê otopsîkirî û bi nîvîmayîna sê helbestan, kuştîmayî dinivîsandin.

Rastî baran e

Sersal bû, wiha digotin. Her hal wateyek wê hebû yan jî ‘serek’ wê. Lew digotin “Sersal, serê salê.” Tu bi meşa ku ji ber êşa serî serxweş bûyî dimeşiyayî. Porê te yê bê kum û kolos şil û pil dibû, serêşa sersalê jî sivik… Ji nişka ve ji te eyan bû, te got; “Ev sersal, sersala kuliyên xemgîn û kêzikên berbiteqîn e!” Navandin girîng bû ku te bigota sersal; a serkeftina pîroz a dîrokî û rojevî ye jî dê tu tişt neguheriya. Lew navandin çiqas bi şewq û şemal an bêsal û desmal be jî nikare rastiyê biguherîne. Lew rastî baran e û te şil dike, dişelîne, dipelîne, di raportek otopsiyê de dihetikîne yan jî digihîjîne asîmanê soromoro.

Te çavên xwe girt û çavgirtî meşiyayî, tiştek nehat serê te. Wekî ku dilopên baranê bûbûn rêber ji te re, li bin guhên dîwêr jî neketî. Çavên girtî, rûyê ku baranê şûştî, gavên bêtirs û bi sermestî. Qasek paşê te dît ku waye baranê sala borî li ser maseyê raxistiye û helbet otopsî! Di nav xwîna ku çûbû ser mejî de darzeytûnek daliqandî hat dîtin. Kesk bû, dijwar bû, Efrîn bû. Ji dilê wê, ax ji dilê wê! Girê Spî ku wek şaşikek spî ketibû bin simên hûtên heftserî derket. Şaşik êdî reş, gir êdî ne spî bû û Serêkaniyê, hemû kaniyan çikandibû. Ne av mabû, ne delav. Sala borî, li ser maseya otopsiyê bûbû raportek bi xwîna kurdan neqişandî, kurdîtî çi xwînbehr e, bi sedsalan e xwînrij e lê dawî lê nayê!

Min bi çavên girtî dît; baranê raporta otopsiya min û ya otopsiya sala nû bi lez xist berîka xwe, bi çavên tije serborî li me mêze kir û çû ber bi serboriyek nû ve.

Îsal bê çiya Newrozê nakim

Di şevek sersalê de risteyên te nexweşiya şairan li xwe pêçan û heta sibê bi wan risteyên Abdula Peşêw kete zikrê: “Îsal bê çiya Newrozê nakim.” Te di gelek Newrozan de xwendibû lê dîsa jî tu ji derveyê şanoya pîrozbahiyê nemabûyî. (Qey pîrozbahî mecbûriyet in ne pîroz û bêkêf in?) Lê îsal ev riste bûn konê te û te xwe welê li wan veşart ku tenê baran dikaribû bigihîje te. Te îsal “Bê çiya Newroz û sersal nekir”! Kî naxwaze bila ew jî neke. Lew mecbûriyetên dagirkeran têra xwe giran û xedar in, hewce nake ku em jî li ser xwe û hev bibarînin. Lê bi serê ku baranê êşa wî şûştî û dilê ku ji bo we demên rûberfîn dixwaze, ji we re dibêjim; sersal û her tiştê we pîroz be, rûgeş û bi kêf be.

Min xwest helbesta xwe ya bi navê “Şûrê hozanan” li vir binivîsim lê min nedît û fêm kir ku meh û nîv berê ew pirtûk jî (Dilavî, helbest, Weşanên Ar) ji hêla gestapoyê ve hatiye talankirin. Niha bê pirtûk û helbest im lê di bîra min de ev riste maye, bila diyarî be ji bo we; “Hozan in, bi dilê xwe tûj dikin şûrê xwe.” Gelo nexweşiya hozanan ne ji ber vê yekê be?

Xêzkarê mêvan

Julian Peters xêzkareke bi nav û deng e li bajarê Montereal ê Kanadayê dijî. Gelek xêzeromanên wî hene û hin pirtûkên qerfî veguhertine xêzeromanê û bi giranî gelek helbestên klasîk xêz kirine. Me jî piştî destûra xêzkar xwest ku wî bi çend xêzan bikin mêvanê rûpelê xwe.

Wergera gotinên van xêzan ji alî Takyedîn Çîftsuren hatiye kirin.

‘Divê em yek bin’

0

Partiyên siyasî yên kurdistanî ji bo yekitiyê banga paşvehiştina pirsgirêkên navxweyî û nakokiyan kir. Li gor nûnerên siyasî, heke dîwarên li pêş xwe rakin dê bibin yek

Polîtîkayên taybet ên qirkirinê, li her çar parçeyên Kurdistanê tên birêvebirin. Kurd dema ji bo yekitî û statuyê nîqaşên berfireh dikin û tên cem hev bêhtir bi êrîşan re rûbirû dimînin.

Partiyên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl ên kurd ligel nakokiyên navxweyî jî nîqaşên xwe didomînin û li ser girîngiya yekitiyê disekinin. Li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê kurdan ji bo avakirina yekitiyê zend û bendên xwe badane.

Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê nîqaşên yekitiyê berfireh dibin. 12 partiyên kurd di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de gaveke girîng avêtin û ‘Tifaqa hilbijartinê’ bi pêş xistin. Vê tifaqê di hilbijartina 31’ê adarê de jî berdewam kir.

Piştre jî ji hêla Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî ve Xebata Tifaqa Kurdistanê hat avakirin. Bi vê tifaqê tê xwestin ku xebat bi rêk û pêk bên kirin. Tifaqê herî dawiyê li Amedê “Komxebata Yekitiya Neteweyî” ya ku 2 rojan berdewam kir li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Sedat Çinar û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşîtî li ser yekitiya kurd nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser hewcedariya yekbûnê.

Pirsgirêk çi ye?

Sînan Çîftyurek li ser rewş û hewldanên partiyên siyasî yên Kurdistanê nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku mêtingeran hemû daxwazên neteweya demokratîk û hebûna kurdan tune hesibandin. Çîftyurek destnîşan kir ku divê partiyên siyasî êdî nakokî û pirsgirêkên navxweyî li aliyekî bihêlin, bên cem hev û wiha got: “Ger ku îro hûn li kolanê ji gel bipirsin û bêjin ‘pirsgirêka gelê kurd çi ye?’ ew ê bêjin ‘divê partiyên kurd tifaqa xwe ava bikin’, ev rastiyek e. Di navbera me de konseptên cuda hene. Ji ber vê yekê em bi baldarî nêzîk dibin. Divê berî her tiştî em dîwarên li pêş xwe rakin.”

‘Fikrên cuda xwezayî ye’

Nêzîkatiyên siyasî yên navxweyî jî bûn mijara nîqaşên rêxistinên siyasî. Mesut Tek ê mijar nirxand wiha got: “Ji ber ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka civakekê ye û pirsgirêka neteweyî ye. Civaka kurd jî ji çînên cuda û fikrên cuda pêk tê. Di nav rêxistinên siyasî de ku ji bo yekitiya neteweyî têkoşîn tê dayîn de hebûna fikrên cuda tiştekî xwezayî ye. Ya ku mirov bê diêşe, tevî ew qas nîqaşan heta niha rêxistinên kurd nebûn yek. Demek dirêj e li Tirkiyeyê partiyên siyasî yên kurdistanî li ser rol û mîsyona xwe nîqaşên berfireh dikin. Di xebatên ji bo yektiya neteweyî ya kurd de ne guncav e ku HDP cih bigire. Bê guman HDP çawa xwe pênase bike li ser serê me. Ew xwe wekî partiya Tirkiyeyê pênase dikin. Ji ber vê yekê ji bo em bigihîjin armanca xwe HDP ne amûrek guncav e. Divê partiyên kurdistanî pêşengiya yekitiya neteweyî bikin. Niha DBP derdikeve pêş. Pirsgirêk ev e ku em ê pirsgirêka kurd çawa pênase bikin. Ger em pirsgirêka kurd wekî demokratîkbûna Tirkiyeyê bibînin, wê demê stratejiya vê yekê cuda ye. Rê û xebatên wê cuda ne. Em ne li dijî HDP’ê ne. Dibe ku HDP ji bo yekitiya kurd erkê bide ser milê xwe. Di yekitiya neteweya kurd de HDP rola “partnerekî baş” digire. HDP, dikare ji bo hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bibe pirek baş.”

‘Netewebûn hewce ye’

Ayettullah Aşîtî jî di nêrînên xwe de bal kişand ser  mijara di olê de neteweyîbûn û wiha qala mijarê kir: “Ola Îslamê ne li dijî netewebûnê ye. Netewebûn hewce ye. Di roja me ya îro de têgiha neteweyê cuda tê fêmkirin. Netewe cuda ye neteweperestî cuda ye. Neteweperestî ew tişt e ku îro tirk  netewperestiyê dikin û dibêjin ‘bextewar im ku tirk im.’ Ev neteweperestî ye. Yanî ev tê wê wateyê ku tirk di ser her kesî re ne û ji her kesî baştir in. Di îslamiyetê de cihê vê nîne. Kurd ji bo avakirina yekitiyê her çiqas dereng mabin jî divê ji niha şûn ve hemû rêxistinên siyasî ji bo yekitiya neteweyî gavê biavêjin. Astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî rewşa ‘bêbawerî’ ya di nav rêxistinên siyasî yên kurd de ye. Heke ev rewş were çareserkirin yekitiya neteweyî ew ê hêsantir pêk bê.”

Armanca me hevpar e

Sedat Çinar jî xebatên tifaqa neteweya kurd bi “zor û zehmet”iyê pênase kir û wiha      berdewam kir: “Ger ku di sedsala 21’î de hêj hûn nebibin xwedî statû û hêj hûn nebibin xwedî dewleteke serbixwe ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku we rêxistinek sivîl ava nekiriye. Nîşan dide ku we di aliyê siyasî, aborî, civakî û  dîrokî de rêxistinbûnek ava nekiriye.”Çinar bal kişand ser rewşa rojava û başûrê Kurdistanê û der barê rewşa siyasî ya van herdu parçeyan de ev nirxandin kir: “Niha li Rojava TEV-DEM û PYD bi hêz in. Ji ber vê jî berpirsiyariya mezin li ser milê wan e. Li başûrê Kurdistanê tişta di sala 2017’an de pêk hat ne hewldana “yekitiya neteweyî” bû. YNK û PDK xwe fikirîn. Dewleta kurd ji bo xwe nekirin armanc.” Çinar, da zanîn ew naxwazin bibin pêveka HDP’ê û wiha axivî. “Ger ku em wekî partiyeke ku dikaribin têkevin hilbijartinê bin wê demê me yê tifaqa bi HDP’ê re cuda niqaş  kiribûya. Em ne li dijî tifaqa HDP’ê ne. Em ne li dijî xebatên tifaqa neteweyî ya 10 partiyên kurd in.”

Bo parastina nirxên neteweya kurd yekitî pêwîst e

Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş jî wekî nûnerên partiyên din li ser hewcedariya yekitiyê rawestiya û diyar kir ku îro kurdan di rojeva cîhanê de bi giştî cih girtiye. Ji ber vê yekê divê siyasetmedarên kurd jî li dora nirxên neteweya kurd kom bibin.

Okumuş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd ji bo mafê xwe yê kolektîf bi dest bixe, divê di serî de siyasetmedarên kurd bibin yek. Heta em li dora nirxên hevpar nebin yek em nikarin mafên xwe yên neteweyî biparêzin. Ger ku neteweya kurd yekitiya xwe ava bike, sala 2020’an dikare bibe ‘sala kurdan’. Geşedanên ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikevin, ji bo yekitiya neteweya kurd firsendek in. Îro Amerîka, Yekitiya Ewropayê (YE), Yekitiyen Ereban (YE), Rûsya û gelek welaten din li ser kurdan diaxivin. Dewlet û hêzên navneteweyî her dem li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji ber vê yekê divê kurd li ser têgihên neteweyî û navneteweyî baş rawestin û li gorî berjewendiyên neteweya kurd tevbigerin. Em dixwazin tifaqeke mayînde ava bikin. Wekî DDKD’ê xeta me ya sor nirxên hevpar ên gelê kurd in. Ji bo yekitiyê divê tu kes hincet nîşan nede. Em yekitiyê mecbûrî û ferz dibînin.”

“Delîlo delîlo dest(d)anê..”

0

Bêriya ku rê me bibe, dibir jêbirka me, ji çîroka evînê. Ma ne ew cih bihuşta me bû, li ser singê. Dema me serê xwe dida ser, ser bi ser mezin dibû keskesor li ber. Sêr bû, di nav kefa destan de. Destan ji me dikir, dikirin em zînê bê mem! Me gotin didewisandin, me radihişt hemû rêyên dojehê û em diçûn. Diçûn em, evîn dima di dewsa me de.

-kes ji kesan diçû, lê evîn ji dilan nediçû!

Me bêriya xwe dikir ji çavên sewdayan û me şerma xwe dikir leheng û me li ba xwe dida rûniştandin. Rûdinişt tenêtiya me û me çîroka xwe bi awazeke şewat digot di ber de… Miradê me di ber me de dima weke aveke tahl. Tahl e gotinên evîndaran. Dişikîne hezar şûşeyên dil û şevan. Şev bû! Li me digeriya. Digeriya destên me di çola destanên me de. Lehengên me bi hêştiran li dû kerbeşan diket. Diket yeko yeko stêrkên me ji eniya me, tovên me li axa xerîb diket. Diket gotinên kilaman;

“delîlê gozê lê nemayê, avê çem û kaniya sar e çi bikim malê dinyayê, delîlê doz lê nemaye, delîlê lê gozê lê nemayê, avê çem û kaniya sar e çi bikim malê dinyayê, delîlê gozê lê nemayê bê te sebra min nayê.”

Giranî, sivikayî, milanî xwe dabûn kêleka koçeriyê bi destmala şînêtarî. Ne me dev ji giraniya xwe berdida û ne me milê xwe dikir dîlanî. Dilê me dianî hesret û li ber deriyê me datanî. Me deriyê xwe dadida ji dildaran û me qefle qefle kelmêşên reş dikirin mêvanî… Me xwe li dû xwe dihiştin ji milkê mîranî. Mîrzoyên me dibûn xulam li bihuşta biyanî. Biyanî bûbûn destdanên me ji me. Fêkî nedigirtin darên dilên me. Yeka me nedibû heft. Bihara me nedibû aheng. Dawetên me bêkes diman, ereb û kihêl kulek… Donzdeh zirne û def bi nifirek li ber bayê windabûnê diketin bi siwarên zemanan…

Me di xewnên şevan ên zemanan de, dengê berbûyan dibîhistin ji çermê defan. Şikestina kûzên bi şekir, dibû baran li emrê zarokatiyan. Me xwe hol dikir, me xwe çeng dikir, me xwe bi toza şekir dikir. Şekir dibû ramûsan li hinarûkên yaran. Sê caran dewsa xwe dihişt li şaneşînên berbangan.

Hêdî hêdî em winda dibûn. Kulîlkên me ji fîstanên me yên çiftexasê diketin û birînên me ji dilên me. Êdî qalik nedigirtin evînên me. Robarên çavên me zuha dibûn, me kenê derewçîn dikir parî û me li parsa xwe dikir sedeqe… Gotinên zarokatiyê dadiweşandin weke toza genimên zer û li xeybaneyan ba dikir.

Me detoyên xwe li çûçan, çûçiyên xwe li biva dixist ji şêraniya zaroyan û me navê dayê û bavo li ferhengan dixist. Me dilê xwe li şevan dixist. Şevên ji zilûmatan, ku ji bilî xwedayan şahidê me tune bû, mohra qederan reşê qetranî bû. Her berbang li ber roja me qurnisandî bû.

Beriya ku rê me bibe, dibir jêbirka me, me ji çîroka çîrokê. Ma ew ne destmala sor a bi neqişkirî bû di paxila me de. Li ser dara jiyanê li benda kurê Mîrşahî. Kê em temdan bîra avê? Em çawa bûn gula avê? Di ber guhên lawên kurmênc de, çawa bûn kilama binyadê. Erê yadê, delîlê dilê me doz lê nemaye, çavên reşê tarî lê heyirî maye. Her çiqa bibêje heyva me ronî ye, siyek ji destê xweda li ber royê ye.

Çand hafizeya zindî ya gelan e

0

Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan qadan e ku xwedî dewlemendiyek çandî ye. Erdnîgariyek berfireh e ku ji bawerî, ol, çand û zaravayên cihê yên kurdî re malovaniyê dike. Yên ku di dem û dîrokên cuda de hişt ev çand zindî bimîne û bûn perçeyek ji vê dewlemendiya çandî jinên rojhilatê Kurdistanê ne. Jin di dîrokên cuda de tev li raperînan bûne, têkoşiyane. Lê têkoşîna wan herî zêde jî di qada çandî de li pêş bûye. Bi stran, çîrok, helbest, destan û heyranokan, êş, keder û serpêhatiyên xwe anîne zimên. Mînaka wê jî helbestvan Xatûn Dayrakî Razdar e ku di sedsala 13-14’an de û Lîza Xanim e ku di sedsala 11’emîn de jiyane.

Li rojhilatê Kurdistanê parastina çand û ziman bi hêz bûye. Jinê bûyerên di serê kurdan de derbas bûne pir baş veguhastine nifşên nû. Dibe ku we hemûyan strana “Golnar” guhdar kiribe. Ev çîrokek a sadsala 18’emîn e ku behsa êrîşên Qaçaran a ser Xorasanê dike; li wê derê gel bi komî tê kuştin. Golnar lorîn, keder û êşên gelekî ye ku di feryada jina kurd de xwe digihîne roja me ya îro. Dîsa mirov dikare Heyran Xanima Dunbulî mînak nîşan bide ku di salên serê sedsala 19’an de li Xoy, Urmiyê jiyaye û dûvre ji ber koça bi darê zorê diçe Tebrîzê. Wê helbestên bi zimanê kurdî, azerî û farisî nivîsîne û behsa sê dîwanên wê yên mezin ku nêzî pênc hezar beyt in, tê kirin. Ew jî di helbestên xwe de behsa rewşa dema tê de, êş, keder û rewşa jinê dike.

Em dibînin ku di her serdemê de jinê bi awayekê ev nirxên çandî li dora xwe civandine, hay ji vê yekê bûye ku ev hafize ew ê veguheze çaxeke din û bi vê berpirsyariyê bûye. Jinên Rojhilat li rexmê nêzîkatiyên paşverû, pîvanên zilam, êrîşên dagirkerên welatê xwe, dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedane, nexasim jî di qada çandê de. Ji bo vê girîng e ku em behsa Cîhan Ara Paweyî bikin ku di sala di nîveka sedasala 19’an de jiyaye, jinek helbestvan, zanyar û têgihiştî bûye, kedeke wê ya mezin a çandî çêbûye. Ew bi rêya helbestên xwe li dijî koçberî, êşan, şer dike. Di heman demê de pergala heyî ya zilam jî dixe bin lêpirsînê; bi qasî di qada çandî û wêjeyî de têdikoşe, di van mijaran de jî xwedî têkoşîn e: “Ne zilam dikare derd û xemên jinan, birîndariyên wan û hêviyên wan fêm bikin, ne jî pergala serdest a heyî dikare ji jinê re bibe hemderd û pirsgirêkên wê çareser bike.”

Bêguman ev hemû tiştên ku bi ked û hişê hevpar ê mirovan pêk hatine, teşe girtiye; ev tişt berhem û hêmanên bingehîn ên çandê pêk anîne. Di nav jiyana civakî de jin bi vê ferasetê nêz bûye, li dora civakê çanda heyî ya dewlemend hîn bi hestyarî honandiye û derbasî roja me ya îro kiriye. Ev yek bi taybetî ji bo civaka me ya kurd ku di her serdemê de rastî qirkirina çandî dihat, girîng bû. Ji ber ku çand nasnameya herî bi hêz a xwepênasekirina civakan e.

Ji ber vê çendê jî lazim e em qala Mahbanû Ebasî, ango Banû Şîrwanî bikin ku ew jî di demeke cuda de, bi dengê xwe rê û rêçekê ji çanda xwe re diyar dike. Banû Şîrwanî ku di sala 1929’an, li Qûçana Xorasanê tê dinyayê, bi stran û xebatên xwe yên çandî bûye çavkaniya hest û raman ji jinên Rojhilat re. Mirov nikare bêje ev tenê stran in, ji ber ku jiyan, çîrokên evîndariyê, talan, qirkirin, carnan jî qala çol, deşt, çiya û ber, şahî, şîn, nexweşî û baweriyên xwe kirine ku ev yek bingeha çandek dewlemend a kurd pêk tîne ku çand jî li dora van nirxan ava dibe. Ew bi strana “Gulnazikê xwe, lorikê xwe, lê yarê” behsa keçên kurd dike ka çawa piştî şer û talanê li bazaran hatine firotin, dike. Di strana “Ez aşiq im eman yarê” jî behsa derbideriya jinekê dike. Di stranên wê yên “Gulperî û dest bi hena”, “Leylî û Leylane” û “Vay çi rozigar e” mirov pir aşkera dikare rewşa jinê, gel û civakê bibîne. ‘Herayî; herayî hawara çiyayî ye!’ Ev jî nîşana bûyerên penaberiya kurdan e.  Li vir jî em dibînin ka çawa bûyerên bi êş, keder, şînên kurdan ji bo neyên jibîrkirin, robarek ji çandê ber bi siberojê diherike. Ev bixwe têkoşînek mezin a çandî ye! Helbet bi dehan mînakên wiha hene, armanc tenê di şexsê van jinan de balkişandina ser rol û têkoşîna jinên Rojhilat e. Wekî ku me di hemû mînakan de jî dît, çand li dora nirxan pêk tê, çand “xwebûn” e, nasnameya civakî ye ku bi kevneşopiya berxwedana jinê heya roja me ya îro hatiye parastin. Ger ev têkiliya xurt a dîrokî bê qutkirin, dibe ku meriv nikaribe dîsa bi vê rola xwe rabe û bibe dengê têkoşîn, êş, koçberî û lorînên gelê xwe.